19.12.2010

HEVPEYİVÎN Bİ HUNERMEND KEMALÊ AMED RE

Tu ji kerema xwe re dikarî piçekî behsa xwe bikî?

Dê û bavê min Amedî ne. Ez jî di sala 1978’an de li Amedê, li taxa Reza (Baxlera) ji diya xwe bûme. Min dibistana destpêkî û ya navîn li Amedê xwend.  Navê min ê rasteqîn Kemal Yaman e. Ji heft salan zêdetir e ku li Enqerê dijîm.

Serpêhatiya te ya muzîkê çawa dest pê kir?

Ez hê 12-13 salî bûm mijûlahiya min a bi muzîkê re dest pê kir. Ez ji biçûkatiya xwe û virde ye guhdariya hostayê xwe yê mezin Şivan Perwer dikim. Ez gihîştime vî temenê xwe lê dîsa jî  fanatîkê Şivan Perwer im.

 Çend albumên te hene û te wan li ku û bi çi awayî çêkir?

Min pêşî li ba xoceyê xwe yê berketî Oktay Daniş xwe da perwerdekirin û bi pişt re sala 2000’î li Îstenbolê di bin produktoriya Sîlvana Plakê de albuma xwe ya yekemîn “Rojek Min Dî” çêkir. Piştî navbireke qasî pênc salan, min di sala 2005’an de albuma xwe ya duwemîn “Ez Heval im” çêkir. Produktoriya albuma min a duwemîn “Mozaîk Plak”ê hilda ser xwe.  

Te di albumên xwe de stranên Tirkî xwend?

Na, min qet stranên Tirkî nexwend. Ji ber ku zimanê min ê maderî Kurdî ye min di albumên xwe de stranên Kurdî xwend. Piştî vê jî ez ê di hemû albumên xwe de stranên Kurmancî û Zazakî bixwînim. Lewre ez Kurd im, zimanê Kurdî ji bo min rûmeta herî mezin e û bi Kurdî dikarim bi her awayî xwe hê çêtir îfade bikim. Min li tu konser, şevên şahiyan an cihên ku lê derdiketim ser dikê stranên Tirkî nexwend. Sedema vê ne helwesteke qestî ye û ez ne li dijî zimanê Tirkî me. Belkî di demên bê de straneke Tirkî bixwînim. Hin mêvanên ku tên guhdariya min dikin di mijara Tirkî de pir caran li min rexneyan digirin. Evana ji gotinên stranên ku ez dixwînim fêm nakin lê bi kêfxweşî  guhdariya min dikin. Carna ji min daxwaz dikin ku stranên Tirkî bixwînim, ez wan daxwaziyan naynim cih lê vokalîsta min wan daxwazan tîne cih. Bi min hunermendek xwediyê çi sekn û helwestê be divê bi wî awayî jî xîtabê hezkiriyên xwe bike.

Ji bo albumeke nû xebatên te hene?

Roj her ku bibuhurin ez dibim xwediyê zanîn û tecrubeyên mezin. Ez bawer dikim bi saya zanîn û tecrubeyên xwe di demên pêş de xebatên hê çêtir derxim holê û wan bi hezkiriyên xwe parve bikim. Ez niha ji bo albumeke nû dixebitim, ku min divê wê di demeke kurt de çêbikim. Ez dixwazim kêmasiyên albumên xwe yên berê di vê albuma nû de ji holê rakim û berhemeke bi kalîte pêşkêşî muzîkhezan bikim. Ji dil bawer dikim ku ez ê bi ser kevim.

Klîbên te hene?

Erê, sê klîbên min hene. Min klîba xwe ya yekemîn ji strana “Dayê Dayê” re, klîba duwemîn ji strana “Rojek Min Dî” re, klîba sêyemîn jî ji strana “Ez Heval im” re da çêkirin. Di warê klîban de xebatên min ên nû hene. Digel vê ez dikarim van tiştan jî bînim zimanî; min albuma xwe ya bi navê “Rojek Min Dî” beriya heft salan çêkir û derxist piyaseyê. Ancax strana “Rojek Min Dî” (ya ku navê xwe dabû albumê) mîna nû hatibe çêkirin ji hêla herkesî ve hate guhdarîkirin û hezkirin. Min jî vê rewşê gava li ser dikê stranên xwe dixwend ferq kir. Gava ez li ser dikê bûm notek gîhandin min, di notê de ji min dihat tikakirin ku ji Şivan Perwer strana “Rojek Min Dî” bixwînim. Ez şaş mam. Ku bi pişt re min ferq kir ku strana “Rojek Min Dî” zehf navdar bûye. Ancax gelek kes digot qey vê stranê Şivan Perwer dixwîne. Piştî klîbê yên min nas dikirin û yên nas nedikirin eleqeyeke mezin nîşanî min dan. Bi pişt re, yanî piştî klîba “Rojek Min Dî” min êdî karibû xwe hê çêtir îfade bikira.

Ji kerema xwe re tu dikarî behsa çalakiyên xwe yên hunerî bikî?

Min di sala 2003’an de di fîlmên derhêner û lîstikvan Ganî Ruzgar Şavata “Dûmanli Yol” û “Azad” de lîst û zareve kir. Ji hêla din min li çar aliyê dunyayê dest bi konser û programên televîzyonan kir. Ev yeka hanê xeyala min a herî mezin bû, ku di encamê de gihîştim miradê xwe. Esas a herî zor di şertên Tirkiyeyê de strandina Kurdî bû, lê ez di wê mijarê de jî bi ser ketim. Divê her Kurd viya bike. Bila li dijî tunebûna ziman, çand û nîjadekê derbikevin.
Ji herêmê û ji derveyê welêt teklîfên konseran tên. Di demên pêş de ez ê li herêmê konseran bidim.

Cihekî ku tu lê derbikevî ser dikê hunera xwe îcra bikî heye?

Ez li Enqerê di maleke stranan (turku evî) de derdiketim ser dikê û min hunera xwe li pêşberî mirovan îcra dikir. Mirovan ez li wir nas kirim êdî. Yên ku dihatin guhdariya min dikirin roj bi roj hê zêde dibûn. Di nav demeke kurt de hezkiriyên min zêde bûn û piştî demekê girseyek pêkhat. Ez niha li Îstenbolê di maleke stranan de dixebitim, hunera xwe îcra dikim. Muzîkhez ji bo deng û terza min tên vê derê.

Tu ji kîngê de yî karê muzîkê bi profesyonelî dikî?

Min di nav pêvajoyê de piçekî din bi awayê profesyonelî li muzîkê nihêrî. Ez difikirîm, ku baştirîn tiştan çêbikim. Mixabin ev ji ber şertên neyînî li Amedê nedibû. Rabûm çûm Enqerê û li wir bi cihûwar bûm. Min xwest ku ez bi albumê bigihîjim mirovan, lê ev gelek zor bû. Li Enqerê zanîn û tecrubeya min a li ser muzîkê gelek zêde bû. Bi albuma duwemîn re min êdî bi awayekî profesyonelî dest bi karê muzîkê kir.

Dengê te zehf dişibe dengê Şivan Perwer. Yên guhdariya te dikin bi giştî te dişibînin Şivan Perwer. Ji ber vê rewşa hanê rexneyan li te digirin? Tu ji ber vê yekê aciz dibî?

Dengê min û yê Şivan Perwer dişibe hev, ku ev ji bo min hem şans û hem jî bêşansiyek e. Belê dengê min dişibe Şivan û ev ji bo min serbilindiyek e. Terzeke min heye. Min xwe di warê hunera Kurdî de îspat kiriye. Elê ev jî rastiyek e, ku ez ji zarokatiya xwe virde ye heyranê Şivan Perwer im, ji wî gelek hez dikim û hurmeteke min a mezin jê re heye. Muzîkhez diçin li malên xwe guhdariya Şivan dikin, lê bi pişt re tên bi awayê zindî guhdariya min dikin. Çima? Lewre dengê min, terza min û zarevekirina min cuda ye. Jixwe herkes ferqa di nava min û Şivan de dibîne êdî. Lê ez dixwazim viya bînim zimanî, ku dengekî wek dengê Şivan Perwer xweş û bi kalîte ne di nav Kurdan de û ne jî li dunyayê heye. Ez kîjan stranê bixwînim û stran a kê dibe bila bibe dibêjin qey a Şivan Perwer e. Halbû ji ber ku dengê min dişibe dengê Şivan herkes min wek Şivan dibîne. Lê niha êdî Kurd min nas dikin û dibêjin ew “Kemalê Amed” e. Êdî dibêjin dengê wî, terz û sekna wî cuda ye. Gel fêrî min bû û êdî dengê min û yê Şivan dikare ji hev veqetîne.

Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.

Ez jî gelek sipas dikim. Ji bo Netkurdê serkevtinê dixwazim û rêz û silavên xwe ji hezkiriyên xwe re dişînim.

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî


Çavkanî: Netkurd 23/2/2008

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder