20.12.2010

HEVPEYİVÎN Bİ HUNERMEND AZAD BÎLEN RE

Kî ye Azad Bîlen?

Ez di sala 1975’an de li Qoserê ya ser bi Mêrdînê ve hatim dinê. Heta 5 saliya xwe li wê derê jiyam. Di wê pêvajoyê de bavê min ji ber sedemên siyasî ket girtîgehê. Bi dû re me mala xwe bar kir em çûn Enqerê li wir bi cihûwar bûn. Tevî min em sê bira û xwişkek in. Bavê min mamosteyekî ji kardeketî, welatparêzekî dilsoz e. Diya min kevanî ye. Min demekê di şîrketeke taybet de karê muxasebeyê kir. Min di salên 1990’î de bi awayekî amatorî dest bi muzîkê kir. Wê demê diçûm çalakiyên wek Newroz, dawet û şahiyan. Bi vî awayî di nav warê muzîka Kurdî de pijiyam. Di sala 1998’an de ji bo ku debara xwe bikim min komeke muzîkê ava kir û li barekê derketim ser dikê û min stran xwendin…

Te xebata li ser albumê bi kê re û di kîjan tarîxê de kir?

Min di sala 2003’an de demoyek çêkiribû. Demo ji hêla herkesî ve hate ecibandin. Bi piştre hin xizmên min behsa te (Mustafa Gazî ango Seyda) kirin. Min jî demoya xwe şand ji te re. Te piştî ku guhdariya demoya min kir, bi telefona desta li min geriya û got, min dengê te pir eciband, ji bo albumê ez ê bi her awayî alîkariye te bikim. Di heman salê de çûm Diyarbekirê û li wir qasî du hefteyan bi te re li ser mijara repertuarê xebitîm. Piştî ku repertuar xelas bû em li Îstenbolê aranjorek hebû, navê wî Jêhat bû, ji bo çêkirina albumê li wî geriyan. Me bi Jêhat re li hev kir û bi dû re me dest bi çêkirina albumê kir. Xebata min a albumê ji ber hin sedeman pir giran meşiya. Li hember gelek zorî, zehmetî û astengiyan album xelas bû û di encamê de xebateke baş derket holê. Te ji serî heta dawiyê alîkariya min kir û derdê min kişand. Lê belê te tu carî gazindan ji min nekir. Ji ber vê yekê ez minetdarê te me.

Baş e. Di pêvajoya xebata albumê de malbata te, hevalên te destek dan te an na?

Malbata min di wê pêvajoyê de ez serbest hiştim. Malbata min ji ber ku ji hêla aboriyê de qels bû ji hêla manewî de destek da min. Lê belê piştî ku album derket, desteka malbata min deh qatê din zêde bû. Lê hevalên min destekeke pir mezin dan min û wan her tim ez motîve kirim.

Gava album xelas bû û tu li fîrmayekê geriya, tu astengî derketin pêşiya te?

Na, ez rastî astengiyan nehatim. Lê belê dema min album çêdikir sektora muzîkê ket nav krîzeke pir mezin û her ku dem dibuhurî krîz fireh dibû. Fîrmayên muzîkê ji ber bandora krîzê nikaribûn album derxistana. Min bi fîrmaya Aresê re li hev kir û vê fîrmayê produktoriya albumê hilda ser xwe. Fîrmaya Aresê pir destek da min. Ji ber alîkarî û dilqenciya wî ez sipasiyên xwe pêşkêşî produktorê xwe birêz Faîk dikim.

Klîbên te qet hene?

Hîn albuma min derneketibû piyaseyê desthilatdarê TRT3’ê bi min re hevdîtinek pêk anî û xwest ku ji du stranan re du klîbên cuda  bikişînin. Min teklîfa desthilatdarê TRT3’ê bi kêfxweşî qebûl kir û di heman salê de (2005) Li Golbaşiya Enqerê klîb hatin kişandin. Di sala 2006’an de ez çûm Diyarbekirê, min li wir klîbeke sanal kişand. Dîsa di heman salê de min li Diyarbekirê bi ekîbeke Kurd re du klîbê din kişand. TRT3 klîbên ku dikişandin nedida derve, ji ber wê jî me ji strana Bê Te Nabe re klîbeke nû kişand; lewre strana Bê Te Nabe ji hêla gel ve pir dihat ecibandin.

We navê albumê Welat daniye. Çima Welat?

Ez li Enqerê dijîm. Li Enqerê bi hesreta warê xwe, mirovên xwe, bi hesreta gelê xwe dişewitim. Ez her bi hesretiya wan im. Bi navê Welat min xwest vê hesreta xwe îfade bikim.

Terza te çi ye?

Ez dikarim viya bibêjim, ku bi terzeke net derneketim pêşberî muzîkhezan. Lê belê gava mirov guhdariya albumê dike bêtir bêhna pop-rockê jê tê. Dema ku min repertuarê çêkir min ji bo xwe terzeke net pêkneanî. Min got piştî ku album derkeve ez û gel em ê bi hev re biryarê bidin ka terza min dê çi be. Yanê terza min niha ne diyar e, lê piştî demekê dê diyar be.

Di albumê de berhemek heye, ku bala mirovî pir dikişîne; navê wê Awirên Te ye. Em di nav xebatên muzîka Kurdî de rastî xebatên ewha nehatin. Awirên Te blues e?

Ev ceribandinek bû. Bi taybetî te (Mustafa Gazî) pir dixwest ez di terza bluesê de berhemekê bixwînim. Te digot, ku ez ê bikaribim di terza bluesê de bixwînim û di vî warî de bi ser kevim. Lê te ez îqna kirim û di encamê de min nimûneyeke balkêş xist nav tûrikê muzîka Kurdî ya nûjen. Li gorî min di albumê de ji hêla hunerî de strana herî hêja Awirên Te ye. Ev berhem ji hêla aranje û enstrumanan bi temamî nebûye blues, lê li nêzî wê formatê radiweste. Belê, em nizanin ka gelê Kurd dê ji bluesê hez bike an na. Me got piştî derketina albumê em ê li helwesta gel binêrin û em ê li gorî wê bibin xwedî raman û xwedî rê.

Tu qet difikirî, ku di terza bluesê de albumekê çêbikî?

Muzîka Kurdî li hin herêman ji hêla rîtim û motîfan dişibe bluesê. Min li jorê jî got, min divê ez û gel bi hev re biryara terzê bidin. Lê tu (Mustafa Gazî) tim dibêjî were em di terza bluesê de albumekê çêbikin. Ez pêşniyara te wek pêşniyareke baş dibînim lê li gorî min ji bona vê hîn pir zû ye.

Wek her hunermendî cihê ku tu dixwazî bigihîjê kuder e?

Her hunermend di warê hunerê de dixwaze bigihîje mertebeya herî bilind. Lê heger ez layiq bim, gel dê min bilind bike û deyne wî cihî. Ya girîng ev e;  ku min divê ez ji bo muzîka Kurdî, ji bo doza Kurdî feydedar bim. Rawestina min a Kurdayetiyê, xwedî derketina min a li mafên Kurdî ji bona min ji her tiştî girîngtir e. Ez muzîkê ji hêlekê de wek aleteke têkoşînê dibînim û li gorî wê tevdigerim. Wekî ku tê zanîn em di her warî de ji mafên xwe bêpar in. Ez ji ber vê sedemê muzîkê wek çekekê bi kar tînim. Ez her bi vê ramanê muzîka xwe îcra dikim û her bi vî awayî tevdigerim.

Tu ji bo albuma duwemîn dixebitî? Ya duwemîn dê kîngê derê?

Vê gavê ez li hêviya albuma yekemîn im. Ka ez binêrim gelê Kurd albuma yekemîn çawa dinirxîne. Ku ez ê li gorî wan nirxandinan tevbigerim. Gerçî gelê Kurd albuma min gelek eciband. Ez diçim kuderê gel eleqeyeke mezin nîşanî min dide û li min xwedî derdikeve. Şertên çêkirina albuma duwemîn pêkbên ez ê dest pê bikim. Belkî di nav salek an du salan de ez ê albuma duwemîn derxim pêşberî muzîkhezan.

Ji bo vê hevpeyivînê em sipas dikin û me divê tu her û her serketî bî.

We firseteke mezin da min, ku bi saya we xwendevan dê di derbarê min û albuma min de bibine xwedî malûmat. Ji ber vê yekê ez sipas dikim.

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî

Çavkanî: Netkurd 18/3/2007

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder