20.12.2010

HEVPEYIVÎN BI HUNERMENDA BEDEW ŞÎLANÊ RE

Şîlan ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa xwe bikî?

Ez di sala 1979’an de li Diyarbekirê hatim dinê. Ez heta 8 saliya xwe li Diyarbekirê jiyam, piştî wê em çûn Swêdê, ji wê demê (ji sala 1989’an) û virde ye em li wir dijîn. Eslê me ji Dêrikê ye. Tevî min em du bira û xwişkek in. Min mekteba bilind a bi navê İnternational Make Up Centerê xelas kiriye. Ez zewicandî me û bi navê Roxsana keçeke min heye.

Jiyana te ya hunerî kîngê dest pê kir?

Jiyana min a hunerî di 12-13 saliya min de bi awayê amatorî dest pê kir. Ez hê zarok bûm dê û bavê min bi muzîkê mijûl dibûn. Mijûlahiya dê û bavê min a bi muzîkê li ser min tesîreke mezin pêk anî û bi saya teşwîqkirina wan min ji muzîkê gelek hez kir. Gava min stran digotin, ên guhdariya min dikirin dengê min diecibandin. Ew ecibandina hanê ji bo min dibû çavkaniya motîvasyonê. Digel vê yekê şevên şahiyan pêk dihatin, ez jî tevî komên muzîkan dibûm û min ligel wan stran digotin. Di  pîrozbahiyên Newrozê de derdiketim ser dikê û min hunera xwe îcra dikir. Di sala 1997’an de Federasyona Kurdî cara yekemîn li Swêdê di kategoriyên deng û muzîkê de pêşbirkek saz kir, di jûriyê de şexsiyetên berketî yên wek Şivan Perwer, Dilşad Seîd, midûrê konservatuara Swêdê cih girtibûn. Ez ketim pêşbirkê û bûm yekemîn. Min bi yekemîniya pêşbirkê re  êdî bi awayekî profesyonelî xebatên xwe domand.

Te heta niha çend album çêkir?

Min heta niha albumek çêkir, navê wê “Yara Min” bû.

Te albuma “Yara Min” li ku û çawa çêkir?

Min binesaziya albuma xwe li Stockholmê çêkir û bi pişt re em çûn Elmanyayê me li bajarê Dusseldorfê tiştên mayî xelas kir.

Gava te dest bi xebata albumê kir bêtir kê alîkariya te kir?

Bêtir malbata min alîkariya min kir.

Tu niha xebata albuma xwe ya duwemîn dikî. Gelo xebata te di kîjan merhaleyê de ye?

Me li Diyarbekirê binesaziya stranan hema hema xelas kir. Niha ji bo tiştên mayî yên wek sazên joresaziyê, mîks û masterîngê hevalekî aranjor li Îstenbolê li ser dixebite. Heger problem derneyê albuma min dê di demeke kurt de biqede.

Tu ji xeynî muzîkê karekî din dikî?

Ez makyoz (make up artist) ango pisporê makyajê me. Ez vî karî bi awayekî profesyonelî dikim û gelek jî jê hez dikim. Jixwe ez bi karê makyoziyê debara xwe dikim..

Tu rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?

Muzîka Kurdî îro gelek pêşve çûye, di merhaleyeke baş de ye. Berhemên xweş ên bi kalîtê derdikevin holê. Hunermendên hêja pêk tên. Lê divê kes bi bingeha, bi orjînalîteya muzîka Kurdî nelîze.

Te divê tu biçî Kurdistana Başûr û li wir konseran bidî?

Belê. Min divê biçim Kurdistana Başûr û li wir li pêşberî gel konseran bidim, wan ji nêzîk ve nas bikim û bi wan re têkiliyan deynim. Xeyala min a herî mezin ev e. Min divê di demeke herî kurt de vê xeyala xwe bi cih bînim.

Armanca te ya herî mezin a di warê muzîkê de çi ye?

Min divê ez bi hunera xwe bibim hunermenda herî baş.

Şîlan ji bo hevpeyivînê gelek sipas dikim û serkevtinê ji bo te dixwazim.

Ez jî sipas dikim.

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî


Çavkanî: Netkurd

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder