Yekbûn di sala 1979’an de li Îstenbolê hatiye dinê. Malbata wê ji Mêrdînê ye. Demekê di nav Koma Çiya de wek solîst xebitî. Bi pişt re ji komê qetiya û bi serê xwe bi navê “Nîrwana” albumek çêkir.
Yekbûnê beriya demeke kurt bi navê “Kejê” albumeke nû pêşkêşî muzîkhezan kir.
Albuma te ya duwemîn “Kejê” nû derket. Albumeke zehf xweş bûye. Tu dikarî ji kerema xwe re behsa albuma xwe ya nû bikî?
Belê. Xebata albuma min a duwemîn derdora salek û nîv ajot. Dema ketim lêgerîna repertuarê, min guhdariya nêzîkî 700 stranan kir. Em wek ekîbekê xebitîn û me bi vî awayî vê berhema hunerî pêşkêşî muzîkhezan kir. Di albumê de 12 stran hene; du stran bi Tirkî, deh heb jî bi Kurdî ne.
Di berga albumê de tiştekî bala min kişand; navên xwediyên stranan nehatiye nivîsîn. Gelo xeletiyek çêbû an na?
Erê, mixabin xeletiyek çêbû. Ez rastî xezeba grafîker hatim. Piştî ku grafîker rewşa bergê ya dawîn xelas dike, êdî bergê dişînin çapsaziyê, ji ber ku bernameya li ser dihate xebitîn li çapsaziyê tunebû berg bi bernameyeke cuda hatiye şandin û bernameya me hatiye ji bîrvekirin. Em ê wê xeletiyê êdî di çapa duwemîn de sererast bikin.
Di albumê de sê berhemên ku aîdî te hene. Tu her tim stranan diafirînî?Esas di albumê de du stranên min hene, “Nikarim” û “Gulê.” Ez nikarim her tim stranan biafirînim, lewre zû bi zû naecibînim. Stranên heyî jî yên ku min ji navê hilbijartine, yên kêfa min zêde jê re têne ne,
Erê. Bi rastî gelek tişt hatine guhertin. Ez rexneyan bi awayekî sitemkarane li xwe nagirim, lewre guhertin, pêşveçûn tişteke xweş e. Heger ez îro vê albuma ku pir diecibînim piştî du salan karibim rexneyan lê bigirim, nexwe ez pêşve çûme.
Te kîngê bi awayê profesyonelî dest bi muzîkê kir?
Heger profesyonelî bi mektebê bê qiyaskirin, ez dikarim bibêjim ku piştî 2002’an min bi awayekî hişmendî hinek tişt çêkir; lewre êdî ez mezûna zanîngehê bûm û min dizanîbû ku ez çi dixwazim. Lê belê gav avêtina min a warê muzîkê sala 1989’an e.
Avantaj û dezavantajên hunermendên jin çi ne?
Eşkere bibêjim ku min avantajên jinbûnê nedî an min bi kar neanî, lê li aliyê din dezavantajên wê pêkhatin. Ji ber ku civaka me bi çavê meta ango mal li jinan dinêre, bivê nevê hunermendên jin zorî û zehmetiyan dikişînin.
Tu muzîka xwe bi kîjan terzê dinavînî?
Ez her dem dibêjim; muzîka xwe ya ku îcra dikim bi bêjeyan naxemilînim û wek sentezekê nîşanî mirovan nadim an naxim nav qalibên guhertî û serê mirovan tevlihev nakim û bi pişt re nabêjim tiştê ku kes nake ez dikim. Ez di vê mijarê de her bi îdia peyivîm; albumên ku niha tên çêkirin ji sedî nod pop in, yanî muzîkên populer in, lê hunermendên me naxwazin vê yekê qebûl bikin. Ez muzîka pop îcra dikim, lewre ez xwe di nav felsefeya jîn û baweriyên diyarkirî yên terzên muzîkan ên ku nav lê hatine danîn de nabînim. Ez guhdariya bi her cureyî muzîkên ku kêfa min jê re tên dikim û di xebatên xwe de jî bi her cureyî terzan -ên ku kêfa min jê re tên- tetbîq dikim, lê belê wan naxim nav sînor û qalibekî.
Tu kîjan enstrumanan dikarî bi kar bînî?
Baxleme, gîtar, piyano û perkusyon.
Hunermendên ku tu di bin tesîra wan de ma hene?
Bêşik ez jî wek herkesî di bin tesîra Şivan Perwer de mam. Bavê min zehf guhdariya dengê Aram Tîgran ê nerm û stranên wî dikir, bi saya bavê xwe min jî ji Aram hez kir. Û ez di bin tesîra dengbêjên Botanê de jî gelek mam. Ew hunermendên ku min li jorê behsa wan kirin hîna di piçûkatiya min de tesîrê li min kiribûn, ku hîna jî tesîra wan dewam dike.
Cihekî ku tu bi dewamî lê derdikevî ser dikê heye?
Erê, ez niha li Taksîmê rojên în û yekşeman li “Taksîm The Kanat Chi”yê derdikevim ser dikê programa muzîkê çêdikim. Ez bi xwe hevparê “Taksîm The Kanat Chi”yê me. Ez li cihê (cafeya) xwe bi kêfxweşî programa xwe çêdikim.
Tu guhdariya kîjan muzîkan dikî?
Ez guhdariya hemû terzan dikim lê belê ya ku herî zêde kêfa min jê re tê jazza etnîk e.
Têkiliya te bi Kurdên Başûrî re çawa ye?
Têkiliya min bi wan re zehf baş e. Beriya çend mehan min û Armanc li çar bajarên Başûr konser da, Kurdên wî alî em bi awayekî ecayib ecibandin. Min ji wan hez kir, wan jî ji min gelek hez kirin…
Li gor min xebatên baş derdikevin. Amatorî wekî ku biqede êdî. Lê belê problema herî mezin siyasetmedarên me ne. Li ser navê hunera Kurdî pengavên hêzdar navêjin. Ev yeka hanê bi xwe re wendabûna huner û hunermendan pêktîne. Ez gelek bi siûd im, ku şîrketa min heye û min albumeke li gor dilê xwe çêkir. Lê belê niha gelek hevalên min ji bo çêkirina albumekê nikarin şîrketekê peyda bikin. Yên ku pereyên wen hene bi qeweta xwe ji xwe re albuman çêdikin, yên bê pere mecbûr dimînin û diçin di karekî din de ji xwe re dixebitin. Hêvî dikim ev yeka hanê ewha dewam neke û rewşa huner û hunermendên Kurd ber bi başiyê biçe.
“MİN DİXWEST Bİ STİNG AN CELİNE DİON RE Lİ SER DİKÊ STRAN BİGOTA”
Xeyalên min gelek in. Min dixwest bi Sting an Celine Dion re li ser dikê stran bigota an min muzîkên fîlmekî verast bikira û min xelata Oscarê werbigirta an min dixwest li pêşberî 500 hezar kesî bistra. Lê wekî ku tu jî dibêjî ev xeyal in. Belê, ev xeyalên min dê pêkbên? Mimkûn e lê gelek gelek zor e… Min van xeyalên xwe ji ber Kurdbûna xwe dixwest pêkbianya, lewre ez baş dizanim di qebûlkirina nasnameyê de ku huner çi qas girîng e.
Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.
Ez jî sipas dikim û ji bo Netkurdê serkevtinê dixwazim.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder