20.12.2010

HEVPEYİVÎN Bİ HUNERMEND XALO RE

Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa xwe bikî

Ez di sala 1970’î de li gundê Alqemerê ya ser bi Îdirê ve hatime dinê. Tevî min em çar bira û çar xwişk in. Min dibistana seretayî qedandiye. Ez zewicandî bûm, lê ji ber hin probleman me hevdu berda, em ji hev qetiyan. Lawekî min î penzdeh salî heye. Bavê min çûye rehmetê, diya min li Amedê dijî.

Navê Xalo navekî balkêş e. Ev navê hanê ji ku hat aqilê te?

Navê min ê di nasnameyê de Suleyman Karadenîz e. Navê Xalo di çanda me de zehf tê hezkirin. Em vî leqebî li mirovên ku jê gelek hezdikin datînin. Ji ber ku ez dixwazim mirov qiymetekê bidin min û ji min hez bikin min vî vî navî (navê mustear) li xwe danî. Li hêla din, ev nav û muzîka min ahengekê pêktînin.

Serpêhatiya te ya muzîkê kîngê dest pê kir?

Serpêhatiya min a muzîkê di zarokatiya min de bi gahdarîkirina radyoya Yêrîvanê re dest pê kir. Bi pişt re di çalakiyên mekteb û cejnan de derketim ser dikê û min stran gotin. Heta nozdeh saliya xwe li bajarên Tirkiyeyê yên cuda de derketim ser dikê. Ez qet neçûme perwerdegehên muzîkê. Ez xwe bi xwe hînî muzîkê bûm. Ez piştî 19 saliya xwe çûm Ewropayê û li wir di cihên cuda de min hunera xwe domand.

Hunermendên ku tu di bin tesîra wan de mayî hene?

Ez bi giranî di bin tesîra Şivan Perwer, Ahmet Kaya û Aram Tîgran de mam.

Tu kîjan enstrumanan dikarî bi kar bînî?

Ez bi awayekî amatorî li gîtarê dixim.

Albuma te ya bi navê “Bila Bêjin Dîno Bila” nû derket. Min guhdariya albuma te kir û min zehf eciband. We albumeke xweş çêkiriye. Ji kerema xwe re tu dikarî behsa vê albuma xwe bikî?

Ez di çêkirina albumê de bi hunermendê Îspanyayî Carlos, hunermendê Efrîkayî Şotland, humermendên Elmanyayî Elif, Elbi û Feriş, derhêner Necip Yilgin, Fatih Kisaparmak û Ayhan Evcî re xebitîm. Gotin û muzîkên stranên ku di albumê de gih girtine yên min in. Di her stranekê de çîroka jiyanekê heye. Di dem û cihên cuda de hatine nivîsîn. Ji ber vê yekê min xwe wek derwêşê stranên xwe, wek Kurdiya evînê dît; lê belê ji hêla madiyat û manewiyatê de min her tenêbûnê jiya. Min êş û hesretên ku min xwe yên kevn tevî stranên xwe kir û vê albumê çêkir.

Dengekî te yê zehf xweş û balkêş heye. Terza te jî ewha xweş û balkêş e. Te di albumê de sentezek pêk aniye, ne wusa?

Ez gotinên ewha xweş ji te dibihîzim şanaz dibim, gelek sipas dikim. Li gor min muzîk zimanekî gerdûnî ye. Min bi armanca gerdûnîkirina zimanê xwe sentezeke ewha pêkanî. Lê belê teqdîr a mirovan e.

Te di mijara muzîkê de qet ders girtin an tu hat perwerdekirin?

Na, ez qet nehatim perwerdekirin. Lê ez xwe bi xwe fêrî her tiştî bûm. Heger mirov bi cehd û ezîm be, dilxwaz be dê miheqeq bi ser bikeve.

Tu hunera xwe li ku îcra dikî? Cihên ku tu lê derdikevî ser dikê hene?

Bi piranî li bajarên Ewropayê yên cuda derdikevim ser dikê. Ez dixwazim li welêt, li pêşberî gelê xwe hunera xwe îcra bikim; ku ev ji bo min hesret û armanceke mezin e.

Gava tu li Ewropayê derdikevî ser dikê mirovên biyanî tên guhdariya te dikin?

Erê, mirovên biyanî tên guhdariya min dikin. Bi piranî biyaniyên wek Elman, Îspanyol, Îngiliz û Ereb tên.

Têkiliya te û ya Kurdên Başûr çawa ye?

Ez pê hesiyam, ku li Başûr albuma min tê firotin û klîbên min tên temaşekirin. Projeyeke me ya ji sê konseran pêkhatî heye. Hêvî dikim ez ê ji mirovên wekî te nirxdar jî alîkariyê bistînim.

Tu ji xeynî muzîkê karekî din dikî?

Na, nakim.

Tu rewşa muzîka Kurdî ya îroyîn çawa dibînî?

Li gor fikra min muzîka Kurdî îro ber bi başiyê diçe. Lewre beriya vê demê mirovên me li çand û hunera xwe zêde xwedî derneketin. Lê îro bi saya têkoşîna neteweyî û hişdarbûniyê hunermendên Kurd dikarin li her derê hunera xwe îcra bikin. Li hêla din di warê muzîka Kurdî de êdî terzên cuda bûne xwediyên cihên qewîn û ji ber vê yekê jî muzîka Kurdî ji xwe re girseyeke mezin a guhdaran pêk aniye.

Di warê muzîkê de cihê ku te divê tu bigihîjê kuder e?

Min divê ez di warê muzîkê de bigihîjim cihê herî baş.

Xeyala te ya herî mezin çi ye?

Min divê ez mayînde bim, nemir bim.

Ji bo vê hevpeyivînê li ser navê Azadiya Welat gelek sipas dikim.

Ji ber ku we firseteke ewha mezin da min gelek sipas dikim û ji bo Netkurd û xebatkarên wê serkevtinê dixwazim.

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî


Çavkanî: Netkurd 29/10/2007

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder