Hûn dikarin piçekî behsa xwe bikin? Koma Dîjle kîngê ava bû?
Me (Semîh, Eskerî û Hecî) Koma Dîjle di sala 1998’an de ava kir. Piştî ku Koma Dîjle ava bû me di gelek şahiyan de cih girt. Hevalê me Hecî piştî derketina albumê ji ber hin probleman ji komê qetiya. Bêrîvan di albumê de vokal (solo) kir. Ku wê bi dengê xwe yê xweş û bişewat hêz da xebata me.
We çima navê Koma Dîjle li xwe danî? Taybetmendiyeke vî navî heye?
Me pêşî navê Grûp Dîcle li xwe danîbû, lê belê bi piştre me di nav xwe de biryar girt û navê xwe guherand, kir Koma Dîjle. Sedema guherandina Grûp Dîjle ev bû: Em hemû ji herêma Dîjleyê bûn û çemê dîjleyê jî bo me bûbû çavkaniya îlhamê.
Terza we çi ye?
Terza me muzîka klasîk a Kurdî ye lê belê em carna terzên wek pop û rockê di nav terza xwe de bikartînin û ji vê jî sentezekê diafirînin. Lê dîsa jî em ji terza xwe razî ne û em ê her li ser vê bingehê berdewam bikin. Ji bo me ya girîng orîjînalîteya muzîka Kurdî ye.
Dema we dest bi muzîkê kir hûn di bin tesîra kîjan kom an hunermendan de mabûn?
Semih- Ez cara pêşî di bin tesîra Şivan Perwer mabûm. Bi piştre di bin tesîra kom û hunermendên wek Koma Berxwedan, Husêynê Farê, Mihemed Şêxo, Ciwan Haco, Nîzamettîn Arİç û Xêro Abbas mam.
Askeri- Ez jî cara yekemîn di bin tesîra Şivan Perwer de mam. Bi piştre di bin tesîra kom û hunermendên wek Koma Amed, Aramê Tîgran, Mihemed Arifê Cizrawî, Seîd Yûsif û Ahmet Kaya de mam.
We qet di çalakiyan de cih girt?
Me di gelek çalakiyên cûr be cûr de cih girt. Em ji bo piştgiriyê di şevên partiyên Kurdî de derketin ser dikê. Em gelek caran beşdarî bernameyên televîzyon û radyoyên herêmê bûn. Par jî ji bo ku em koma xwe bi temaşevanan binasînin di Roj Tv’yê de li bernameyekê bûn mêvan.
Hûn dikarin piçekî behsa albuma xwe bikin? We albumê li ku û kîngê çêkir?
Me bawer dikir ku em ji hêla xebatên xwe ve gihîştine merhaleyekê û êdî pêwîst bû me ji bo albumekê gavek biavêta. Em li hev civiyan û me biryara çêkirina albumê girt. Me di dawiya sala 2004’an de ji bo repertuarê bi Mustafa Gazî re şeş hefte xebitîn û di encamê de repertuara me temam bû û di heman demê de em ketin studyoyê. Mustafa Gazî hem ji her alî de alîkariya me kir û hem jî derhêneriya albumê kir. Di dawiya 2005’an de albuma me xelas bû û di sala 2006’an de jî derket pêşberî muzîkhezan.
Di albuma we de çend stran hene?
Di albumê de dozdeh stran hene. Ji wan şeş heb ên Mustafa Gazî ne. Xeynî wan stranan pênc stranên gelêrî jî Mustafa Gazî da me. Gotinên strana Yarê gotinên Hecî ne.
Muzîkhez eleqeyeke çawa nîşanî albuma we didin?
Muzîkhez eleqeyeke pir mezin nîşanî me didin. Em li her derê rastî hestên gel ên dilînî tên. Sektora muzîkê di rewşeke pir xirab de ye lê belê li hemberê vê rewşê albuma me gelek baş tê firotin.
Klîbên we hene?
Ji bo albuma duwemîn tu xebatên we hene?
Erê. Muzîkhezan albuma me ya yekemîn pir eciband. Xebata me ji hêla gel ve pir hate hezkirin. Em bi vê hezkirina hanê motîve bûn û ev rewş ji bo çêkirina albuma duwemîn bû sedemeke girîng. Niha em di merhaleya repertuarê de ne. Piştî ku repertuar temam bibe em ê bikevin studyoyê. Em ê di albuma duwemîn de bi zaravaya Zazakî jî çend stranan bixwînin. Lewre di albuma yekemîn de me bi zaravaya Zazakî qet stran nexwend û ji ber vê yekê herkesî rexneyan li me girt; ku rexneyên li me hatibûn girtin tevde li cih bûn.
Di warê muzîkê de cihê ku hûn dixwazin bigihîjinê kuder e?
Em Kurd bi her awayî ji mafên xwe bêpar mane. Ji ber vê yekê em li gor şertên heyî tevdigerin û di encamê de xebatên me li gor van şertan pêktên. Me divê em bi hunera xwe di riya têkoşîna neteweyî de pêşde biçin. Em bi her awayî di xizmeta gelê xwe de ne. Di warê muzîkê de piçek be jî feydeya me bigihîje têkoşîna neteweyî em ê şad û bextewar bin.
Em ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikin.
Em sipas dikin, ku we firseteke ewha pêşkêşî me kir.
Hevpeyivîn: Mustafa Gazî
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder