Ez li Konyayê, li qeza Cîhanbeyliyê, li gundê Încovê hatim dinê. Min heta dibistana navîn xwend, ji ber hin pirsgirêkên neyînî nebû ku min xwendina xwe bidomanda. Tevî min em sê bira û xwişkek in. Ez di sala 2001’ê de hatim Swêdê payîtexta Stockholmê cem bavê xwe. Ez ji wê demê de ye li vir bi malbata xwe re dijîm.
Serpêhatiya te ya muzîkê çawa dest pê kir?
Serpêhatiya min a muzîkê bi awayekî ecêb dest pê kiribû. Min ji nişka ve pereyê xwe yê di nav qûmbereyê de derxist û bi kekê xwe re ji bo kirrîna pisqilêta ku bi şev û rojan ji bo wê digiriyam derketim derve, li ser rê çavê min li dikana enstrumanan, li tembûrên xweşik ket, wê gavê min eşqa dilê xwe, eşqa xwe ya muzîkê ferq kir. Ez û kekê xwe ketin dikana enstrumanan û min ji wir tembûreke xweş kirrî. Ew tembûr ji bo min bû wek hevalekê, wek dostekê. Bi pişt re ez demekê çûm qursa tembûrê û fêr bûm. Paşê min li cem malbata xwe, di nav heval û hogirên xwe de li tembûrê xist û stran gotin.
Hunermendê ku tu di bin tesîra wan de ma hene?
Hunermendê ku ez gelek gelek di bin tesîra wî de mam Ahmet Kaya ye.
Te di warê muzîkê de qet xwe da perwerdekirin?
Tu kîjan enstrumanan dikarî bikar bînî?
Ez dikarim tembûr û orgê bikar bînim. Gava ez diçim bernameyan her du enstrumanan bi hev re dikarim bikar bînim.
Gava tu derdikevî ser dikê, li pêşberî girseya gel dikevî heyecanê?
Mirov gava derkeve ser dikê bivê nevê dikeve heyecanê. Dema ez coşa girseyê dibînim heyecana min gelek zêde dibe, lê çavê xwe digrim û bi wî awayî hunera xwe îcra dikim. Ev rewşa li ser dikê ya bi heyecan haletî ruhiyeya min diguherîne.
Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa albuma xwe “Çi Bêjim”ê bikî?
Belê, albuma min a yekemîn Çi Bêjim piştî kedeke mezin pêkhat. Xebata albumê nêzî salekê ajot. Me binesaziya albumê li Diyarbekirê çêkir, enstrumanên rengî li Îstenbolê da lêxistin. Aranjoriya wê Serkan Tanik, derhêneriya wê Hakan Bukulmez kir. Xebata albumê gelek bi stres ajot, lê belê bi coş û heyecan bû. Ji ber ku albuma min a yekemîn bû ez zehf bi heyecan bûm. Di albuma min de deh stranan hene; Ax Li Min, Ez Bêkes im, Can Kulîlkê, Çi Bêjim, Xemgîn im, Mala Min Diyarbekir, Kanê Soza Evîna Te, Esko, Hê Bi Leylo û Bê Te. Hêvî dikim muzîkhez dê jê hez bikin.
Li gor fikra min album nasnameya hunermend e. Wek neynika hunermend e, ku tê de terz û dengê hunermend, rengê dengê hunermend xuya dike.
Tu rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?
Ez di warê muzîka Kurdî de pêşveçûnekê nabînim. Çima nabînim? Lewre sîstemeke ku muzîka Kurdî, hunermendan fînanse bike nîn e. Hunermend bi îmkanên xwe yên qels albuman çêdikin. Ji hêla danasîna albuman ve kêmasiyeke zehf mezin heye. Konser dê bên lidar xistin, mixabin an sponsor nayê peydakirin an konser tên qedexekirin. Hunermendên Kurd îro di rewşeke xerab de ne. Heger dewlemend û saziyên Kurd alîkariyeke madî û manewî pêşkêş bikin pêşiya muzîka Kurdî dê vebe. Digel vê yekê xebatên gelek baş jî tên çêkirin.
Hunermendên Kurd ji ber faktorên wek çûna xerab a sektora muzîkê, korsan, înternet û hwd. êdî nikarin albuman çêbikin lê ji stranên albumên xwe yên kevn re bi dewamî klîban didin çêkirin. Tu vê mijarê de çi difikirî? Klîba te jî heye?
Belê, îro sektora muzîkê di rewşeke zehf xerab de ye û her ku roj dibuhurin hê jî xerab dibe. Ji ber vê yekê çêkirina albuman ji bo hunermendan karekî zehf bi zehmet û bi mesref e. Korsan, înternet û riyên bi vê terzê hem pişta fîrmayên muzîkan û hem jî ya hunermendan dişkîne. Ji ber şertên neyînî hunermend ancax bi riya klîb û çalakiyên cuda dikarin derkevin pêşberî gel. Armanca hunermend ne tîcaret e, lê dema albuma yekemîn neyê firotin fînansmana albuma duwemîn dikeve talûkeyê. Klîba min nîn e, lê niha haziriya klîbekê dikim, em ê di demeke kur de klîbekê bikşînin.
Xeyala te ya herî mezin çi ye?
Belê, ev pirseke gelek zor e. Heta niha fikreke wusa di mêjiyê min de cih negirtibû. Lê ez dixwazim ji bo muzîka Kurdî bibim hunermendekî feydedar.
Ferhat ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim û ji bo te serkevtinê dixwazim.
Esas ji ber ku we firseteke ewha xweş pêşkêşî min kir ez gelek sipas dikim.
Çavkanî: Netkurd 20/10/2008
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder