Ez Diyarbekirî me. Tevî min em şeş bira û xwişkek in. Min heta sinifa 2’yan a dibistana navîn xwend û bi pişt re derbasî warê hunerê bûm û bi muzîkê mijûl bûm.
Serpêhatiya te ya muzîkê kîngê dest pê kir?
Ez hê biçûk bûm diçûm dawetan û min darbûqe lêdixist, ku bi wî awayî jiyana min a muzîkê dest pê kir. Bi pişt re min li diyarbekirê li gazînoyeke mezin dest bi kar kir. Li gazînoyê min li darbûqeyê dixist û bi wî awayî debara xwe dikir. Piştî çend salan ez ketim îmtihana muzîka hunerî ya koroya TRT’ê (Saziya Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê) û bi ser ketim. Min li wir du salan rîtm lêxist û du salan jî korîstî kir. Piştî wê min di koroya muzîka hunerî ya Unîversîteya Dîcleyê de aletê rîtmê lêxist. Paşê ez çûm Enqereyê û min li wir bi orkestraya xwe re li barên navdar jiyana xwe ya muzîkê domand. Ez li gelek cihên Tirkiyeyê derketim ser dikê. Cihê ku cara dawîn lê derdiketim ser dikê Xana Delîlan ango bi navê wê yê niha Otel Kervansaray bû. Ez dixwazim piştî vê jiyana xwe ya hunerî li dervayê welêt bidomînim û xwe ji her alî de li wir pêşve bibim.
Tu kîjan enstrumanan dikarî bikar bînî?
Ez dikarim hin aletên perkusyonê û piyanoyê bi kar bînim.
Te kîngê bi awayê profesyonelî dest bi muzîkê kir?
Min di sala 1995’an de bi awayekî profesyonelî dest bi muzîkê kir.
Tu gava derdikevî ser dikê li pêşberî mirovan dikevî heyecanê?
Ez li ser dikê her tim dikevim heyecanê. Jixwe ew heyecana ser dike nebe mirov tu carî nikare bibe şîrovekerekî baş.
Ez guhdariya hemû muzîk û komên baş dikim û cudahiyê naxim nava wan.
Tu ji xeynî muzîkê karekî din dikî?
Ez ji xeynî muzîkê tu karekî din nakim. Jixwe ji bo karekî din zemanê min jî nîn e.
Pekî Îbrahîm îja em werin ser mesela albuma te “Te ez kuştim/Lê esmerê.” Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa wê bikî?
Erê. Nêzîkî salekê em li ser wê xebitîn. Mixabin ji ber hin problemên madî çêkirina wê dereng ajot. Aranjoriya wê Serkan Tanik û Hakan Bukulmez kirin. Me sazên rengîn li Îstenbolê da lêxistin. Di albuma min de 11 stran cih digirin: Te ez kuştim, Lê esmerê, Ax dunya, Min te ji dûrve hez kir, Bê te nabe, Kulîlkê canê, Gul sosinê, Min dil da esmerekê, Hemdila, Tu yara min î û Rûgeşa min.
Muzîkhez eleqe nîşanî albuma te didin?
Erê, muzîkhez eleqeyeke mezin nîşanî albuma min didin. Gelek muzîkhez bi mesaj û telefonan li min digerin û min pîroz dikin. Piyaseya muzîkê têk çûye, album nayên firotin lê belê digel van şertên neyînî albuma min gelek baş tê firotin. Herkes albuma min, bêtir jî deng û şîroveya min diecibîne.
Album esas ji bo min gelek tişt îfade dike. Mixabin di vê pêvajoya ku em di nav de ne kariyera mirovî ya muzîkê çi dibe bila bibe heger albuma mirovî tunebe qiymeta wî, prestîja wî jî nîn e. Lê heger mirov bi albumeke xweş derkeve pêşberî mirovan hîngê nêrîna mirovan diguhere û bivê nevê mirov hê çêtir motîveyê karê xwe dibe. Ji ber vê yekê album ji bo min gelek tişt îfade dike.
Armanca te ya herî mezin a di warê muzîkê de çi ye?
Ez di karê xwe de her dem cihê herî bilind, asta herî bilind ji xwe re dikim wek armanc. Zehf bi dîsiplîn im. Heger mirov nexebite, keda xwe nerijîne dê tu carî nikaribe bibe şîroveker an enstrumanîstekî baş. Ez gelek xebitîm, min hewl da xwe û hê jî ji bo pêşveçûna xwe keda xwe dirijînim.
Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim û serkevtinê ji bo te dixwazim.
Ez jî gelek sipas dikim.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder