Ez di sala 1978’an de li bajarê Elezîzê li navçeya Depê (Karakoçan) ji diya xwe bûme. Tevî min em neh bira û xwişk in. Min dibistana destpêkî, ya navîn û lîseyê li Depê xwend. Ez ji bajarên Elmanyayê li Hamburgê bi cihûwar bûme. Xwendina pirtûkan, guhdarîkirina muzîkan, soberîkirin û seyahetkirin hobiyên min in.
Serpêhatiya te ya muzîkê çawa dest pê kir?
Dêrsimî hem eleqeyê nîşanê çand û hunerê didin û hem jî mirovên orjînal û afirîner in. Ez dibêjîm qey ji ber ku aliyekî min Dêrsimî ye di nav dilê min de azweriya strandin û mijûlbûna bi muzîkê re pêk hatiye. Ez hê 13-14 salî bûm min dest bi tembûr û strandina stranan kir. Piştî çend salan min dersên tembûr û gîtarê girt û bi dû re dest bi nivîsandina gotin û afirandina awazan kir. Demên pêşî min ji derdora xwe ya nêz re enstruman lêxist û stra. Her ku roj buhurîn min wan stranan bi girseyên mezin parve kir.
Min bi teşwîqkirin û alîkariya derdora xwe ya nêz biryara çêkirina albumeke ji stranên xwe pêkhatî da.
Hunermendên ku tu di bin bandora wan de ma kî ne?
Muzîk di nav mirovan de zehf belav bûye. Sedemeke wê ya girîng bandora ku li ser guhdaran çêkiriye ye. Ez jî gava guhdariya hin hunermendan dikim, wek herkesî hestên min germ dibin û dikevim bin bandora wan. Ji wan hunermendan hin ev in: Ciwan Haco, Mehemed Şêxo, Eyşe Şan, Aram Dîkran, Şivan Perwer û Ahmet Kaya. Li gel vê yekê ez bi kêfxweşî guhdariya hunermendên wek Mahsunî Şerîf, Cem Karaca û dengbêjan dikim.
Tu dikarî piçekî behsa albuma xwe “Gula Min Tu Negire” bikî?
Xebata me ya studyoyê di serê sala 2004’an de dest pê kir, ku ev xebata hanê ya tomarkirinê qasî 6 mehan ajot. Min albumê bi aranjor Erol Arslan (ku wî gelek album çêkiribû) re amade kir. Di çêkirina albumê de dostên min ên wek Alî Geçîmlî, Şener Yildiz, Zinar Sozdar û Xemgîn Bîrhat bi dîtin û pêşniyariyên xwe alîkariya min kirin, hevalên min ên muzîsyen jî alîkarî dan min. Bi pişt re albuma min di bin etîketa şîrketa Sîlvana Muzîkê de derket piyaseyê. Lê belê ji derketina albumê deh meh bi şûn de ji ber ku navê “Rodî” hatibû patentkirin di der barê min û şîrketê de ji hêla şîrketa tekstîlê “Rodi Jeans” ve mehkeme hate vekirin. Mehkeme di encamê de biryar da û got ji xeynî şîrketa “Rodi Jeans”ê tu şîrketeke din a tîcarî dê nikaribe wî navî bikarbîne. Bi wî awayî belavkirina albumê hate sekinandin. Ev rewşa hanê ez pir keribandim. Çûbû zora min, lewre ew qas ked heba bû.
Tu muzîka xwe bi kîjan navî dinavînî?
Ji ber ku mijar ji albuma yekemîn vebû esas em bibêjin ji muzîka ku min çêkir bêtir muzîka ku min dixwest çêbikira dê hê rasttir be. Ez gava besteyan çêdikim, pir hez dikim ku bi giştî di muzîkê de resenatiyê, di gotinan de temayên aîdî roja ku ez jiyame binexşînim. Lê belê min vê xwesteka xwe pêkneanî. Sedem jî ev bû; li gel şertên xirab ên aboriyê têgihîna muzîkê ya aranjorê ku ez pê re dixebitîm dûrî vê xwesteka min bû. Albuma min a yekemîn bi giranî muzîka gelêrî ye.
Album hêviyên te anî cih ango tu di mijara albumê de gihîşt armanca xwe?
Album qasî deh mehan li piyaseyê ma, ku di nav wê dema kurt de ji hêla muzîkhezan ve eleqeyeke mezin dît. Bi taybetî hin stran (ên wek Dayê, Gula Min Tu Negire û Karakoçan Turkusu) li cihên ku ez lê derdiketim ser dikê ji hêla muzîkhezan ve zehf dihatin xwestin ku ez bistrêm. Ew stranên ku dihatin xwestin di hin malperan de diketin lîsteyên muzîkê. Ha ev nimûneyên jorê eleqeya li ser albumê nîşan dide. Bingeha eleqeya ku bi muzîkê û şaxên din ên hunerê tê nîşandan ango hezkirina mirovan a ku pêşkêşî hunermendan dikin ji hêviyeke madî bêtir hêviya têrbûniya manewî ye. Li gor baweriya min divê heman tişt ji bo kesê hunerê dike jî muteber be. Ez dikarim viya bibêjim, ku ji xeynî pêvajoya mehkemê di hemû demên din de ji hêla albuma Gula Min Tu Negire de ez gelek şad û bextewar bûm.
Ji bo albumeke nû tu haziriyên te hene?
Ev nêzî du salan e em li ser albuma min a duwemîn dixebitin. Album li ber qedanê ye. Albuma ku em di bin derhêneriya Erol Evcî de amade dikin bi Kurdî ye û ji stranên min ên nû dê pêkbê. Erol Evcî albumên hunermendên wek Ciwan Haco û Nîlufer Akbal çêkiriye. Yên ku dixwazin ji nêz ve nas bikin dikarin li malpera Erol Evcî binêrin; www.ayhanevci.com Ez di wê baweriyê de me ku îjar stranên min riya xwe dîtin. Di albuma min a ku em ê di demeke nêz de pêşkêşî muzîkhezan bikin de stranên rock, pop û yên resen hene.
Di mijara muzîka nûjen (a Kurdî) de car caran ji derdorên hunera Kurdî rexne tên girtin. Tu van rexneyan çawa dinirxînî?
Rast e, rexne li muzîka nûjen (pop, rap, blues, rocka Kurdî) tê girtin. Gelek hunermendên Kurd (ên ku dixwazin muzîka Kurdî ya kevneşopî neguhere û bi vî awayî berdewam bike), -ez nûnerên muzîka me ya kevneşopî tenzîh dikim- vê pêşveçûna di warê muzîka Kurdî de wek dejenerebûnî, xerabûnî dibînin. Heta yên ku bi van terzên cuda bi muzîkê mijûl dibin têne sûcdarkirin. Çima? Lê hin rastî hene, ku xwediyên rexneyan wan davêjin pişt guhê xwe. Ceribandinên terzên ewha yên muzîkê li her welat û bajar û qezayên cîhanê bi zimanên cuda tên çêkirin û guhdarîkirin, lê gava bi Kurdî tê çêkirin çima qiyamet radibe? Lê dengbêj stranên dema xwe bi awayê herî baş îcra kirine, nîşan dane ku zimanê Kurdî li gel muzîka nûjen çi qas ahengdar e. Wan bi mîrata xwe ya ku ji me re hîştine re jî bûne nemir. Hema hema li mala her Kurdekî kaset û cd’yên dengbêjan ên bûne klasîk hene. Ev yeka hanê hezkirina gel a herî mezin e ku nîşanî dengbêjan dide.
Îro li dunyayê teknolojî pir zû pêşve diçe û li gor vê pêşveçûnê jiyana mirovan rîtma muzîkê jî guherandiye… Têgihîna ku dengbêjî û bûyera muzîka kevneşopiyê dike piştvaneka serneketîbûniya xwe, dîsa ji bo hesabên xwe yên biçûk vê mîrata çandî ya bav û kalê me her ku roj dibuhurin dihilhilînin. Ev helwesta çewt ciwanên bi qabilîyet ên nû digihîjin dixe bin bandora xwe, dibe sedema pêşveneçûna muzîka Kurdî.
Hêvî dikim ew ê bi musamaha nêzîkayî di xebatên ezmûnî bidin.
Mirov çi qas eşqa evînê parve bike muzîk ew qas pêşve diçe, sipehî dibe, bandora wê zêde dibe. Muzîka ku wek hobî tê çêkirin hestan çi qas bipêçe, ew hobî bi taybetî ji ber bandora derdora nêz dibe fikra çêkirina albumê.
Di destpêkê de eleqeya ku hin kes nîşanê we didin we kêfxweş dike û hêz û wêrekî dide we. Mirov bi vê hêza manewî ya ku ji wê parvekirinê distîne re vê hêzê belav dike. Xwesteka jiyanê ya şahiyên mezintirîn dibe wek navgîna belavker û deng û hestên mirovî belav dike, stranên mirovî digihîne girseyên mezin.
Ji hêla muzîk ve te qet xwe da perwerdekirin?
Ez demekê li Îstenbolê beşdarî kursên muzîkê yên KAYY-DERê (ku li wir xebatên çandî dihatin meşandin) bûm. Min ji şefê orkestrayê mamoste Îkbal (ew li Ewropayê dijiya) dersên şanê girt.
Min ji perwerdekarê muzîkê Cemal Eroglu dersên teknîka lêdana baxlemeyê û bi giştî agahiyên muzîkê girt. Li gel vê yekê ez ji Gîtarîst Steven Pfeffer dersa lêdana gîtarê distînim.
Te bi awayê profesyonelî kîngê dest bi muzîkê kir?
Profesyonelî di dawiya pêvajoyeke dirêj de bi destxistina zanîn, danehev û tecrubeyan e. Derketina albuma “Gula Min Tu Negire” ya di sala 2004’an de destpêka vê pêvajoyê ye. Lê ji bo ku mirov bibe profesyonel divê hê zêde rê bê kudandin.
Te kîngê û çawa dest bi çêkirina stranan kir?
Dema ez zarok bûm min ji strandinê zehf hez dikir. Min stran digotin û pê re jî ji ber xwe gotinan diafirand û bi wan stranan ve dikir; ku wê demê ev lîstika hanê ez pir kêfxweş dikirim. Gelek caran min gotinên komîk li çend notayan adapte dikir mirovên li derdora xwe dikenand. Ji bo ku mirov gotinan binivîse divê hesretê, kederê, nefretê bijî û tê bigihîje. Destpêka çîroka min a ku min dixwest ez lê bisitirim hesreta welatê min, malbata min û dost û yarên min e.
Cihekî ku tu bi dewamî lê derkevî ser dikê hunera xwe îcra bikî heye?
Li Elmanyayê cihên ku lê muzîka zindî tên çêkirin hindik in. Lê li wir ez jî wek gelek hunermendan diçim dawetan, şevên şahiyan, çalakiyên cur bi cur.
Tu bi piranî guhdariya kîjan hunermend û koman dikî?
Ez bi kêfxweşî guhdariya hunermend û komên wek Ciwan Haco, Aram Dîkran, Nîlufer Akbal, Ahmet Kaya, Edîp Akbayram, Mahsunî Şerîf, Cem Karaca, Koma Wetan, Çarnewa, Agirê Jiyan, Kamkaran û koma Rewşen dikim.
Têkiliyên te bi Kurdên Başûrî re çawa ne?
Li bajarê ku ez lê dijîm hevalên min ên Başûrî hene. Di demên ewil de me digot qey ji hêla hevdu famkirinê de zehmetiyan bikişînin. Lê belê bi pişt re em hêdî hêdî fêrî xeberdana hev bûn û êdî em ji hevdu fam dikin. Eger albuma min a nû derkeve, ez difikirim di çarçoveya danasîna wê de qasekê li Başûr bimînim. Ez car caran li hember televîzyonê temaşeya wan dikim, dizanim wan pir zorî û zehmetî kişandiye. Ez hêvî dikim şer, mirin û sirgûnî biqede. Ez dixwazim cîhaneke ewha pêkbê, ku hemû mirovatî tê de bi aşitî û wek bira bijîn.
Tu ji xeynî muzîkê karekî din dikî?
Ez di şîrketekê de bi karê nûnertiyê mijûl dibim. Pereyê ku ji vî karî bi dest dixim dîsa ji bo xebatên xwe yên muzîkê xerc dikim.
Tu rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?
Muzîka Kurdî her ku roj dibuhure pêşve diçe, profesyonel dibe. Dengên nû, mirovên behremend ên nûgihîştî me umîdwar dikin. Bergirkên li pêş vê pêşvêçûnê diyar in. Belê, wezîfe dikeve aliyê produktorên albuman jî. Alîkariya çapemeniyê têra xwe were temînkirin muzîka Kurdî dê pêşve biçe. Dengên nû, ruyên nû û gel dê hevdu hembêz bikin. Eger promosyonên wek klîb, danasîna albuman a ji hêla çapemeniyê de tên çêkirin û hwd. pêkneyên ne mimkûn e ku album têra xwe bigihîjin guhdaran. Ji bo ku muzîka Kurdî ji vê pêvajoya bi buhran derkeve divê organên çapemenî û yên înternetê hevkariyekê pêkbînin. Li gel vê yekê divê cıvata hunerê dev ji paşgotinî û xireciran berde û berpirsiyariya xwe bîne cih da ku muzîka Kurdî ji buhranê xelas bibe.
Ji ber faktorên wek çûna xirab a sektora muzîkê, korsan û înternetê hunermendên Kurd êdî nikarin albuman çêbikin lê belê ji stranên albumên xwe yên kevn re bi dewamî klîban didin çêkirin. Gelo klîba te heye?
Min hê klîb nedaye çêkirin. Min xwest ez ji stranên “Dayê” û “Karakoçan Turkusu” re klîban bidim çêkirin lê îmkanên min ên madî dest nedan. Lewre min bi îmkanên xwe yên madî yên qels klîb bida çêkirin dê karekî zehf amator derketa holê. Min vê problema hanê ferq kir û ji ber vê yekê dev ji çêkirina klîban berda. Lê belê min divê ji bo hin stranên albuma duwemîn klîban bidim çêkirin.
Xeyala te ya herî mezin çi ye?
Min divê ez di jiyana xwe de her serkevtî bim.
Ez ji bo hevpeyivînê gelek sipas dikim û ji bo te serkevtinê dixwazim.
Hem ji bo vê hevpeyivînê hem jî ji ber ku tu bi pirtûkên xwe, bi helbest û stranên xwe alîkariyeke mezin pêşkêşî çanda me dikî; li gel vê yekê bi lêkolîn û hevpeyivînan hest û fikrên ronakbîr û hunermendan ên ku têne mereqkirin bi civakê parve dikî ez gelek sipas dikim û ji bo te û Netkurdê serkevtinê dixwazim.
Hevpeyivîn: Mustafa Gazî
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder