20.12.2010

HEVPEYİVÎN Bİ HUNERMEND FARQÎN RE

Ji kereme xwe re tu dikarî piçekî behsa xwe bikî?

Ez di sala 1969’an de li gundê Pîrexala ya ser bi Farqînê ve hatime dinê. Min heta mekteba navîn xwendiye. Ji ber ku hin pirsgirêk çêbûn nebû ku min xwendina xwe bidomanda. Em di sala 1972’an de koçberî navenda Farqînê bûne. Piştî wê jî ji ber ku bavê min kedkar bû, Kurdekî dilsoz û welatparêz bû, pirsgirêkên wî yên siyasî hebûn, em di sala 1980’î de ji Farqînê derketin û çûn bajarê Kocaeliyê. Ez zewicandî me, pênc heb jî zarokên min hene; du keç û sê kur.

Piştî wê te çi kir?

Di 1991’ê de li Îstenbolê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) vebû. Bi pişt re ez çûm wir serdana wan. Li wir bi gelek kom û hunermendan re û bi Koma Azad re têkiliyên min çêbûn. Di sala 1992’an de vegeriyam Diyarbekirê û li şaredariyê ketim kar. Navenda Çanda Mezopotamya di sala 1993’an de ku li Amedê jî vebû, min ji wan re got ez dixwazim li vir bixebitim. Demekê wusa ez çûm û hatim. Bi pişt re elemanên Koma Azad Tûran, Şîlan û Bawercan gotin em dixwazin tu bi me re bixebitî, min got ka ez bifikirim, wan got welle nabe ku tu bifikirî, divê tu bi me re bixebitî. Bi pişt re min dev ji xebata şexsî berda û tevlî Koma Azad bûm. Piştî ku ez tevlî Koma Azad bûm, wek tu jî zanî me dest bi xebata kaseta xwe ya yekemîn “Şemal” kir. Di kaseta “Şemal” de çend stranên te yên zehf girîng û nirxdar jî hebûn. Di çêkirina kasetê de bi giranî Merdan û Tûran keda xwe rijandin, derhêneriya wê kirin. Ez dikarim viya bibêjim, xebata kasetê kolektîf bû. Merdan, Celal Xoce û Xanemîr piştgiriya me kirin, NÇM jî her tim bi xebata me eleqedar bû.

Tu kîjan enstrumanan dikarî bikar bînî?

Ez dikarim piçekî li tembûrê xim. Ji xeynî wê  ez karim hin aletên perkusyonê lêxim.

Tu çi karî dikî?

Ez xebatkarê şaredariya mezin a Amedê me.

Dema te hê nû dest bi muzîkê kir bêtir tesîra kîjan hunermendan li ser te çêbû?

Bêtir tesîra Hozan Şiyar û Koma Azadî li ser min çêbû. Şivan Perwer jixwe tesîra xwe li ser me hemiyan pêk anîbû. Piştî ku ez di warê hunerê de piçekî din pêşve çûm min Mehemed Şêxo nas kir, tesîra wî li ser min zehf çêbû.

Di navbera “Şemal” û “Bihuşta Min” de gelek zeman buhurî. Gava we kaseta “Şemal” çêkir teknolojî ew qas pêşve neçûbû, îmkanên we xirab bûn. Lê we gava “Bihuşta Min” çêkir teknolojî zehf pêşve çûbû, îmkanên we zehf baş bûn. Tu dikarî kaseta yekemîn û ya duwemîn muqayese bikî?

Teknîka 1993’an û ya 2001’ê pir cuda ye. Di navbera her du kasetan de nêzî deh salan ferq heye. Di nav deh salan de li dunyayê gelek guhartin çêbûn. Di sala 1993’an de dema me kaseta xwe ya yekemîn çêkir komputer hebûn lê ne ew qas pêşketî bûn, ne pak bûn, zêde nikaribûn bixebitandana. Mesela wê çaxê me enstrumanan bi awayekî zindî lêdixist, me her tiştî qeydê şerîtan dikir. Heger me xwe şaş bikira em dîsa dihatin serî û me ji nû ve lêdixist. Wê demê karê tomarê gelek bi zehmet bû. Lê belê dema me kaseta duwemîn çêkir şert û îmkan gelek pêşve çûbûn, studyo êdî bi komputeran dixebitîn û teknolojî bi awayekî ecêb pêşketibû.

Gelo tu dikarî bibêjî kaseta yekemîn kaseteke profesyonel bû?

Belê, ya yekemîn li gor wê demê kaseteke profesyonel bû. Li ba dilê min kaseta Koma Azad a herî baş “Şemal” bû. Ji ber ku kaseta yekemîn bû, me di zor û zehmetiyê de çêkir. Şert û îmkanên wê demê zehf nebaş û giran bûn. Li vî welatî xwîn dihate rijandin, mirov dihatin kuştin. Di “Şemal”ê de stranên xweş ên wek Şemal, Dayê Kurdistan, Şerê Azadî, Bes e Delala Min, Heywax Delal, Şox û Şeng hebûn, ku ew stranên hanê hestên mirovan dianîn ziman. Li ba dilê min “Şemal” ji aliyê manewî de xwediyê cihekî girîng û nirxdar e.

Kaseta “Şemal” teqrîben çend heb hat firotin?

Hesabê ku ji me re resmî hat gotin di navbera sed-du sed hezarî de ye. Lê korsan jî ji pênc sed hezarî berjortir e.

Tu dikarî piçekî jî behsa albuma “Bihuşta Min” bikî?

Di sala 2001’ê de me kaseta xwe ya duwemîn “Bihuşta Min” çêkir. Me li Îstenbolê çêkir, zêdetir ez, hevalê me Ehmed, Bulent Yildirim û Hecî li serê xebitîn. Me mesrefa wê bi awayekî çareser kir û bi wî awayî me dest pê kir. Di kaseta “Bihuşta Min” de bi rastî stranên me tevde xweş bûn. Lê hestên milet cûda ne. Lewre di albumê de strana “Xerîb im” pir zêde bi ser ket, pêvajoya wê demê, hestên Kurdan ên netewî bû sedema hezkirina wê stranê. Strana “Êdî Bes e Lê Dayê” jî ji hêla gel ve wê demê zêde zêde hate ecibandin. “Hêjîra Çiya”, “Ez Dara Jînê Me”… yanê di albumekê de ancax ew qas stran tên hezkirin. Hema di nav wan stranan de strana “Xerîb im” bû xwediyê cihekî taybet. Tirkan jî hez ji “Xerîb im”ê kirin û gelek caran wan jî wê stranê distra.

Wê demê gava hûn diçûn konseran çi dihat serê we?

Gava em diçûn konseran li hemû deran polîsan problem derdixistin, digotin hûn ê vê stranê (Xerîb im) nebêjin, hûn bi vê stranê silav û mesajan ji hinek deran re dişînin. Ev stran û strana “Êdî Bes e Lê Dayê” bi salan ji aliyê  RTÜK’ê (Lijneya Raser a Radyo û Televîzyonan) ve hate qedexekirin.

Pekî albuma “Bihuşta Min” teqrîben çi qas hate firotin?

Yanê heger meriv tevî korsanan bihesibîne dikare bi rehetî bibêje bi milyonan hat firotin. Lewre gava tu (Koma Azad) dertê qadekê, tu dertê konserekê tu dinêrî 500-600 hezar însan hene. Di Newroza 2002’an de li Diyarbekirê, ji me re nimûne ye, gotin di dîroka Diyarbekirê de ew qas însan yekemîn car e li vir kom dibin, nêzî milyonek kes bûn. Milyonek kes rabû vê stranê bi hev re bi carekê gote. Me dev jê berda millet got. Heta li ser wê jî êdî ji min re kirin mesele, gotin tu stranê xwe dibêjî ne hewce ye tu bibêjî, milet dibêje tu ji xwe re rûne çayê vexwe (bi henek.)  Ji ber strana “Xerîb im” li min wusa kirin.

Piştî albuma “Bihuşta Min” Koma Azad çû kuderê, xebatên xwe li ku domand?
Li Diyarbekirê di sala 2003’an de Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê vebû. Em hatin Diyarbekirê û me (Koma Azad) di sala 2004’an de di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê de xebatên xwe domand. Me di sala 2005’an de jî albuma xwe ya dawîn “Şar” çêkir. Sedemê xebatên me yên ku em dikin, albumên me, stranên me hemû li ser vê axê ji bo aşitî, biratî, wekheviyê ye.

Em werin ser mijara albuma te ya solo “Roj Wê Bê.”

Esas di sala 1988’an de min dest bi vî karî kir û di sala 1990’î de kaseteke bi navê “Zimanê Kurdî Zimanê Me ye” çêkir. Ji ber wê yekê jî min dixwest, di hijde salî, bîst saliya xwe ya hunerî de albumeke solo çêbikim. Min dixwest hinekî be jî hestên xwe bi awayekî solo bînim zimanî. Fikreke wusa di min de çêbû û min di sala 2006’an de biryarek da û dest bi albuma xwe ya solo kir. Di xebata albuma min a solo de hemî hevalên min ên wek te, ên di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê de dixebitîn piştgirî dan min, bi dil û can alîkariya min kirin. Ku bi rastî keda wan pir zêde ye. Ji ber vê yekê ez sipasiyên xwe pêşkêşî wan dikim. Pêşî me nêzî 60 heb stran hilbijart, paşê me wan daxist 25 heban. Di encamê de me wan daxist 11 stranan û me repertuar temam kir. Şaredarên Amedê û yên li derveyê Amedê bi her awayî bûn alîkar. Ez sipasiyên xwe pêşkêşî wan dikim. Digel vê yekê xanima min, zarokên min ji bo albuma min bi her awayî alîkariya min kirin. Malbata min zêde piştgiriya min kir. Malbata min di demên baş û nebaş de her tim li ba min bû.

Te albuma xwe ya solo “Roj Wê Bê” li ku û bi kê re çêkir?

Aranjoriya wê Omer Avci kir. Omer Avci carekê hatibû Diyarbekirê, ji bo atolyeya rîtimê, çend roj bûbû mêvanê me. Piştî wê wext buhurî, Omer got heger fikreke te ya wusa (çêkirina albumê) hebe ez dixwazim piştgiriya te bikim. Heger fikra te ya albumê hebe, min divê ez alîkariya te bikim. Bi alîkariya Omer min vê projeya xwe li dar xist. Di sala 2007’an de me dest bi amadekariya albumê kir. Min demoya xwe li studyoya Serkan (Studyo Serkan) çêkir. Strana “Roj Wê Bê” bi naveroka xwe bi pêvajoyê re ahengeke xweş pêk anîbû. Ji ber wê yekê me hem navê wê li albumê danî û hem jî me ji wê stranê re remîks çêkir. Seîd Yildiz, ku wî albuma “Şar” çêkiribû, ji min re got ez dixwazim alîkariya te bikim, hema tu çi bixwazî ez hazir im, min jî got tu çi dixwazî bike, got wê çaxê ez remîksa strana “Roj Wê Bê” çêbikim, û bi wî awayî wî jî ji wê stranê re remîks çêkir.

Eleqeya milet çawa ye? Ji bo albuma te çi dibêjin?

Eleqeyeke germ heye. Gelek însan tên min pîroz dikin, bi telefonan li min digerin, mesajan dişînin û hestên xwe yên xweş di der heqê albuma min de tînin zimanî.

Tu albuma xwe “Roj Wê Bê” çawa dibînî? Li gor dilê te çêbû an na?

Ji sedî sed tiştên ku meriv dixwaze pêk nayên.
Aboriya merivî baş be meriv wê çaxê dikare albuma herî baş a tam li gor dile xwe çêbike. Lê ya min ji ber ku min di wî warî de jî zehmetiyên mezin dît, xebata min wekî min dixwest çênebû. Heger derfetên min zêde bûna, pereyê min zehf bûya albuma min jî dê ji sedî sed albumeke çak û delal bûya. Mixabin em hunermendên Kurd ji hêla aboriyê de her tim rastî astengiyan tên.

Hunermenda ciwan û delal Yekbûn gava albuma xwe ya dawîn çêkir 35 milyar pere lê xerc kir. Di albuma wê de tevî wê du aranjorên din jî aranjorî kirin. Gava tu albuma xwe û ya wê bidî ber hev, muqayese bikî tu dikarî çi bibêjî?

Di nava albuma min û ya wê de ferqeke pir mezin heye. Mesrefa wê ji mesrefa min sê qat zêde ye.

Pekî tu ji albuma xwe memnûn î?

Ez memnûn im. Eviya hêviyeke wusa zêde mezin nîn bû. Min beriya demeke kurt ji Omer Avci re jî got xwezî te strana Roj Wê Bê hinekî bi lez çêbikira, hema Omer gote hesta vê stranê ev e, ji ber vê yekê min wusa çêkir. Albuma min tevî hemû stranên xwe li gorî dilê min çêbûye, yanê min albuma xwe bi her awayî qebûl kiriye. Miletê ku li min digerin xeber didin hemû diecibînin, hestên gelek xweş tînin zimanî. Min bi kasetfiroşekî re xeber da, dibêje ji bo ku em albumê bifiroşin çima stranên wusa bi lez nîn in? Min jî got mesela min ne ew e, ku hûn îlle albuma min bifiroşin, hûn difiroşin nafiroşin ew problema we ye. Min tişteke hunerî çêkiriye û pêşkêşî gelê xwe kiriye, ku tê de hestên Kurdayetiyê, hestên netewî hene. Yanê tiştên ku me xwestiye em bikin ji sedî heftêyê wê me pêk aniye.

Mirovên li derdora te, hunermend rexneyên çawa li albuma te digirin?

Nêrîna wan cuda ye. Hinek hunermend carna rexneyan li min digirin, dibêjin çima bi dengê te lîstine. Halbû heger hunermend min baş bişopînin dê bibînin dengê ku ez li derveyê albumê bikar tînim zêde la û sî ye. Ê ne min niha çawa kiriye, zêde dengê la nexebitandiye, min dengê sol xebitandiye, min dengê fa xebitandiye. Jixwe normal dengê ku ez pê xeber didim fa ye. Min vî dengî pêk aniye, cihê ku tîz bû min pes kiriye. Ew jî ji wan re ecêb tê, dibêjin te çawa wusa kiriye, dengê te ecêb tê, wekî ku ev ne dengê te be. Lê hema dibêjin pir baş e. Li ser vê yekê jî ez eşkere bibêjim, ku min ecibandiye.

Di albuma te de çend stran cih girtine?

Di albuma min de 12 stran cih girtine. Tê de stranên xweş hene. Mesela “Ba û Ta”, “Roj Wê Bê”, “Ev Dilê Min”, Çîçekê”, Şêrîn Gulê”, Newroza Min”… Yanê evana bi rastî jî kesên ku baş guhdar bikin ew ê bizanibin çi tê de ye. Taybetiyeke din jî heye, mesela aniha tu jî li vê derê yî ez bibêjim, ji min re dibêjin te stranên Seyda (Mustafa Gazî) çima nexistiye repertuara xwe negotiye, min got vê carê bê Seyda em albumekê çêdikin. Min xwest hemû hevalên li Diyarbekirê, yên ku li bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê dixebitîn zêde keda wan bira tê de be. Seyda ji bo me mirovekî cuda ye. Stranên Seyda hebek di albumê de tunebe jî jixwe ew bi her awayî piştgiriya me dike, alîkariya me dike, di vê albumê de jî bi fikir Seyda ji min re bûye alîkar. Hema me got em wan kesên ku nayên naskirin, ên bi muzîkê mijûl in teşwîq bikin. Îro me straneke wan girt xwend, ew ê motîve bibin û sibê du stranên din çêbikin û bi vî awayî bestekarên nû dê pêk bên. Li ba dilê min ev tişteke rast bû ku me rê li ber wan vekir. Mesela “Newroza Min” a xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê Apo û  Memed abê, “Ev Dilê Min” a mamoste Ednan Xoce, “Ba û Ta” ya hevalekî me yê navê wî Semîh e, berhevkarên stranên gelêrî “Şêrîn Gulê” û “Çîçekê” Neşet Xoce û Sedran Xoce ye, muzîka “Roj Wê Bê” ya Berat Yildiz e, nîvê gotinên wê min nivîsî, nîvî jî ya malbata Çamlibel bû.

Te klîb da çêkirin?

Erê, me ji strana “Roj Wê Bê” re klîbek da çêkirin.

Dema albuma te derket te ji bo wê şeveke danasînê lidar xist. Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa wê bikî?

Ji bo danasîna albumê me got em şevekê lidar xin, min bi hinek hevalan re xeber da û me amadekariya xwe kir. Di şeva danasînê de gelek kes hatin, yên ku nehatin jî bi telefonan li min geryan, uzrê xwe xwestin, min pîroz kirin. Di şeva danasînê de mirovên hêja yên wek Aram Tîgran, Kerem Tahar Gerdenzerî, Koma Aheng, Jan Axîn, Mirady, Osman Baydemir, Firat Anli, Abdullah Demirbaş, Zulkuf Karatekin, wekîlê Yurdusev Ozsokmenler, Şeyhmus Bayhan, Murat Batgi, Necdet Atalay, nûnerên saziyên cuda cuda û bi sedan kes cih girtin. Bira min bibexşînin niha hin nav nayên bîra min. Bi beşdarbûna wan re dilê me teva geş bû. Mebûsên me ji ber ku karê wan hebû nikarîbûn bihatana, lê bi telefonên xwe li min geriyan, ez pîroz kirim. Ji derdoran gelek mesaj hatin, silavên xwe dişandin. Ez sipasiyên xwe pêşkêşî wan teva dikim, ji ber ku wan piştgiriya min kir, ez bi tenê nehîştim.

Pekî Koma Azad berdewam dike, ne?

Belê, Koma Azad berdewam dike.

Bi qasî ku ez te nas dikim terza te muzîka klasîk ango muzîka kevneşopî ye. Jixwe di vê albuma te ya solo de terza te, dengê te rasterast xwe diyar dike. Lê terza Koma Azad terzeke nûjen e. Koma Azad di albuma xwe ya yekemîn û duwemîn de bi giranî enstrumanên Rojavayî bi kar aniye.

Di Koma Azad de formê dengê min cuda ye. Yanê stranên ku ez di albumên Koma Azad de dibêjim rock in, pop in, stîla xwe cuda ye, lê belê di albumên min ên solo de terza min klasîk e. Koma Azad komeke netewî ye. Ez pê re heta dawiyê xebatên xwe dewam dikim û naveroka wê çi be, ez ê wek endamekî xebatên xwe bidomînim û piştî vê jî ez ê stîla xwe ya di Koma Azad de bi heman awayî biparêzim. Ez dikarim viya bibêjim, ku albuma Koma Azad a nû dê dewama albuma “Şar” be.

Hin kes bi dû populîzmê ketine. Tu di der heqê wan de çi difikirî?

Herkes ketiye dû populîta xwe. Evana dibêjin em ê çawa xwe bidin naskirin. Niha evana li milet dinêrin, ka çi bala milet dikişîne? Muzîka fantazî, muzîkên populer… evana jî li dû van tiştan digerin. Çi bala mirovan bikişîne ew jî diçin li dû wan, zêde li dû tiştên dûrî çanda Kurdî digerin. Wexta ku li dû wan tiştan bigerin milet dê demekê guhdariya wan bikin, piştî wê jî êdî dê guhdarî nekin. Ji qewlê bav û kala de ya wan “serî qûç e binî pûç e!”

Farqîn heger tu bi awayekî fireh bifikirî divê tehmûla wan bikî. Warê muzîka Kurdî warekî fireh e, divê herkes bi her terzê (pop, rock, blues, jazz, rap, hwd.) tê de cihê xwe bigire.

Kî dixwaze bi çi awayî dike bira bike. Dixwazî bira rap bike, dixwazî bira rock bike, dixwazî bira erebesk û pop bike. Bira bi Kurdî be, bira miletê Kurd jê hez bike. Bira rûmeta gelê Kurd nekeve bin piyan. Bira bi rûmeta gelê Kurd nelîzin. Bira ji populîzmê dûr bikevin. Bira wek Tarkan hunermendekî me Kurdan jî hebe, kes tiştekî nabêje yanê.

Xortên hijde-nozdeh salî an ew ê bi Tirkî bikin an bi Kurdî. Lê heger bi Kurdî bikin û di bin kontrola mirovên wek me de bin ew ê kêrî gelê xwe, kêrî muzîka Kurdî bên, ew ê xizmeta muzîka xwe bikin, ew ê bi ser kevin.

Di bin kontrola merivên wek me û saziyên Kurdî de bin dê gelek baş be, wê çaxê ew ê ji bo Kurdî tiştên xweş bikin. Lê heger di hemî jiyana xwe ya rojane de Tirkî xeber bidin, têkiliyên wan bi Tirkî be û derkevin pêşberî gel û bibêjin em hunermendên Kurd in, ev çewtiyeke mezin e û em vê yeka hanê qebûl nakın. Evana problemên mezin in. Niha xortê hijde salî dest bi vî karî dike, du roj dibuhure diçe dibêje “na yaw Ciwan Haco kî ye, ez ji wî baştir stranan dibêjim û ji wî baştir vî karî dikim.” Divê mirov problemên wusa çareser bike. Piyaseya muzîka Kurdî heye, piyaseyeke pir mezin e, herkes dikare jê feydeyê bibîne, lê kesê ku dest bi vî karî bike berî her tiştî hurmetê nîşanî ew kesên ku bûbin rûmeta gelê Kurd, ên ku ji bo gelê Kurd indî taybetiyên xwe hene bide, divê piçekî ji wan re giramiya wan hebe. Ne ku li ber wan xweş bikin û li pişt wan jî reş bikin. Hunermendên Kurd mecbûr in rojê miheqeq li derekê bên cem hev, lewre sîstem mala me xera kiriye, yanê bi hezar salan e ziman û çanda me binpê ye. Hetanî îro kesî nikarîbû bigota Kurd hene. Piştî ku pêvajoyeke xwerû bi berxwedan, bi têkoşîn derbas bû indî herkes bi rehetî dikare Kurd hene, ziman û çanda wan, muzîka wan hene. Li Tirkiyeyê yên herî xweş stranan dibêjin Kurd in, yên herî xweş li tembûrê dixin Kurd in. Ciwanên Kurd ên nûgihîştî enstrumanên muzîkê baş lêdixin. Lê divê ewana vana ji rê dernexin. Berî her tiştî em Kurd in. Kurd ziman û çandeke wan heye, jiyaneke wan heye. Yek gava bibêje ez dizwazim dest bi muzîka Kurdî bikim divê beriya her tiştî bi ziman û çanda xwe bizanibe, dengbêj û stranbêjên mezin ên wek Reso, Şakiro, Huseynê Farî, Şakirê Qereyaziyê, M. Arif Cizrawî, Hesen Cizrawî, Eyşe Şan, Mehmûd Kizil, Gulbahar, Mihemed Şêxo, Îsa Berwarî, Tehsîn Taha û Meryemxanê nas bike. Heger mirov van şexsiyetên mezin ên keda xwe di warê muzîka Kurdî de rijandine nas neke, bi wan nizanibe, bi ziman û çanda xwe nizanibe dê nikaribe ji hêla muzîka Kurdî de bingeheke saxlem ava bike.

Hin hunermendên me ji ber ku ji hêla saziyên Kurdî ve ji bo konser an çalakiyan nehatine vexwendin xeyidîne. Tu di der heqê wan de çi difikirî?

Ê ne îro tu zanî em çawa dikin, îro kî ji xwe re tembûrê lêdixe du stran hîn dike, tê dibêje bi Xwedê ez jî hunermend im, ez jî bi Kurdî dibêjim. Paşê hinekî dertên dibêjin em rock çêdikin, dest bi rockê dikin, tu ji wan re programan nanivisînî ango eyar nakî, nayên programan dibêjin milet li me xwedî derneket ez ê indî dev ji vî karî berdim. Erê birako ma gava te dest bi vî karî kir te ji me pirsî te dest pê kir? Te ji Seyda pirsî te dest bi vî karî kir, Seyda salên xwe daye vî karî. Ka were bibêje Seyda tu vî karî çawa dizanî, em karin çi bikin yanê. Napirsin, herkes li malê hesab û kitabê xwe dike, tê hesab û kitabê wî li çarşiyê li hev nanêre, paşê pişta xwe dide milet û dibêje ez indî ji bo we nastrêm. Nabêje nebêje, milet li te nemaye yanê! Ê ku girêdayiyê vî gelî be, yê ku dengê  vî gelî be, yê ku stranên wan bibêjin, yên ku bi salan dibêjin evana gel jixwe wan înkar nakin. Yekî wek Şivan Perwer kes nikare înkar bike, komeke wek Koma Berxwedan kes nikare înkar bike. Aramê Tîgran kî dikare înkar bike. Rûmetên ku çûne bin axê, kî dikare wan înkar bike… Lê hema tu yê hetanî gelek salan bi Tirkî lêxî bibêjî, paşê tu yê bibêjî welle ez staranên Kurdî dibêjim de bira Kurd li min xwedî derkevin. Tiştê wusa tune. Ev helwesteke çewt e.

Piştî salên 1990’î gelek kom ava bûn, gelek hunermend peyda bûn, wan di çalakiyên cuda de xwe nîşan didan, album çêdikirin, konser didan, derdiketin bernameyên radyo û televîzyonan. Lê îro em ji wan kom û hunermendan gelekan qet nabînin. Album nayên firotin, fîrmayên muzîkan ketine krîzeke pir mezin. Pekî tu vê rewşê ango rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?

Mamoste tu wek kedkarekî muzîkê rewşa muzîka Kurdî ya îro xirab dibînî. Ez jî tevlî fikra te dibim. Rast e, album nayên firotin. Ku ev rewşa neyînî ji ber teknolojiyê ye. Lê meseleyeka dinê heye, ez bibêjim gelek kom hebûn, gelek şexs hebûn dihatin Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê vî karî dikirin, lê ev sazî cihê pereyan nîn bû. Ew hesta Kurdayetiyê, hesta netewî di dilê meriv de hebe dê tu carî xwe ji bo pereyan nehetikîne, dê her dem ji bo doza xwe, ji bo gelê xwe bi vî karî mijûl bibe.

Farqîn ez te gelek baş nas dikim. Tu bi salan e bê rawestan di riya çand û hunera Kurdî de keda xwe dirjînî. Te li hember zorî, zehmetî û zextên dewletê bi serbilindî têkoşîn da, ku hê jî ev helwesta te berdewam dike.

Min vana ji bo çi kiriye mamoste? Gelek kes bi min re mane, gelek hevalên min hebûne îro ne di nav me de ne ango rehmet kirine, ez rûmetê ku wan ji me re hîştine ez xwe hewcedar dibînim xwedî lê derkevim. Min gote berî her tiştî ez Kurd im, ez dixwazim di rêça Kurdên niştimanperwer de bimeşim, ez dixwazim vî karî bikim ji bo vî miletî, ji bo ku ev çanda pîroz hinda nebe, ji bo ku ev ziman têk neçe. Lewre sîstemê siyaseta xwe li ser tunekirina ziman, çand û hunera Kurdî ava kiriye. Eviya bangek e, hemû hunermendên Kurd dikarin bi vê yekê karê xwe bikin. Mesele aborî nîn e. Ez li vê derê her hefte diçim dawetên sê çar nas û dost û hevalan û pênc quruş pere nastînim. Gelek mirov ji min re dibêjin meçe, lê ez diçim. Lewre ez ji nav wan derketim û bûm xwediyê cihekî wusa. Min di 1993’an de li vî memleketî hem çopê paqij dikir hem jî diçûm ji gelê xwe re stranan digot, derdiketim Medya Tv, diçûm çalakiyên hunerî yên cuda cuda.

Gelek mirov hene bi hunerê mijûl dibin û bi ser de jî dibêjin em Kurd in lê dema çavê wan li pera dikeve Kurdayetiya xwe ji bîr ve dikin. Min gelek stranbêj, dengbêj dîtin ku bi xeberdanên xwe wek milîtanan in, lê bi kirinên xwe xwefiroş in.

Rast e. Yanê meriv bi fikir girêdayiyê kuderê dibî bibe ewiya tiştekî cuda ye, hema em Kurd in, em stranên xwe ji bo rûmeta Kurdan, ji bo Kurdayetiyê dibêjin. Yên ku em anîne îro, ew Kurdên wêrek û mêjîpak in, ku di vê riyê de bi can û malên xwe bedêl dane. Em dixwazin bibin dengê wan kesan. Em dixwazin bibin dengê Kurdên feqîr û belengaz, Kurdên ku gundên wan hatine şewitandin û ji warê xwe koçber bûne û hatine kuçe û kolanên Amedê ji çopa xwarinan berhev dikin. Stranên ku me heta niha gotine ji bo wan şexsan in, ne ji bo menfeetperestan in.

Tu di warê muzîka Kurdî de bûyî xwediyê cihekî girîng. Piştî vê cihê ku te divê tu bigihîjê kuder e?

Mamoste min dixwest li ser muzîkê kesekî zana bûma. Teoriya min tuneye û li ser wê jî min qet hewl neda xwe ku li ser wê yekê pêşve biçim. Ez alayî me. Em di wî warî de paşve man. Îmkanên min tunebûn, ji ber ku ez di rewşeke nebaş de bûm şert pêk nehatin ku min xwe pêşve bibira. Lê armanca min, tiştê ku dixwazim bikim, heger di pêşerojê de îmkan çêbibin, ji kesên ku dixwazin vî karî bikin re bibim mînak, bibim alîkar, ji wan re rêberti bikim, pêşiya wan vekim. Heger di pêşerojê de derfet pêk bên ez dixwazim li Amedê pêşengiya akademiyeke muzîka Kurdî (çand û huner jî di nav de) bikim. Ev tenê bi min pêk nayê, ez bi fikr û pêşniyariyên xwe ango bi her awayê manewî ancax karibim ji bo akademiyeke wusa alîkarî bikim. Akademî ji vî bajarî re lazim e û gelek girîng e. Bira ciwanên me bi awayekî zanistî bi muzîkê mijûl bibin, bira mamostayên Kurd pêk bên, bira muzîka Kurdî, çand û hunera Kurdî bi awayekî zanistî were vekolandin.

Xeyala te ya herî mezin çi ye?

Ez dixwazim li welatekî azad û demokratîk hunera xwe bi dilekî şa îcra bikim.

Ez vê pirsa jorê hema hema ji hemû hunermendan dikim, dibêjin ez dixwazim li Amedê di Newrozê de derkevim pêşberî gel.

Min wan xeyalên xwe pêk aniye. Min di salên 1990’î de di Newrozan de stran digotin.

Tiştekî ku tu ji bo ciwanên bi muzîkê mijûl dibin re bibêjî heye?

Yên ku bi muzîkê mijûl dibin, ên vî karî dikin pêşniyariya min ji wan re ev e; bira li nirxên xwe, li pakrewanên ku me anîne van rojan xwedî derkevin. Heger ew dixwazin li tembûr û gîtarê xin, stranan bibêjin, bibin hunermend derkevin ser dikê divê vî karî bi zanistî bikin. Bira wek me nebin, bira nebêjin alayî ne, bira nebêjin ji notayê fam nakin, bira nebêjin teoriya wan a muzîkê nîn e.

Farqîn ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.

Ez sipasiyên xwe yên taybet pêşkêşî te dikim, ji ber ku tu bi rastî jî Kurdperwerekî cuda yî. Bira tu kes van gotinên min wek reklam fam neke, tu (Mustafa Gazî)  di vî memleketî de yekî tenê yî, li ser çand û hunera Kurdî, li ser muzîka Kurdî dixebitî û gelek berhemên te jî şexs dibêjin û gelek berhemên te jî hestên Kurdan tîne zimanî. Ji ber vê yekê jî ez sipasiyên xwe pêşkêşî te (Seyda ango Mustafa Gazî) dikim.

Ji bo van gotinên te yên xweş sipasiya te dikim û ji bo te serkevtinê dixwazim.

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî


Çavkanî: Netkurd 11/8/2008

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder