Tu dikarî ji kerema xwe re piçekî behsa xwe bikî?
Ez di sala 1974’an de li gundê Çîçika ya ser bi Farqînê ve ji diya xwe bûme. Min dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê xwend. Tevî min em heft bira û pênc xwişk in. Dê û bavê min li Amedê dijîn. Ez zewicandî me, du kurên min hene; Ronas û Zana.
Serpêhatiya te ya muzîkê çawa dest pê kir?
Min di piçûkatiya xwe de şivantî dikir û li deşt û zozanan xwe bi xwe stran dixwend. Hîna wê demê min guhdariya radyoya Erîwanê dikir û kêfa min gelek jê re dihat. Dema li gund dawet çêdibûn û ji ber ku dengê min xweş bû, gazî min dikirin û min jî di wan dawetan de distra. Serpêhatiya min û muzîkê bi vî awayî dest pê kir ta ku ez gihîştim Elmanyayê.Di nav malbata te de yên wekî te bi muzîkê mijûl dibin hene?
Na, di nav malbata min de xeynî min kes bi muzîkê mijûl nabe. Ez yê ewil im.
Enstrumaneke ku tu bi kar tînî heye?
Tu di bin tesîra kîjan hunermendan de ma?
Ez di bin tesîra hunermendên wek Şivan Perwer, Mihemed Arifê Cizîrî, Eyşe Şan û Xelîl Xemgîn de mam.
Tu bi piranî guhdariya kîjan kom û hunermendan dikî?
Ez bi piranî guhdariya kom û hunermendên wek Koma Berxwedan, Şivan Perwer û Dilgeş dikim
Tu terza xwe bi kîjan navî dinavînî ango terza te çi ye?
Ez terza xwe bi navê muzîka klasîk a Kurdî dinavînim.
Albuma te “Rûkê Dinê/Pîroz Dikim” ji aliyê muzîkhezan ve gelek hate ecibandin. Tu dikarî behsa vê albuma xwe bikî?
Min di sala 2003’an de li Elmanyayê dest bi çêkirina albuma xwe kir û piştî zehmetiyeke mezin di sala 2006’an de derket piyaseyê.
Bala min kişand, di albumê de gotinên heşt stranan ên te ne. Gelo te kîngê dest bi nivîsandina gotinên stranan kir?
Min wan gotinan li Elmanyayê nivîsî. Dema ez li welêt bûm, bûyerên rasteqîn ku ji serê min buhurîn li Elmanyayê bûn gotinên stranên min.
Tu ji xeynî muzîkê bi karekî din mijûl dibî? Ango tu debara xwe çawa dikî?
Belê, ez li Elmanyayê, li navendeke danûstandinê dixebitim û bi vî awayî debara xwe dikim.
Te bi awayê profesyonelî kîngê dest bi muzîkê kir?
Min di sala 2003’an de li bajarê Hannoverê ji mamosteyê xwe yê hêja Cemal Karadayi sê salan dersa şan û notayê girt. Piştî ku di mijara muzîkê de hemû kêmasiyên min ji holê rabûn êdî min bi awayekî profesyonelî dest bi hunera xwe kir. Di heman demê de ez bi gelek kom û hunermendên ku li Elmanyayê dijîn re xebitîm, ku ji wan yek Cemal Karadayi û yek jî Cewad Merwanî bû. Ew xebatên ku min bi kom û hunermendan re kirin ji bo min bûn tecrubeyên mezin.
Li Elmanyayê cihekî ku tu bi dewamî lê derdikevî ser dikê heye?
Ez li Elmanyayê bi piranî bi Akademiyê re dixebitim. Ew karê muzîkê organîze dikin û me dişînin welatên wek Romanya, Holend, Fransa hwd. Ez li hemû Elmayayê di çalakiyên wek şevên pîrozbahiyan, dawet û şahiyan de cih digirim.
Qasî ku ez dizanim amadekariya te ji bo albuma duwemîn heye. Albuma te ya duwemîn dê dewama ya yekemîn be?
Ez niha li ser repertuarê dixebitim. Albuma min a duwemîn hema hema ew ê dewama ya yekemîn be, lê ez ê ji bo ciwanan piçekî guhertinan pêkbînim. Li gor texmîna min albuma min a duwemîn ew ê di sala 2008’an de derbikeve pêşberî muzîkhezan.
Tu qet çûyî Kudistana Başûr?
Na, ez qet neçûme. Lê bi hunermendên Kurdistana Sûriyê re têkiliyên min ên gelek baş hene. Bi Hekîm Sefqan û Zubêr Salih re danûstandinên min ên taybet hene.
Tu rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?
Muzîka Kurdî îro pir pêşve çûye. Hunermendên me gelek bûne û tûrikê muzîka Kurdî bi her cure muzîkan tijî bûye. Kurd li welêt û li derveyî welêt bûne xwediyên saziyên çandî û hunerî. Li welêt malên dengbêjan ava dibin, dengbêj tên vejandin. Bi hezaran enstrumanîst, komên muzîkan, hunermendên bi rûmet gihîştine. Li aliyê din jî yên ku di vî warî de bi zor û zehmetî albuman çêdikin li ber bayê korsanan dikevin û bi dû re têk diçin. Ev yeka hanê pişta hunermendan dişikîne; lewre çêkirina albumekê pere divê, ked û cehd divê. Lê li miqabilî van tiştên neyînî ez îro rewşa muzîka Kurdî ji duh sed qat çêtir dibînim.
Xeyala te ya herî mezin çi ye?
Min dixwest li her derê welatê xwe yê azadbûyî konseran bida an ez di Newroza 2008’an de li Amedê derketama ser dikê.
Ez ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.
Ez jî sipas dikim û ji bo we serkevtinê dixwazim.
Hevpeyivîn: Mustafa Gazî
Çavkanî: Netkurd 14/11/2007
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder