Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa xwe bikî?
Ez ji Bedlîsê me lê li Îstenbolê mezin bûm. Ez hê heft salî bûm em jî wek gelek malbatên Kurd mecbûr man û ji Bedlîsê veqetyan. Tenê xizmên diya min li Bedlîsê man. Apekî min ê din mecbûr ma û çû Almanyayê.
Serpêhatiya te ya muzîkê kîngê dest pê kir?
Malbata min ji muzîkê pir hez dikir, ji ber vê yekê ji biçûkatiya min û vir de eleqeya min bi muzîkê re heye. Ez neh salî bûm di dawetên Kurdan de, qasî du salan di çalakiyên DEP û HEPê de stran gotin. Bi pişt re min di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de koroya zarokan (Gulên Mezrabotan) nas kir û tevî wan bûm, bi wan re xebitîm. Me çar salan li gelek cihan konser da. Me du album çêkir. Piştî ku mamostayê me Rotînda çû, koro bela bû. Ew belabûna hanê bû pêvajoya belabûna min jî û qasî çar salan bi temamî ji muzîkê dûr ketim. Bi pişt re min li Navenda Muzîkê ya Erdal Erzîncan qasî salekê qursa baxlemeyê û perwerdehiya solfejê stend û bi wî awayî min ji nû ve dest bi xebatên xwe yên muzîkê kir. Bi pişt re min amadekariya konservatuarê kir. Min du salan li Zanîngeha Îstenbolê di Beşa Nazariyata Muzîka Tirkî de xwend û piştî wê jî Beşa Şanê ya Mujdat Gezen xelas kir.
Di nav malbata te de yên weka te bi muzîk mijûl dibin hene?
Lawê meta min di Operaya Mersînê de huneremendekî operayê yê ciwan e û pir jî serkevtî ye. Wî beşa şanê xelas kir. Keça apê min bi muzîka rockê mijûl dibe. Kalê min dengbêj e. Meta min, dema ku Kurdî qedexe bû, li sînemaya Bedlîsê cara ewil wê bi zindî strana Kurdî xwendibû. Ez wê çaxê pir biçûk bûm, pênc an şeş salî bûm û wê demê cara ewil strana ku pê elimîm “Evîndar im” bû; “Lê delalê were vira / Derdê xwe bêjim ji te ra / Te ez xistim nav agira / Evîndar im evîndar im…” Nizanim lê ji ber ku cara ewil ez bi Kurdî fêrî stranekê bûm, ji bo ku stran bibûya stran divê êdî hemû stran bi Kurdî bûna.
Tu kîjan enstrumanan dikarî bikar bînî?
Amûrên lêdanî bala min pir dikşînin. Carcaran li ser dikê ez wan bikar tînim. Ez daholê bikar tînim. Lê ez zêdetir ji karanîna dengê xwe hez dikim û gava distrêm naxwazim tu tiştek li pêş min bibe asteng. Lewre gava ez distrêm zimanê xwe yê bedenê gelek baş bikar tînim.
Ji xeynî muzîkê tu bi karekî din mijûl dibî?
Ez sê salan bi astengdarên zêhnî re xebitîm. Ji ber ku ez bi wan re dixebitîm û wan fêrî hin tiştan dikir ez pir şad û bextewer dibûm û min karê xwe kêfxweşiyeke mezin dikir. Min wan bi muzîkê rehabîlîte dikir. Min ji deh xwendekarên xwe yên astengdar komeke rîtmê, komeke govendê û koroyek ava kir. Min bi wan xwendekarên xwe re li gelek cihan di çalakiyan de cih girt û gelek xelat wergirt. Ez ji ber albumê îsal mecbûr mam û veqetyam. Ez difikirim û ji dil û can dixwazim di demên pêş de bi astengdarên zêhnî re dîsa bixebitim.
Terza te çi ye?
Terza min pop e, lê belê ez dixwazim bi aranjorekî gelek baş re muzîka elektronîk bikim. Ez dixwazim muzîka Kurdî ya otantîk û muzîka elektronîk tevîhev bikim û sentezekê pêk bînim.
Tu herî zêde di bin bandora kîjan hunermendan de ma?
Ez herî zêde di bin bandora hunermendên taybet ên wek Mehemed Şêxo, Mezher Xaliqî û Kamkaran de mam. Bi taybetî di albuma Mezher Xaliqî ya bi navê “Bijareyên Mezher Xaliqî” de strana “Meqamî Hisenî” tesîrê pir li min kir. Ev berhema hanê pir zêde nayê zanîn û ji kerema xwe re ez dixwazim wê berhemê miheqeq bila herkes guhdarî bike. Ji xêncî wê bi giştî muzîsyenên Kurd ên di demên dawî de derketine jî bala min dikşînin û ez bi kêfxweşî guhdariya wan dikim û wan pir diecibînim. Li gor min xebatên ciwanan ên cuda an lêgerînên wisa bi taybetî di merhaleyên muzîka Kurdî yên bi pêş de şanîdera serkevtinên mezin e. Divê alîkariya ciwanên Kurd ên dixwazin di mijara cudahî û cihêrengiyê de pêşve biçin bê kirin. Nirxa herî mezin a xelkekî, hêmana yekta ya ku wî pêk tîne bêguman hunera wî ye. Li gor min divê pir zêde alîkariya huner û hunermendan bê kirin.
Tu li cihekî derdikevî ser dike?
Na. Esas ez zêde jî nafikirim li cihekî derkevim ser dikê. Ez dixwazim giraniya xwe bidim konseran, lewra konser ji bo min hê dilxweşker û çêtir e.
Te heta niha di kîjan çalakiyan de cih girt?
Ji xeynî konseran min di gelek çalakiyan de cih girt. Lê ez dixwazim bi coş û viyaneke mezin konseran bidim.
Wexta te repertuara xwe amade kir tu bi kê re xebitî?
Eşkere bibêjim, ku ez bi tu kesî re nexebitîm. Ji repertuarê heta derhêneriya muzîkê her tiştî min bi xwe kir. Ev albuma min gelek aranjor guherand. Wekî min dixwest çênedibû, di serê herkesî de qalibên melûm rûniştibû û herkesî heman tiştî dikir, lê min dixwest tiştên cuda bikira û di dawiyê de ez mecbûr mam û min dest danî ser vî karî. Ji derve tenê Mustafa Gazî (bi strana “Bê Te Nabe”), Yusuf Roman (bi strana “Çi Bikim”) û Latîf Epozdemir (bi gotinên strana “Kuro Lawo”) alîkariya vê albumê kirin û ez bi vê alîkariya wan gelek şanaz bûm. Min ji tu kesî bi tu awayî alîkarî nedî, ji ber vê yekê alîkariya mirovên ku min navên wan li jorê hejmart ji bo min bûbû alîkariya herî mezin û herî xweş. Ku ez ji ber vê sedemê sipasiyên xwe pêşkêşî wan dikim.
Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa albuma xwe “Ji Te Hez Dikim” bikî?
Album ji deh stranan pêk tê; Kavir, Kerîm Lawo, Nînik, Ji Te Hez dikim, Şêrînê, Bê Te Nabe, Dilê Min, Çi Bikim, Kuro Lawo û Were Ba Min. Album bi temamî bi Kurdî ye. Gotin û muzîkên çar stranan ayidî min in. Derhêneriya albumê min kir. Aranjorê albumê Volkan Sonmez e. Li gor baweriya min zimanê muzîkê gerdûnî ye û min bi vê ramanê albumeke tevgerdar derxist holê, ku herkes wê bikaribe bi dilekî rehet guhdarî bike. Min di albumê de carna rîtmên Flamenkoyê, carna stranên evînî yên dilşewat ên hunermendên Kurd ên Sûriyeyî, carna tevgerdariya hîp hopê, carna stranên evînî yên muzîka cazê tevîhev kir û bi wî awayî xebatek pêşkêş kir. Temaya albumê bi temamî li ser evînê ava bûye. Formên wek evîn, hezkirin yên em bi dewamî di muzîka Kurdî ya otantîk de rastî wan tên di hemû stranan de xwe nîşan didin. “Ji Te Hezdikim” ji aliyekî ve albumeke wisa ye; ku muzîka gelêrî (ya Kurdî) û muzîka nûjen a dunyayê tê de bûye yek. Min xwest ez cesaretê bidim jina Kurd. Ez bawer dikim ku xebateke wisa di muzîka Kurdî de wê bibe pêşgavek. Di seriyan de qalibek rûniştî heye; dibêjin tiştên cuda dijwar e ku bê kirin, tavilê nayê pejirandin, xerîb tê dîtin. Di serî de mirov dipirsin dibêjin “ev çi ye?”, “ev tiştekî çawa ye?”, “kî ye ev?” Yanê pêşî di seriyan de dudilîbûnek pêk tê û bi pişt re tê fêmkirin lê gelek zû tê fêmkirin û eleqe pir zêde li albumê tê nîşandan. Bi kurtî, êdî bila bêhna me piçekî fire be… Hewcedariya gelê Kurd bi vê yekê heye, ez jî wek hunermendeke vî gelî divê guh bidim xwestekên gelê xwe û dengê xwe di warê hunerê de bela bikim. Ev gelê hanê êdî evînê, hezkirinê, aşitiyê dixwaze…
Gel, muzîkhez eleqeyeke çawa nîşanî albuma te didin?
Album hê nû derket. Min hêvî dikir ku wê reaksiyonên erênî bibin lê min texmîn nedikir wê ew qas zû bibin. Ligel ku album nû ye reaksiyon pir zêde erênî ne û teleb jî pir e. Min xwest ez tiştekî wisa bikim, ku gelek mirovên Tirk, Laz, Îngilîz û hwd. gava guhdariya vê albumê bikin bila pê kêfxweş bibin, zewq bigrin. Diyar bû ku muzîkhezên Tirk eleqeyeke pir mezin nîşanî albuma min didin. Di gelek “klap bar”an de stranên min tên lêxistin. Ku ev yeka hanê min bextewer dike û ev tiştê hanê di warê hunerê de min sewqî riyeke hê çêtir dike. Tiştekî pir xweş e mirov ji aliyê guhdaran ve bê fêmkirin.
Klîba te heye? Eger hebe piştî vê tu ji bo kîjan stranê difikirî?
Me ji strana “Çi Bikim” û ji ya “Şêrînê” re klîb kişand. Piştî vê ez dixwazim bila guhdar biryarê bide. Ku guhdar ji bo kîjan stranê biryarê bide em ê jî ji wê stranê re klîbê bikşînin.
Tu rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?
Gelek hemnifşên min ên ciwan di nav lêgerînêkê de ne, dixwazin tiştên cuda bikin. Ev yeka hanê min gelek bextewer dike. Lê gelek zor li me tê, tim astengiyek derdikeve pêşiya me. Di serê kek û hek û apan de têgihîneke qalibgirtî heye û wekî ku tenê rastî ew be… Li hember ên ne di wî qalibî de nêzîkayiyeke wisa heye, ku dibêjin qey ew muzîka xirab dikin û dixwazin pêşî li ber wan bigrin. Li hember nûbûnê ne. Halbûkî yên ku wê vî karî bi awayê herî rast û baş bi pêşve bibin ciwan in. Em ji we cuda nîn in, em zarokên we ne. Ancax em ê bikaribin hem we û hem jî xwe vebibêjin.
Xeyala te ya herî mezin çi ye?
Ez dixwazim muzîkala Kurdî bikim.
Ji bo vê heypeyivînê gelek sipas dikim û ji bo te serkevtinên herî mezin dixwazim.
Ji ber ku we vê firsetê da min ez sipas dikim.
Hevpeyivîn: Mustafa Gazî
Çavkanî: Netkurd
Hi.. I am really surprised by the quality of your constant posts.You really are a genius, I feel blessed to be a regular reader of such a blog Thanks so much
YanıtlaSilonlinekaj.com/
What is love
Mobile price bd
font copy and paste