19.12.2010

HEVPEYİVÎN Bİ HUNERMENDA MUZÎKA KLASÎK JİYANÊ RE

Jiyan ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa xwe bikî?

Ez ji Farqînê me. Tevî min em heft xwişk û birayek in. Ez mezûna Zanîngeha Diyarbekirê, Beşa Otomotîvê ya Mekteba Bilind a Pîşeyî ya Batmanê me.

Serpêhatiya te ya muzîkê çawa dest pê kir?

Dema ez hê 7-8 salî bûm min guhdariya stranan dikir û ji nav wan ên ku kêfa min jê re dihatin ji xwe re jiber dikir û dixwend. Eleqeya min bi muzîkê re bi awayekî ecêb hebû. Dema ez neh salî bûm diya min eleqeya min a bi muzîkê re ferq kir û çû ji min re tembûrek kirrî; ku ew tembûra min a ewil bû. Ji ber ku îmkan tunebû min dersa tembûrê bigirta mecbûrî ez xwe bi xwe hîn bûm. Ewil min demeke dirêj tembûra xwe danî quncikekê. Di vê navbirê de têlên tembûra min zengarî bûbûn. Bi pişt re min tembûra xwe ji wê quncikê derxist û dîsa pê mijûl bûm. Ez niha êdî dikarim li tembûrê xim û pê re jî bistrêm.
Belê, bi taybetî ez di bin tesîra Zozana Farqînî û Ferhat Tunç de zehf mam, lewre bi saya wan min ji tembûrê hez kir, ew bûn sedema tembûr lêdana min. Ez bi navbeynkariya we sipasiyên xwe pêşkêşî wan dikim, lewre wan em ji cewhera xwe bêpar nehîştin. Ji xeynî wan ez zehf di bin tesîra hunermendên wek Mehemed Şêxo, Eyaz Yûsif, Tehsîn Taha, Seîd Yûsif û Faris Bavê Fîraz de mam.

Qasî ku ez dizanim tu di mijara muzîkê de qet nehatiyî perwerdekirin. Tu ji zikmakî de behremend î. Lê dîsa jî tu qet fikirî dersa şan û solfejê bistînî?

Derfetên min qet çênebûn ku ez di mijara muzîkê de xwe bidim perwerdekirin. Guhdarên min dibêjin qey ez ji hêla muzîkê de profesyonel im. Lê ez difikirim û pir dixwazim di mijara muzîkê de xwe bidim perwerdekirin.

Jiyan, dengê te gelek xweş e. Hewcedariya muzîka Kurdî bi dengên wek te zehf heye, lê belê mixabin şert û îmkan gelek xirab in û mirovên weka te hêja ji ber vê yekê nikarin bigihîjin armancên xwe.

Ez ji bo van gotinên te gelek sipas dikim Seyda! Hîskirina te ya bi vî awayî ji bo min bextewariya herî mezin e, ji ber vê yekê ez gelek dilzîz bûm. Ez hunera xwe bi hezkirineke mezin îcra dikim. Ji ber ku ez bi taybetî ji muzîka klasîk a Kurdî hez dikim û vê hezkirina xwe bi riya îcrakirinê bi mirovan re parve dikim ez hê bêtir dibim dilbesta muzîkê, motîvasyona min pêktê. Lê belê wekî ku te jî anî zimanî ez xebatên xwe yên hunerî bi îmkanên zehf qels û zêfîndar dimeşînim.

Tu çend caran li Diyarbekirê di televîzyoneke herêmî de beşdarî programeke muzîkê bû û gelek hat ecibandin. Herkes bi dewamî te mereq dikin, li te dipirsin û dibêjin “kî ye ew keça dengxweş?” Mirovên me zehf te diecibînin û teqdîr dikin. Li hember vê yekê tu xwe çawa hîs dikî?

Hunermend gava hunerên xwe îcra dikin muzîkhezan şad û bextewar dikin. Ji bo hunermendan hesta herî xweş ecibandin û hezkirina muzîkhezan e.
Ez beşdarî çend programên televîzyon û radyoyên wek MMC, Gun Tv-Radyo û Can Radyoyê bûm. Ji ber ku programa min a ewil pir hate ecibandin ez ji hêla televîzyonan ve li pey hev hatim vexwendin.

Ez te wek nûnera nû ya muzîka klasîk a Kurdî dibînim. Tu stranên hunermendên wek Faris, Mehemed Şêxo, Tehsîn Taha û Seîd Yûsif pir xweş dixwînî. Mirov gava guhdariya te dikin, te û wan hunermendên mezin ên ku tu stranên wan dixwînî qiyas dikin?

Belê, carna min û wan hunermendên mezin qiyas dikin. Hin guhdarên min stranên wan hunermendan beriya wan ji min guhdarî dikin û ji ber vê yekê ji wan bêtir min diecibînin, bi strandina min re ji stranên wan hunermendên mezin hez dikin. Yanê bi kurtahî ez dikarim viya bibêjim; ew mirovên hanê ji ber ku wan stranan cara ewil ji min guhdarî dikin ewha difikirin. Lê bi rastî ez nagihîjim neynoka wan hostayên mezin ên ku navên wan li jorê hatin hejmartin. Ew taca serê min in. Hêvî dikim ez ê karibim heqê peywira ku min hildaye ser xwe bidim; lewre ew qas hêsan nîne mirov wê alê ji wan wergire û pêşve bibe. 

Ez te baş nas dikim lê ji ber ku mirov te mereq dikin min divê ez bipirsim; tu ji xeynî muzîkê karekî din dikî?

Ez beriya niha di çend karan de xebitîm, lê niha betal im. Carna karê malê dikim, carna jî bi destkariyê mijûl dibim. Lewre gava ez bi van karan mijûl dibim xem û stres ji min dûr dikevin.

Tu gava derdikevî ser dikê li pêşberî gel dikevî heyecanê?

Ez gava derdikevim ser dikê deqîqeyên pêşî dikevim heyecanê lê bi pişt re heyecan namîne û bi dilrehetî hunera xwe îcra dikim. Bi giştî li cihê ku herkes dikeve heyecanê ez nakevimê, rewşeke ewha di min de pêk nayê. Tiştên ku min dixin heyecanê hindik in.

Tu niha ji bo albumekê dixebitî. Ji bo vê albumê tu çima ew qas dereng ma?

Belê. Nêzîkî mehekê ye ku me dest bi xebata albumê kiriye. Min beriya bîsteke din li jorê jî got, ji ber problemên aboriyê çêkirina albuma min dereng ket. Guhdarên min, hezkiriyên min kîngê ez bidîtama digotin “çima albuma te tuneye?” Bersivandina vê pirsê bi min gelek zor dihat. Lewre ez nikaribûm bibama bersiva xwesteka wan. Welhasil her çi qas şertên min xirab bin jî di encamê de min dest bi xebata albuma xwe ya yekemîn kir.

Di repertuara te de çend stran hene?

Repertuara min ji yanzdeh stranan pêk tê.

Album ji bo te çi îfade dike?

Pirsa te pirseke zehf xweş e. Belkî ez hestên xwe bi temamî nikaribim îfade bikim lê ez dikarim ewha bibêjim; qet nebe guhdarên min kîngê bixwazin dê karibin albuma min peyda bikin. Album dê di nava min û guhdarên min de bibe wek pira hunerê. Album ji aliyekî din jî dê di kategoriya muzîka klasîk a Kurdî de bibe wekok. Ji xeynî wê album eger bi kalîte be, dê ji bo min bibe wek belgeyeke nasnameyê. 

Têkiliya te bi Kurdên Başûr re heye? Tu qet çû wî alî an tu ji hêla wan ve hat vexwendin?

Belê, ez vê biharê çûm Başûr. Başûriyan ez vexwendim. Ji xeynî wan ez ji gelek cihan ve jî têm vexwendin. Lê belê ji ber ku heta vê gavê albumeke min tunebû min wan teklîfan nenirxand. Dema album derkeve ez ê li teklîfên vexwendinan bifikirim.

Tu rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?

Mixabin asîmîlasyona li ser çanda me tesira xwe li ser muzîka me jî pêk aniye. Bi min muzîk nuxteya herî girîng a çand û hunerê ye. Cihê ku herî xweş û bi bandor tê karanîn muzîk e. Niha muzîka Kurdî pir sekinandî ye. Ji xeynî vê jî ez dikarim viya bibêjim; mixabin muzîka me ya xweş û esîl ji reh û rîşikên xwe dûr ketiye. Divê em orjînalîteya muzîka xwe biparêzin, ji bin tesîra muzîkên biyanî xelas bikin.

Di warê muzîkê de cihê ku te divê tu bigihîjê kuder e?

Ber û nirxa jiyanê li gor wext û mekan dikare biguhire. Ez ê hunera xwe her dem îcra bikim. Li malê be jî ez ê muzîka xwe bidomînim…
Lê belê di mijara cihê ku ez dixwazim bigihîjimê de nikarim bersivekê bidim te.

Xeyala te ya herî mezin çi ye?

Min divê cara pêşî nuxteyekê bînim zimanî; îmkanên min pêknehatin ku ez hunermendên mezin ên wek Mehemed Şêxo, Tehsîn Taha, Eyaz Yûsif ji nêz ve nas bikim, ji ber vê yekê pir xemgîn im. Wan navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka muzîka Kurdî dan nivîsandin. Ez dixwazim bi hunermendên ku ez jê zehf hez dikim ên wek Seîd Yûsif, Faris, Ciwan Haco û Armanc re heman dikê parve bikim; lewre ev xeyala min a herî mezin e.

Jiyan ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.

Te ji bo min û gelê min zehf keda xwe rijand; ji ber vê yekê gelek sipas dikim. Ji xeynî vê ez sipasiyên xwe pêşkêşî Netkurd û guhdarên xwe yên berketî dikim.

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî


 
Çavkanî: Netkurd 10/1/2008

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder