20.12.2010

HEVPEYİVÎN Bİ HOSTAYÊ GÎTARA BASS ABDULLAH ŞAKAR RE

Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa xwe bikî?

Ez di sala 1982’an de li Diyarbekirê, li taxa Elîpaşayê hatim dinê. Diya min kevanî ye. Bavê min piştî salên jidayikbûna min teqawid bûye. Tevî min em çar bira û çar xwişk in. Ez birayê herî biçûk im. Min dibistana seretayî, ya navîn û lîseyê li Diyarbekirê xwend. Piştî lîseyê min nexwest ez zanîngehê bixwînim. Divê mirov muzîkê li mekteba wê bixwîne, ku belkî ev a herî rast e. Lê li gor fikra min mektebên Tirkiyeyê ango zanîngehên ku perwerdehiya muzîkê didin tenê muzîsyenên memûr digihîjînin. Mixabin di dawiya perwerdehiya pênc salan de tiştên ku hatine fêrkirin tenê di dibistanên wek destpêkî û navîn de têra fêrkirina merş û stranên dibistanê dikin. Barê giran dîsa li ser milê mirovî dimîne, ku bi awayekî şexsî xwe perwerde bike, pêşve bibe. Şeş sal e li Îstenbolê dijîm.

Serpêhatiya te ya muzîkê çawa dest pê kir?

Hûn jî dizanin ku mirov hê di zikê diya xwe de guhdariya muzîkê dike, bi awayekî bîrnebirî muzîkê nas dike, tê dinê dibe du salî stranan dilûbîne. Jiyana min a muzîkê di zarokatiya min de dest pê kir. Dema ez diçûm dibistana destpêkî, di sinifa 3’an de bûm, ji dersê derdiketim û diçûm qursa baxlemeyê. Yanê ez di neh saliya xwe de fêrî baxlemeyê bûm û min bi wî awayî dest bi muzîkê kir. 

Tu çawa fêrî gîtara bass bû?

Îsmaîl Soyberk di sala 1999’an di stranekê de bi gîtara xwe ya bass a bêperde solo lêxistibû, gava min guhdarî kir ez gelek di bin bandora wî de mabûm. Min wê gavê biryar da, ku dest bi gîtara bass bikim. Min her tim guhdariya gîtara bass kir, bala xwe dayê û bi wî awayî xwe bi xwe fêrî wê bûm. Min guhdariya meş û armonîzasyon û binesaziyên albumên biyanî û yên li Tirkiyeyê kir, min wan etûd kir û fêrî gîtara bass bûm. Lewre ev metodeke xebatê ya pir baş e. Li cîhanê gelek muzîsyen bi vê metodê fêr bûne. Ez piştî enstrumanên wek baxleme, ûd, lavta, ney û gîtara akûstîk fêrî gîtara bass bûm. Feydeya van enstrumanan ji bo pêşveçûna min a gîtara bass zehf çêbû. Bi taybetî feydeya ûdê ji bo pêşveçûna min a di warê gîtara bass a bêperde de gelek çêbû.

Di nav malbatê de yên wekî te bi muzîkê mijûl dibin hene?

Di nav malbata me de xeynî min birayên min jî bi muzîkê mijûl bûn. Heta min piştî wan dest bi muzîkê kir. Lê birayên min muzîkê wek hobî hilbijartibûn, tu carî xwe di warê muzîkê de wekî min pêşve nebirin. Biraziyekî min heye, nêzî salekê ye tê perwerdekirin. Dersa gîtara klasîk û ya piyanoyê distîne. Ew jî bi tempoyeke zû pêşve diçe. Îro di vê dema ragihanê (komunîkasyonê) de çalakiyên ewha hê hêsan in. Mirov di der barê muzîkê de dikare bi riya înternetê bigihîje her agahiyê.
Dema min dest bi gîtara bass kir derfet zehf hindik bûn.

Di warê muzîkê de te qet xwe da perwerdekirin?

Perwerdehiya min a ewil qursa baxlemeyê ya sê mehî bû. Ku bi pişt re min ji lêderê ûdê Neşet Goçmen dersên ûd û teoriyên muzîkê, ji Mustafa Gazî agahiyên muzîkê girt. Niha ev demek e ji xoceyê Zanîngeha Agahiyê (Bilgi Universitesi) gîtarîstê bassê Racî Pîşmîşoglû di mijara jazz fundamentalê (jazz improvisotion, bass lines) de têm perwerdekirin.

Te kîngê bi awayê profesyonelî dest bi muzîkê kir?

Gelê me ji bo bêjeya profesyonel du wateyan bikar tîne. Yek: kesê ku ji wî karî pereyan kar dike. Du: kesê ku wî karî gelek baş dike. Lê ez xwe di nav beşa yekê de dibînim. Lewre min di temenê xwe yê biçûk de dest bi qezenckirina pereyan kir. 
Min di dawetan de, di konseran de, di şevên şahiyan de, di çalakiyên hunerî yên cur bi cur de enstrumana xwe bikaranî, tecrube û pere qezenc kir. Li gor fikra min lêderekî muzîkê divê ji van merhaleyan derbas bibe.

­Tu bi piranî guhdariya kîjan muzîsyenan dikî?

Ez di warê muzîkê ji hunermendên xwedî-terz, xwedî-karakter û şîrovekerên hestedar ên wek Mehemed Şêxo, Mehemed Arif Cizrawî hez dikim.
Ez zêdetir guhdariya kom û muzîsyenên wek Shakti, Trilok Gurtu dikim, lewre ew muzîka jazzê tevlî formên etnîk dikin. Digel vê yekê ez guhdariya hostayên wek lovis Armstrong, Miles Davis û Jaco Pastorius jî dikim.

Ez ne xelet bim te îjarê jî dest bi aranjoriyê kiriye, ne?
     
Belê. Min li mala xwe studoyeke biçûk ava kiriye. Li ser aranjmana hin stranan dixebitim, ku di demeke kurt de dê derkeve piyaseyê. Esas min vê home studyoyê ji bo qeydên gîtara xwe ya bass ava kir, lê ez hin projeyan jî li vir çêdikim.

Tu ji xeynî muzîkê karekî din dikî?

Ez ji xeynî muzîkê karekî din nakim. Bi salan e ez bi awayekî profesyonelî di warê muzîkê de dixebitim. Dema min dest bi muzîkê kir eleqeya min zehf li ser elektronîkê hebû. Heta ev eleqeya min a li ser elektronîkê beriya muzîkê bû. Ez hê 5-6 salî bûm min bi xwe dewreyên basît ên elektrîkê çêdikir. Heger ez bi muzîkê mijûl nebama difikirîm ku bibama muhendîsê elektronîkê. Lê hestên min giraniya xwe dan muzîkê û ez di encamê de bûm muzîsyen. Min sala çûyî gîtareke bass da çêkirin, mekanîzmaya wê ya elektronîk jî min bi xwe çêkir, ku ez ji randimana wê pir memnûn im.

Tu rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?

Îro li dunyayê li ser navê muzîkê guherînên bilez çêdibin. Muzîka akûstîk a kevn cihê xwe dihêle ji muzîkên elektronîk re. Album nayên firotin, herkes muzîkên ku nû derdikevin piyaseyê bi riya înternetê guhdar dike, ji ber vê yekê projeyên nû di înternetê de tên pêşandan. Divê mirov nîqaşa vê yekê bike, ka ev tiştê hanê çi qas baş e an xirab e. Ku piyaseya muzîka Kurdî jî di nav vê çerxê de ye. Ji hêla projeyên muzîkê de em di nav dewreke neyînî de ne. Divê muzîsyenên Kurd bi fikr û projeyên nû derkevin pêşberî guhdaran. Xweşikahî îzafî ye û ji bo herkesî cuda ye. Di warê muzîkê de her berhema ku tê çêkirin dibe ku ji hêla herkesî ve bê ecibandin an neyê ecibandin. Ya rast ev e, ku divê mirov şîroveyên objektîf bike. Muzîka Kurdî dewra xwe ya monoton dijî. Pêdiviya muzîka Kurdî bi deng û şîrovekerên nû heye. Weke ku li cîhanê di gelek muzîkan de çêdibe divê di muzîka Kurdî de jî xebatên ezmûnî bên çêkirin. Dewlemendiya bastûrî û taybetmendiya karakterîstîk a piralî ya wê nîşan dide, ku muzîka Kurdî ji bo nûjeniyê vekirî ye. Li gor fikra min divê mirov vê muzîkê di formên qet nehatiye ceribandin de bikar bîne û wê nasnameya muzîkî lê bike. Cerebeyên şîroveker û muzîsyenan ên bi qalîte û serkevtî ji hêla otorîteyên muzîkê yên diyarkirî ve li derveyê xêzê hatiye îdraqkirin. Beriya 35 salan Koma Wetan li gor wan otorîteyên muzîkê li derveyê xêzê bû. Îro jî Koma Rewşen heman qederê parve dike.
Sê-çar hunermend heman stranê bi heman şîrove û helwestê bistrê ma li gor we ev rewşeke bi nakokî nîn e? Muzîka Kurdî xwediyê mitfaxeke dewlemend e, lê di vê mitfaxê de xwarinek her bê germkirin û li ber guhdaran bê danîn, ev tê wê wateyê ku ew muzîk li nav qalibekî teng tê rûniştandin. Ji ber vê yekê ye ku muzîka Kurdî encax hin wextan digihîje girseyên mezin. Heger di muzîka Kurdî de ji bo ezmûniyên nû destûr nebe hîngê bila terzên sade û tên famkirin ên hostayên wek Mehemed Şêxo, Şakiro were bikaranîn. Lewre piyaseya muzîka Kurdî di nav atmosfereke giran a erebesk de ye.

Te heta niha ji çend albumên hunermendan û ji bo muzîkên kîjan rêzefîlman gîtara bass lêxist?

Min di gelek album û rêzefîlman de lêxist. Albumên ku min jê re lêxistin ev in: Xêro Abbas, Yekbûn, Vova-Hamşetsu ğhag (Melodiyên Hemşînê), Sumer Ezgu, Yadîgar, Savaş Zûrnaci (Vîrtuozê Klarnetê), Ayfer.
Rêzefîlmên ku min jê re lêxistin ev in: Beynelmîlel, Hatirla Sevgîlî, Yemîn, Aşka Surgun, Kûzey Ruzgari, Son Tercîh, Firtina

Kom û hunermendên ku hûn bi hev re dixebitin hene? Ku hebin xebatên we çi ne?

Bi navê Gecko Roman Projekt komeke me heye, di nav de muzîsyenên wek Avustralyayî û Fransî hene. Em çalakiyên xwe li welêt û li derveyê welêt dimeşînin. Komeke din jî Vova-Hamşetsu Ğhağ e, ku ez bi vê koma hanê re jî dixebitim. Ev kom bi Ermenîkî stranan dibêje. Bi Savaş Zûrnaci, vîrtuozê klarnetê Çorlûlû Savaş re konserên me çêdibin. Ez bi Koma Rewşen (koma hard rockê) re jî du sal e dixebitim.

Di warê muzîkê de cihê ku te divê tu bigihîjê kuder e?

Esas di warê muzîkê de gelek fikrên min hene. Ev demek e li ser binesaziya malperekê dixebitim. Ev malpera min a fermî ye, dê bibe yekemîn malpera gîtara bass a Kurdî. Ez ê di vê malperê de di der barê stranên bass ên aîdî min û der barê muzîkê (bêtir gîtara bass) de agahiyên perwerdeker û fêrker bidim. Ji bo albumekê projeyeke min heye, ez ê di zemanekî pêş de dest bi vê projeyê bikim. Ez ê stranên navdar ên bi zimanên cuda tên gotin bi gîtara xwe ya bass şîrove bikim. Min dest bi binesaziya vê kir. Cihê min divê ez bigihîjimê ev e; min divê ez bibim muzîsyenekî serkevtî. Heger mirov bixebite jixwe gelek tişt di pey re tê.

Xeyala te ya herî mezin çi ye?

Ez dixwazim di demên pêş de li Diyarbekirê akademiyeke taybet vekim û muzîsyenên ciwan perwerde bikim, bigihînim.

Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.

Ez jî sipas dikim û ji bo te û Netkurdê serkevtinê dixwazim.

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî

Çavkanî: Netkurd 20/4/2008

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder