Ez di sala 1978’an de li Diyarbekirê hatim dinê. Dibistana seretayî, ya navendî û lîseyê min li vî bajarî xwend. Bi piştre min du salan li Zanîngeha Dîcleyê xwend, lê ji ber ku min dixwest di mijara muzîkê de xwe pêşde bibim min îmtihanê kar kir û min îjarê li bajarê Wanê li Zankoya Yuzuncu Yilê, di Beşa Perwerdeyiya Muzîkê de dest bi xwendina xwe ya bilind kir.
Jiyana te ya muzîkê çawa dest pê kir?
Demekê navendeke çandê hebû, navê wê MED-KOM bû. Li lîseyê di sinifa dawiyê de bûm, hevalekî min hebû, wî ez birim MED-KOMê, li wir ez bi Mustafa Gazî (Seyda) re dam naskirin. Hevalê min got dengê Şoreş gelek î xweş e, Mustafa Gazî gava ev gotin bihîstin bi qirika min girt û got, tu yê stranekê ji min re bibêjî, ka hela dengê te çawa ye. Min pir fedî kir û hema tavilê ji wir reviyam çûm. Piştî çend mehên dirêj em dîsa çûn MED-KOMê. Mustafa Gazî ez dîtim û got, tu îjarê ji destê min nikarî xelas bibî, tu yê stranekê bxwînî. Ez ji mecbûrî rûniştim û min stranek xwend. Piştî xwendina stranê Mustafa Gazî got, welle dengê te pir xweş e, tu êdî li vir bi me re bixebite, ez ê bi her awayî alîkariya te bikim. Piştî wê ez êdî di bin banê MED-KOMê de xebitîm. Me li wir komeke muzîkê ava kir û cara yekemîn min di nav wê komê de bi kolektîfî xebat kir. Di nav pêvajoya xebatên MED-KOMê de ji hêla muzîka Kurdî ve ez gelek î pêşde çûm. MED-KOM ji bo min bû wek dibistanekê. Mustafa Gazî ji her alî de û bi her awayî destek da min û her tim jî ez motîve kirim.
Te gava dest bi muzîkê kir, tesîra kesî li ser te hebû?
Dema ez zarok bûm, bapîrê min kilamên (stranên) Kurdî distra û ez pir di bin tesîra wan kilaman de dimam. Li aliyê din bavê min jî bi dengê xwe yê xweş gelek caran distra, bi stranên ku wî digotin re ez diketim nav heyecaneke mezin.
Albuma “Fîsqaya”yê di havîna 2006’an de derket pêşberî muzîkhezan. Ev album li ku hat çêkirin û astengiyên ku derketin pêşiya we çi bûn?
Me beriya du salan li Diyarbekirê dest bi xebata albumê kir û me dîsa li wir album qedand. Ez dikarim viya bibêjim ku ev album hema hema bi temamî “made in Kurdish” e. Mustafa Gazî çêkirina albumê bi piranî hilda ser milê xwe. Wî hem derhêneriya albumê kir û hem jî kedeke pir mezin rijand ji bo albumê. Ji serî heta dawiyê ew bi albumê mijûl bû. Ji bo çêkirina albumekê berî her tiştî pere divê, lê pereyê me qet tunebû. Li hêla din me got em ê vê albumê li Diyarbekirê li gorî şertên wir çêbikin. Lê li Diyarbekirê binesaziya muzîkê tunebû û hemû kesan albumên xwe li Îstenbolê çêdikirin. Me biryar da ku em ê albumê li Diyarbekirê û li gorî şertên wir çêbikin. Lê belê gava me dest bi çêkirina albumê kir me nihêrî ku ev kar ne ew qas basît e; lewre li Diyarbekirê ne enstrumanên ku em dixwazin (ên wek gîtara elektro, gîtara bas, saksafon, trompet, trombon, flûta teniştîn û hwd.) hene û ne jî enstrumanîst… Dîsa jî me karê xwe berdewam kir û me ji tunebûnê albumek afirand. Tiştên ku me dixwestin ji sedî heftê tunebûn lê me li gorî şertên heyî xebata xwe bi dawî kir.
Te di vê albumê de binesaziya muzîka Rojava û ya Rojhilat bi hev re bi kar aniye. Tu dikarî behsa vê mijarê bikî?

Li malê, li çarşiyê, li kar, bi kurtahî li her derê bivê nevê em bi awayekî guhdariya muzîka populer a îroyîn dikin. Ez jî di bin bandora vê rewşê de mame. Li şûna ku min wê red bikira, min ew pejirand û bi muzîka Kurdî ya folklorîk re bi kar anî. Min dev ji muzîka xwe ya bingehîn, ya bav û kalê xwe berneda û bernadim jî. Lê min xwest ku hin enstrumanên Rojavayî bi muzîka me ya folklorîk re bi kar bînim û terzeke nû biafirînim.
Tu di bin tesîra kîjan hunermendan de ma?
Min cara yekemîn guhdariya Şivan Perwer kir û wê demê pir di bin tesîra wî de mam. Bi piştre komên Kurdî yên wek Koma Wetan, Koma Amed, Koma Dengê Azadî û Çar Newa bala min kişandin. Di demên pêşde jî min guhdariya muzîkên cîhanê yên wek blues, rock, jazz, muzîkên etnîk; Eric Clapton, Miles Davis, Metallica, Joan Mc Luving û Jharles Parker kir û ez di bin tesîra wan de mam, ku ev tesîr hîn jî dewam dike.
Te qet klîb kişand?
Erê, me ji strana “Fîsqaya”yê re klîbek kişand. Lê belê me vê klîbê bi awayekî amatorî û di nav tunebûnê de kişand. Lê belê desthilatdarê TRT3’ê bi min re hevdîtinek pêkanî û ew ê klîbekê an du klîban bikişînin.
Qasî ku em dizanin tu derket kanalên wek CNNTURK, NTV, SKYTURK. Tu dikarî behsa vê yekê bikî?

Di wî warî de Mustafa Gazî pir xurt e, ku bi saya têkiliyên wî ez derketim gelek kanalên giregir. Di sala 2005’an de albuma min derket pîyaseyê û bi piştre di 17’ê Îlonê de beşdarî bernameya “YENÎ GUN HAFTA SONU” ya CNNTURKê bûm. Di 16’ê Hezîrana 2006’an de beşdarî bernameya “VE ÎNSAN” a NTV’ê bûm. Di meha Çiriya Pêşîn a 2006’an de jî di kanala “SKYTURK”ê de ji bo min bernameyeke pir fireh hate çêkirin, ku ew ê vê bernameyê di rojên bê de biweşînin. Lê niha em ji bo kanalên din ketine têkiliyê.
Ji bo albuma duyemîn tu xebatên te hene?

Erê, em niha ji bo repertuara albuma duyemîn dixebitin. Ez dîsa bi Mustafa Gazî re ji bo albuma duyemîn di têkiliyê de me. Repertuara me ji sedî heftê xelas bû. Hêdî hêdî repertuar dê biqede. Heger problemeke mezin dernekeve pêşiya min ez ê di sala 2007’an de bikevim studyoyê.
Tu yê di albuma duyemîn de dîsa straneke wek “Fîsqaya”yê bixwînî an na?
Erê, ez ê bixwînim. Lewre herkes li benda min e ku ez dîsa straneke ewha bixwînim. Mustafa Gazî ji bo min straneke bi navê Pirêze amade kiriye, ku ez ê wê di albumê de bixwînim. Bi ya min Pirêze jî eynî wek strana Fîsqaya dê were hezkirin.
Ji bo vê hevpeyivînê em gelek sipas dikin.
Ez gelek şad û bextewar im ku we firseteke ewha mezin pêşkêşî min kir. Ji ber vê yekê ez sipas dikim.

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî
Çavkanî: Netkurd 9/11/2006
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder