Gava min got “Zekeriya, min divê ez bi te re hevpeyivîneke Kurdî çêbikim” wî qet teredud nekir û got “ser çavê min!”
Zekeriya Karakaş di warê hunerê de hem pir behremend e û hem jî serketî ye. Min gelek hunermend nas kir, lê belê ez tu carî rastî mirovekî wek Zekeriya Karakaş durust, comerd, dilbirehm û mirovperwer nehatim. Ew bi sekna xwe ya humanîst û helwesta xwe ya Kurd di dilê min de xwediyê cihekî taybet û bi rûmet e. Ew ji gelek hunermendê newêrek sed qat çêtir e; lewre ew tu carî “xwe” înkar nake.
Mustafa Gazî.
Mustafa Gazî.
Tu dikarî piçekî behsa xwe bikî? Kî ye Zekeriya Karakaş?
Ez sala 1977’an li gundê Talanbiya ya ser bi qeza Gêlê ve hatime dinê. Gêl qeza herî biçûk a Diyarbekirê ye. Navê gundê Talanbiya bi Zazakî tê maneya “talanbûyî.” Niştecihên Gêlê hemû Kurdên Zaza ne. Tevî min em du bira û heft xwişk in, ku di nav wan de yê herî biçûk ez im. Min dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîseyê li Diyarbekirê xwend. Bi piştre min li Navenda Hunerên Temaşeyî ya Şaredariya Mezin a Îstenbolê xwend. Donzdeh sal in ez bi awayekî profesyonelî lîstikvaniyê dikim. Min di gelek lîstikên şanoyê, rêzefîlm, fîlmên sînema û fîlmên reklaman de lîst. Ez di ber re karên wek kameramantî, pevbestîn, rejî, wênekêşî û derhêneriyê jî dikim. Ji xeynî van karan helbest û çîrokan dinivîsim û di warê romanê de hin ceribandinên min hene.
Serpêhatiya te ya televîzyon û lîstikvaniyê çawa dest pê kir?
Bi temamî nayê hişê min lê an sala 1983’an bû an sala 1984’an bû. Wê demê li gund elektrîk tunebû. Ji gundekî din televîzyoneke reşûsipî anîbûn mala apê min. Gundiyan bihîstibûn ku televîzyon hatiye mala apê min, hema hemû li wir civiyabûn. Ji ber ku elektrîk tunebû fîşa televîzyonê bi akuya tirextorê ve girêdan û bi piştre televîzyonê vekirin. Dîmena ku min cara yekemîn lê temaşe kir a Şarlo bû. Gundiyan bi wî merivê komîk hem keniyabûn û hem jî jê re li çepikan xistibûn. Çepiklêxistin û teqdîrkirina ji bo Şarlo bala min kişandibû. Xwe bi xwe fikirîm; “gelo dê rojekê ez ê jî ewha bêm hezkirin, dê ji bo min jî li çepikan bixin… Divê ez jî bibim wek Şarlo.” Wê demê ev fikr ji bo min wek xeyalekê bû û ketibû nav dilê min. Li gund dibistana navîn û lîse tunebû. Ji ber wê yekê ez çûm Diyarbekirê da ku dest bi xwendina dibistanê bikim. Mala heka min li bajêr bû û ez li wir dimam. Piştî gelek salan dibistan xelas bûbû û heka min û mêrê wê êdî dixwestin min bişandina gund, lê min nedixwest biçûyama. Rojeke cejnê bû, serê sibehê xwarziyê min bi gokê lîstibû û lingê xwe şikandibû. Wî rakiribûn nexweşxaneyê, pêwistî bi refaqetvanekî hebû, ez bûm refaqetvanê xwarziyê xwe. Li nexweşxaneyê, li kêleka odeya xwarziyê min nexweşek hebû, navê wî xalê Mehmûd bû (bi dû re çû ser heqiya xwe.) Lawekî xalê Mehmûd hebû, navê wî Esat bû û di Can Tv’ya herêmî ya Diyarbekirê de kameramantî dikir. Esat ji min re behsa serpêhatiyên xwe, behsa televîzyon û televîzyonvaniyê dikir. Her ku ew dipeyivî wekî ku ew serpêhatiyên Esat hatine serê min diketim nav xeyalên kûr. Mehek buhurîbû. Xwarziyê min baş bûbû û ji nexweşxaneyê derketibû. Wext dibuhurî û hesret û mereqa hunerê li nav dilê min mezin dibû. Rojekê firsetek kete destê min û ez çûm li Bag Tv’ya herêmî ya Diyarbekirê xebitîm (di navbera salên 1994-1995’an de.) Min li wir skeç çêdikir û di rejiyê de dixebitîm. Di televîzyoneke din de jî Saît Coşkun û Mehmet Musaoglu dixebitîn. Rojekê li daweta hevalekî xwe yê rojnamevan min û Saît me hevdu dît. Saît got “te divê tu bi me re bixebitî?” Min jî tavilê teklîfa wî qebûl kir û bi piştre serê sibehê ez li televîzyona ku ew lê dixebitîn min bi wan re dest bi kar kir. Di televîzyonê de me programên komîk çêdikir û me çi program çêbikira jî hema me dişand televîzyonên mezin ên Îstenbolê (kanalên Tirkan ên neteweyî) û wan jî programên me an dikirin wek nûçe û di programên xwe de digihandin raya giştî an jî di talk showan de nîşan didan. Bi vî awayî bi milyonan mirov em nas dikirin. Piştî demekê êdî her hefte televîzyonekê gazî me dikir, em li programên xwe dikirin mêvan. Ku ji wan programan hinek ev bûn; programa Hulya Avşar a bi navê “Hulya Avşar Show”, programa Esra Ceyhan a bi navê “A’dan Z’ye”, programa Cem Davran û Hande Ataîzî ya bi navê “İki Kere Kiki” û hwd.
Bi piştre çi bû?
Bi piştre rojekê li Mêrdînê bi navê Beşîk Kertmesî rêzefîlmek dikişandin û xwestin ku bi lîstikvanên herêmî re bixebitin. Hatin teklîfê me kirin û me di gelek beşên wî rêzefîlmî de lîst. Piştî wê min navbir da lîstikvaniyê û min di televîzyonên Diyarbekirê de (GUN Tv, SOZ Tv) gelek zeman karê rejiyê kir. Rojekê produktor û derhêner Nazîf Tunç li min geriya û ji bo rêzefîlmekî ez dawetê Îstenbolê kirim. Ev gazîkirina Nazîf Tunç ji bo lîstikvaniya min bû wek rûpeleke nû, bû wek demeke nû.
Piştî gazîkirina Nazîf Tunç çi bû?
Piştî wê ez çûm Îstenbolê û ez û Saît Coşkun me bi hev re di projeya Nazîf Tunç de cih girt. Di projeyê de lîstikvanên wek Petek Dînçoz, Kenan Kalav, Nurselî îdîz, Hakan Ural, Atacan Arseven, Hîkmet Taşdemîr cih girtibûn.
Bejna min 1.40 metre ye, lê belê dibêjin “bejna wî ew qas e lê ew qas ji di binê erdê de ye!” Ya min jî eynî ewha ye.
Niha heyranên te pir in. Heyranên te yên mêr û keç an jin eleqeyeke çawa nîşanî te didin?
Heyranên min her tim min wek mirovekî ji malbata xwe dibînin. Bi giştî li herêma Kurd lê dijîn eleqeyeke pir mezin nîşanî min didin. Sedema vê Diyarbekirîbûna min e. Ji min re dibêjin tu hunermendê me yê neteweyî yî.
Baş e. Lê gava tu têyî Diyarbekirê gel eleqeyeke çawa nîşanî te dide?
Ez dikarim bibêjim, ku gava ez têm Diyarbekirê eleqeya gel pir mezin e. Ji min pir hez dikin. Ez li tu cihî rastî eleqeyeke ewha nayêm. Ez jî hewl didim xwe û min divê layiqê eleqeya gel bim. Lê problemek di nav min û gel de heye, ku ew jî ev e; divê rolên ku ez dilîzim wek rastiyê nenirxînin. Yanê gava di lîstikan de min di rola mirovekî xirab, diz an travestiyekî de bibînin bila ji min neqiherin û nexeyidin, lewre tenê ew rol e. Ku di jiyana min a rasteqîn de tişteke ewha tuneye.
Te qet di roleke nelirê an ters de lîst?
Erê min lîst. Niha jî di roleke ewha de dilîzim. Li Şanoya Dewletê ya Îstenbolê di lîstikeke nav bi “Uyarca” de min rola mirîhez (olu sevici) hildaye ser xwe. Nivîskarê vê lîstikê Friedrich Dürrenmatt e, derhênerê wê jî Şakir Gurzumar e. Ez di vê lîstikê de bi cesedekî re şa dibim. Temaşevan di vê lîstikê de gava li min temaşe dikin mat dibin.
Rola ku te nepejirandiye an red kiriye heye?
Erê, heye. Heger armanceke wê tunebe ez di wê projeyê de nalîzim. Divê çîroka wê zexm be. Ez bi piranî di projeyên ku mijarên wan ji herêma me Kurdan pêkhatî de bi hesasî tevdigerim. Lewre gava projeyek çanda me çewt bide der û mirov di wê projeyê de cih bigire, ev dê bibe xayintî û gel dê mirovî efû neke.
Te di gelek fîlmên sînemayê, di yên reklaman û di rêzefîlman de lîst. Te ji wan fîlman gelek pere kar kir?
Erê, min ji wê hêlê de gelek pere kar kir. Lê belê bawer bike niha pênc quruş pereyê min tuneye. Lewre min pereyê ku kar kir ji bo mirovên ketî, yên bêçaremayî, yên muhtac xerc kir. Min mirovên birçî têr kir, min ji yên bê derman re derman kirrî… Min her û her alîkariya mirovan kir. Lê belê carna ev xêrxwazî û dilqenciya min bû bela serê min. Rojekê hevbajariyekî min hat cem min, dixwest ku bibe vj. Min wî bir di televîzyoneke neteweyî ya Tirkan de wek pêşkêşkar xist kar. Heka wî wî ji malê qewirand, min wî anî mala xwe cih dayê. Lê belê wî li hember vê alîkarî û qenciya min rojekê li mala min çe heye çi tuneye hemû dizî. Ez li ber tiştekî nediketim, lê arşîva min a 15 salan jî dizîbû, ku di wê arşîvê de xatirayên malbatî hebûn. Lo hema min nifirek ji dû wî kir û got “Xwedê heqê min jê re nehêle!” Rojekê min bihîst ku ew hevbajariyê min ê diz bûye travestî. Min lêkola, ku bi rastî jî bûbû travestî. Dawiya dawî Xwedê heqê min jê re nehiştibû.
Gava temaşevan ji bo te li çepikan dixin tu çi hîs dikî?
Gava mirov karekî bike û karê mirov bê ecibandin, ev tiştekî pir xweş e. Hin kes we teqdîr bikin û ji ber vê yekê li çepikan bixin, ev tişt mirovî şad û bextewar dike. Jixwe xelata hunermend ew teqdîr û çepiklêxistina temaşevanan e.
Tu vê havînê hatibû Diyarbekirê taxa Ofîsê cem min. Em li wir li pêş dikanekê rûniştibûn. Ji wê de çend heb heyranên te yên zarok hatibûn cem te, ku ji te pir hez dikirin.
Ez ji zarokan pir hez dikim. Ez di çavên wan de zarokatiya xwe dibînim. Lê ez zarokatiya xwe wekî wan nejiyam; ku ev di dilê min de wek kulekê maye. Lewre min di neh-deh saliya xwe de zarokatiya xwe ji bîrve kir.
Nava te û muzîkê gelek baş e. Tu bêtir guhdariya kîjan hunermendan dikî?
Ez bêtir guhdariya hunermendên wek Karapetê Xaço, Şivan Perwer, Emînê Erbanî, Vivaldi, Neşet û Muharrem Ertaş, muzîka klasîk û hwd. dikim.
Carekê te bi Tirkî kasetek çêkiribû. Tu dikarî behsa wê bikî?
Ew ji bo min xetayeke pir nezin bû. Eşkere eşkere hinekan ez xistim feqê. Ku ez mecbûr mam wê kasetê çêbikim. Lewre xeynî wê çare tunebû. Ez naxwazim li vir navê wî bidim, lê belê tu jî wî produktorî ji nêz ve nas dikî. A wî produktorî qilopilo kir û ez xistim feqê.
Gelek zeman e tu dixwazî bi Kurdî - Tirkî albumekê çêbikî, lê belê şertên dijwar û problema pereyan dest nade ku tu ji cihê xwe bilivî. Di van rojên dawî de min ji te xeberek pir xweş girt, ku te ji bo albumekê li Îstenbolê bi fîrmayekê re li hev kiriye.
Erê, rast e. Roja ku ez dikira Îstenbolê bihatama Diyarbekirê min seriyekî li Ûnkapaniyê xist û li wir rastî hevalekî xwe yê produktor hatim, ku ev heval bi salan e dixwaze ji min re albumekê çêbike. Wî hevalê produktor dîsa teklîfa albumê li min kir û îjarê min jî teklîfa wî qebûl kir. Jixwe di vê mijarê de daxwaziya gel ji min hebû. Min jî pir dixwest ez bi Kurdî - Tirkî albumekê çêbikim. Ku ez niha ji bo repertuara albumê bi te (M. Gazî) re dixebitim. Album dê bi piranî ji stranên mîzahî pêkbên. Wê tê de pop, rap, blues, rock û hwd. hebe. Yanê em ê sentezekê pêkbînin. Bi piştre heger pereyê min çêbibe ez ê albumeke xwerû bi Kurdî çêbikim. Lewre ev jî xeyala min a taybet e.
Xeyala te ya herî mezin çi ye?
Ez pir dixwazim li Amedê di cejneke Newrozê de bi hunera xwe derkevim pêşberî mirovên xwe.
Ji bo vê hevpeyivînê li ser navê Netkurdê sipasiyên xwe pêşkêşî te dikim.
Ez gelek şad û bextewar im ku di malpereke ewha xwerû bi Kurdî de bûm mêvan. Hurmet û silavên xwe ji amadekar û xwendevanên Netkurdê re bi rê dikim.
Hevpeyivîn: Mustafa Gazî
Çavkanî: Netkurd
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder