Ji kerema xwe re tu dikarî hinekî behsa xwe bikî?
Eleqeya te bi muzîkê re kîngê çêbû?
Gava te hê dest bi muzîkê nekiribû tesîra kê li ser te çêbûbû?
Min beriya niha jî behs kiribû, ku eşqa min a li ser muzîkê hê di piçûkatiya min de dest pê kiribû. Ev rewşa hanê bi xwe re eleqeya bi huner û hunermendan re jî anî. Eleqeya min bi piranî bi muzîka gelêrî re hebû. Min wê demê bi kêfxweşî guhdariya Belkis Akkale dikir. Min hunermendên wek Sezen Aksu, Nîzamettîn Ariç û Şivan Perwer dieciband.
Di nava malbata we de xeynî te yên bi muzîkê mijûl dibin hene?
Xwarziyê min Onder Denîz heye, ew jî hunermend e. Dengê xwişka min a mezin xweş e. Yê kekê min jî pir xweş e, lê eleqeya wan tu carî bi awayê profesyonelî bi muzîkê re çênebû. Min û xwarziyê xwe Onder li Berlînê Koroya Gelêrî ya Kurdî pêk anîbû, xwişka min a mezin di wê koroyê de demeke dirêj cih girt.
Tu qet dikarî enstrumanekê lêbixî?
Na.
Di warê muzîkê de xebatên te yên profesyonelî kîngê dest pê kirin?
Wekî min li jorê jî behs kiribû, her ku firset çêdibû, min hezkirina xwe ya li ser muzîkê dianî zimanî. Lê belê li cihê ku ez lê dijiyam ji hêla jiyana civakî de hin astengî hebûn. Ji helwestên feodal ên li dijî jinan min jî gotin dixwarin û ji neçarî li gor hin qaydeyên civatê tevdigeryam. Sala ku min dibistana seretayî xelas kir, me şeveke şahiyê amade kiribû. Min di nav koro û şanoyê de cih girtibû û li pêşberî hezar kesî sê stran (solo) xwendibû; ku ev rewşa hanê herkesî şad û bextewar kiribû. Lê belê bi pişt re bi mezinbûna emrê min re sînor jî dihatin avakirin. Ji ber wê yekê tenê beşdarî yek-du bernameyan bûm, ku ew bername li Edenê ji hêla dibistanê ve hatibûn amadekirin. Ta ku ez di sala 1995’an de hatim Elmanyayê. Min li Elmanyayê di Şûbeya Berlînê ya Akademiya Çanda Kurdî de bi lîstikên folklorê dest bi xebatên çandî kir. Piştî wê min demeke dirêj di nav koroyên Muzîka Gelêrî ya Kurdî de cih girt û wan koroyan organîze kir. Ji aliyê din jî ez beşdarî xebatên koroyê ya Akademiya Navendî dibûm, dersên wek nota û solfejê digirt û bi xebatên repertuarê jî min xwe di pratîkê de pêşde dibir. Di vê navê de min di Koma Berxwedan de jî cih girt. Di sala 2002’an de Medya Tv pêşbirkeke deng saz kiribû. Pêşbirk ji sê kategoriyan pêk dihat; kategoriya gelêrî, kategoriya dengbêj û kategoriya nûjen. Xelata yekemînên kategoriyan album bû. Xelata kategoriya duwemînan klîb bû û xelata kategoriya sêyemînan jî konser bû. Min biryar girt û di kategoriya gelêrî de bi strana “Bejnê” beşdarî pêşbirkê bûm. Bêşik îxtimala min a binketinê jî hebû, lê min dixwest ez xwe biceribînim. Em ketin pêşbirkê û ez ji nav 80-90 misabiqan bûm yekemîn û ev yeka hanê di jiyana min a muzîkê de bû xala werçerxê. Di weşana Medya Tv a zindî ya ku 7-8 saetan ajot de dilê herkesî bi hestên tirs û şahiyê mişt bûbû. Di encamê de yekemîniya pêşbirkê tevî şahiyê berpirsiyariyeke mezin jî hildabû min. Min bi vê berpirsiyariyê amadekariya albuma xwe ya Bejnê, ya ku dê piştî du salan derkeve, kir. Axirê sala 2004’an li bajarê Kolnê di Festîvala Çandî ya Kurdî de min albuma xwe Bejnê bi hezkiriyên xwe re parve kir.
Tu li Ewropa û li derveyê Ewropayê beşdarî kîjan çalakiyan bû?
Bi derketina albuma min re bernameyên min jî zêde bûn. Min li Kurdistanê, li gelek cihên Ewropayê, li Emerîka û Tirkiyeyê konser dan, beşdarî festîval û dawetan, çalakiyên piştgiriyê û bernameyên televîzyonan bûm. Dema ez beşdarî van bernameyan bûm, dîyaloga min a bi gel re ez gelek î şad û bextewar kirim. Ez pir ji wan hez dikim.
Albuma te “Bejnê” gihîşt piraniya gel. Demeke dirêj di ser re derbas bû, lê dîsa jî min divê tu behsa albuma “Bejnê” bikî.
Bejnê nûxwiriya min e, wek zaroka ewil a dayikê. Hesta ku mirov di emrê xwe yê piçûk de bi hezkirineke mezin li nav dilê xwe xwedî bike û dîsa bi gelê xwe yê ku mirov zehf jê hez dike re parve bike hesteke pir cuda ye.
Min di albuma Bejnê de bi giranî stranên gelêrî xwendin. Qirika min û eleqeya min a bi muzîka gelêrî re di hilbijartina repertuarê de roleke mezin lîst. Min di hilbijartina repertuarê de cih da herêmên cuda. Di albumê de ji her herêmê reng û hestên taybetmend hene; ji herêma Gimgimê bi Zazakî strana “Erê Nîna”, ji Silêmaniyê bi Soranî strana “Ey Xuda”, ji herêma Konyayê strana “Waylê”, ji Bîngol û herêma Serhedê ê stranên gelêrî yên pir têne hezkirin, hin potpurî û berhemên nû. Di albumên gelek hunermendan de bi piranî stranek tê hezkirin, tê guhdarîkirin. Lê di ya min de ewha nebû. Piştî pêşbirkê cara ewil ez bi strana Bejnê hatim naskirin û hin kes hê jî bi navê Bejnê gazî min dikin. Bi taybetî piştî ku klîb hat kişandin strana Erê Nîna serkevtineke baş bi dest xist û ev stran ji hêla zarokan ve zehf hate hezkirin. Dîsa gelê Kurd ji klîba Lo Gede ya ku senaryoya wê bi naveroka xwe esprîtuel e gelek hez kir. Me klîba Lo Gede bi piştgiriya gelê Mexmûrê çêkir, ku ev yeka hanê ji bo min wateyeke cuda îfade dike. Strana Xezalê û strana Ji Vir Şûnda û klîbên wan ji hêla gelê me yê Başûr ve hê zêde hatin ecibandin. Klîba Xezalê di heman demê de di malpera Rojaciwan de ji salekê zêdetir e di lîsteya klîban de li rêza yekemîn cih digire. Klîba Dengê Zerdeşt û ya Çiyayên Me zivistana par li Batman û Amedê hatin kişandin. Dema ev klîb dihatin kişandin me gelek zehmetî dît; lewre hewa ecêb sar bû û em dikir bicemidiyana. Klîba Ey Xuda li Kanadayê hate kişandin. Strana bi navê Çiyayên Me di albumê de tunebû, min piştî albumê wê stranê ji bo bîranîna hevala xwe ya hêja û berketî Utayê çêkir. Me dengê Utayê jî di stranê de bi kar anî û bi pişt re jî me jê re klîbek kişand. Dema me ji Çiyayên Me re klîb dikişand kela dilê min radibû û ez li ber bayê hestên bîranîna Utayê diketim.
Te çima ew qas klîb çêkir? Sedema wê çi ye?
Li gor baweriya min stran bi klîban têne naskirin.Mixabin albumên me nagihîjin her derê. Bi saya klîb û televîzyonan mirov dikare bigihîje girseyên herî mezin. Derengmayîna albuma duwemîn ez teşwîqê klîban kirim. Divê mirov bi awayekî li rojevê karibe bimîne. Ev jî ancax bi cihêrengî û nûjeniyan bibe. Li aliyê din jî ez gava bi karê klîban mijûl dibim kêfa min tê, şa dibim. Û lewre ez ji lîstikvaniyê jî gelek hez dikim. Heşt klîbên min hene. Min ji wan şeş heban li Kurdistanê çêkir.
Ji bo albuma duwemîn tu xebatên te hene?
Ji qewlê pêşiyên me ve “wekî ku tu agir berdî barûdê!” A mesela min û albuma duwemîn jî tişteke ewha ye. Mixabin gelek hevalên hunermend heman probleman dijîn. Korsan û guhdarîkirina muzîkan a ji înternetê îro ew qas pir pêşde çûye, ku ji ber vê yekê ewha xuya ye modeya albumê dike biqede û sînglee bikeve şûna albumê. Ji bo albuma duwemîn repertuara min hazir e, lê belê ji ber rewşa aboriyê ez jî wek hunermendên din di tengasiyê de me. Ji ber problemên min li jorê jî behs kiribû mesrefa ku em û şîrketên me dikin piştî album derdikeve li me venagere. Dema album bê firotin ji bo albuma nû rê vedibe, lê eger neyê firotin rê li pêşiya me dixetime. Li gor fikra min di vê mijarê de divê piştgiriyeke hêzdar, hevkariyeke xurt çêbibe. Yanê divê dewlemendên Kurdan di vî warî de hesas bin.
Gelê Kurd zehf ji te hez kir. Gelo sedema vê hezkirinê çi ye?
Sedema vê hezkirinê ev e; ez ji wan pir hez dikim û di nava me de diyalogeke pir germ heye. Esas ew vê pirsê hê çêtir dê bikaribin bibersivînin, ku ev întibaya min e. Hezkirina wan hêz dide min û ji ber vê yekê jî min divê her tim a herî baş pêşkêşî wan bikim. Lê mixabin ev jî li gor şert û îmkanan pêk tê.
Ez dixwazim viya jî bînim zimanî; ez dibêjim qey bêtir zarok ji min hez dikin. Hezkirina wan ji bo min tişteke zehf girîng e. Ez jî zehf ji wan hez dikim. Di bernameyên min de bi wan re bi dehan bîranînên min pêk tên. Ez dixwazim ji wan bîranînan yekê bi we re parve bikim; li Fransayê, li bajarê Marsîlyayê di bernameyê de bûm, du keçikên 4 salî hatin ba min, yekê weka ku li ber diya xwe bigere got “Gulêêê!..” Min got “çi cana min?” Keçikê destê xwe danî ser dêma xwe û got “Gulê diranê min dêşe!” Keçika pê re jî bi heman awayî got “Gulêêê! Diranê min jî dêşe!” Min her du keçikan hembêz kir û got “oy ez bimrim! Ez ê çi bikim… Hadê em herin nexweşxaneyê.” Her du keçikan bi hev re gotin “na, na! Em biçin mala me. Gulêêê tu were mala me!” Û weke vê gelek bîranînan bi min didin jiyandin.
Li pêşberî temaşevanan tu dikevî heyecanê?
Ez bi piranî li ser dikê gelek rehet im, zêde nakevim heyecanê. Li gor baweriya min li ser dikê hêzeke efsûndar heye. Lewre ez li wir problem û west û stresên xwe ji bîrve dikim, tenê hunera xwe bi temaşevanan re parve dikim. Yanê digel hemû zehmetiyan hûn karekî xweş û pîroz dikin û ev jî we şad û bextewar dike.
Tu ji hunermendên Kurdan kîjanî zêdetir diecibînî?
Ez bêtir Nîzamettîn Ariç, Şivan Perwer û Serhatê pakrewan diecibînim. Ez ji hunermendên me yên jin jî Meyrem Xan, Eyşe Şan û Mizgîna pakrewan pir diecibînim; lewre di warê hunerê de li gor şertên dewra xwe têkoşîn dane û ji ber vê yekê jî ji bo min bûne wekok.
Tu qet çûyî Kurdistana Başûr ango tu ji aliyê wan ve hat vexwendin?
Belê, cara ewil ji bo Festîvala Mexmûrê hatibûm vexwendin. Hestên ku min li wir jiya tu carî dê ji bîra min neçin. Gelê Mexmûrê di nav şertên dijwar de bi derd û kul û êşeke mezin dijiya. Lê digel vê yekê wan bi dilqencî û germahî eleqe nîşanî me dan. Li wê axa Mexmûrê hest cuda tên zimanî û stran bi wan re bi awayekî hê cuda tên parvekirin. Piştî Festîvala Mexmûrê li Hewlêrê di Zagros Tv’yê de li bernameyekê bûm mêvan.
Bi hunermendên Kurdistana Başûr re diyalogên te hene?
Têkiliya min bi hunermendên Başûr re heye lê ne pir xurt e. Li gor baweriya min ragihana hunermendên Kurd li çar parçeyê Kurdistanê qels e, kêm e. Li gor fikra min di vê mijarê de ji sexsan bêtir sazî di nav xwe de xebateke hevpar bimeşînin dê ji bo çand û humera Kurdî hê erênî be, hê çêtir be.
Tu rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?
Eger em li gor demên berê binirxînin muzîka Kurdî îro gelek pêşve çûye. Di warê muzîka Kurdî de gelek tiştên xweş pêk hatin, berhemên bi qalîte hatin pêşkêşkirin. Lê belê mixabin em hê negihîştine merhaleya standardên dunyayê.
Li Ewropayê problemên muzîka Kurdî çi ne?
Li Ewropayê şert gelek baş in û ji bo ku mirov di warê muzîkê de tiştên bi qalîte çêbike zemîneke xweş heye. Lê ev şertên baş û zemîna xweş çi qas tên bikaranîn, nizanim. Divê ev mijara hanê were minaqeşekirin. Eger hunermend di warê muzîkê de xwe tam bi pêşve nebe, xwe tam amade neke û hema tavilê daxwaziya navdarbûnê bike dê hem qalîteya xwe û hem jî qalîteya muzîkê bixîne.
Ji bo dahatûyê tu planên te hene?
Eger şert pêk bên ez ê pêşî albumeke nû çêbikim. Eger nebe ez ê di şûna albumê de bi formatên cuda xebatên xwe bidomînim û bi pişt re klîban çêbikim.
Di warê muzîkê de cihê ku te divê tu bigihîjê kuder e?
Ez dixwazim di warê muzîkê de ya herî baş bim.
Xeyala te ya herî mezin çi ye?
Min divê ez bigihîjim gelê Amedê, derbikevim ser dikê û li pêşberî wan hunera xwe îcra bikim.
Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.
Ez jî gelek sipas dikim û ji bo we serkevtinê dixwazim.
Hevpeyivîn: Mustafa Gazî
Çavkanî: Netkurd
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder