Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa xwe bikî?
Ez kurê Mehemed Şêxo me. Navê min Birûsk e. Ez li Îranê li Gumbetê Kawis (nêzîkî behra Qezwîn e) ji diya xwe bûme. Ez birayê herî biçûk im. Kekê min û heka min jî li Gumbetê Kawis hatin dinê. Kekê min Birahîm li Elmanyayê dijî, heka min Felek jî li Qamişloyê dijî. Ez bi karê muzîkê mijûl im, aranjortiyê dikim. Min heta niha aranjortiya 60-70 albuman kir. Min ji hunermendên wek Seîd Yûsif, Hunermend Şeyda ra, Evîna Welat ra kaset çêkir. Ez debara xwe bi vî karî dikim, lê bêtir xizmeta Kurdî dikim. Ez karkî din nakim ji karê muzîkê pêve. Min li Sûriyê mekteb xwend heta sinifa neha (bavê min jî heta sinifa neha li Sûriyê mekteb xwendibû) û dû ra ez du sala mam û çûm bûm esker li wê derkê. Ez zewicandî me, xanima min ji Kurdên Sûriyê ye. Keçek min heye, navê wê Felek e. Ez kîbordê bikartînim, li ûd û tembûrê dixim.
Te eskerî kir lê bavê te eskerî nekir.
Bavê min ji ber nexweşiyê eskerî nekir. Çavê wî kêm didît. Lê min sî heyv ango du sal û nîv eskerî kir.
Tu bi nota zanî?
Min nota xwendiye bes min temam nekiriye.
Te di warê muzîkê de xwe da perwerdekirinê? Te dersên muzîkê ji yekî girt?
Min ji Diktor Mehemed Ezîz Zaza ders girt. Ew li Sûriyê bû, min li ba wî xwend. Lê ew niha li Başûr e.
Kekê te Birahîm çi dike?
Ew li Elmanyayê rûniştiye di warê muzîkê de dixwîne. Kekê min ji hêla muzîkê de gelekî jêhatî ye.
Lê heka te Felek çi dike?
Heka min Felek zewiciye, li Qamişloyê rûdine. Keçikeke wê heye. Em nêzîkî hev in.
Ew jî bi muzîkê mijûl dibe?
Na, ew bi mala xwe mijûl dibe.
Diya te çawa ye, çi dike?
Diya min jî li Qamişloyê ye. Diya min tehdayî û êşayiyê ew xist, gelek zehmet kişand.
Emrê wê nuha bûye çi qas?
Emrê wê derdora 50 heye.
Dema bavê te çû ser heqiya xwe tu çend salî bû?
Ez heft salî bûm. (Di vê hengavê de hunermenda Kurd Jiyan hat serdana min. Min wê û Birûsk da naskirin.
Ji ber ku Birûsk cihê min nizanîbû, lêderê perkusyonê Mistefa wî anî cem min. Gava Me got “Jiyan ev kurê Mehemed Şêxo Birûsk e” wê got “na welle hûn henekan dikin!” Bi pişt re Jiyanê êdî bawer kir.)Kedeke bavê te hebû ji bo doza Kurdî, ji bo hunera Kurdî. Ji bo gelek mirovan bûbû nimûne. Gelek însan di bin bandora wî de man. Bavê te bandora xwe li ser gelê Kurd pêk anî. Mesela ez carekê ketim girtîgehê, li ber serê min du kaset hebûn; yek a bavê te bû, yek jî ya Şivan Perwer bû. Pekî Birûsk tu dikarî ji hêla hunerê de piçekî behsa bavê xwe bikî? Keda wî, kasetên wî ka çi pê hat? Hûn xwedî li mîrata bavê xwe derdikevin?
Keda bavê min, yanî di karê wî de temam hûn tev zanin, yanî ev pirsana gelek caran li min hatiyî kirin, mesela Mehemed Şêxo ka ji ber çi vî tiştî kiriye, ka ji ber çi wilo. Mehemed Şêxo êşa wî ya herî mezin Kurdistan bû û Kurd bûn, bi cî bibin, azad bibin. Bavê min rokê xweşayî di heyata xwe de nedîtiye. Yanî tiştê ku ez gîhaştim ser, ser heyata wî zanim ji min re tê gotin ji kesên wî, ji nêzîkayiyên wî, ji mirovin wî, hin hevalên wî. Yanî Mehemed Şêxo bi hesret bû rokê di nav hevalên xwe de rûnê, di nav dostê xwe de rûnê kêfê bike, eşqê bike. Mehemed Şêxo emrê wî 41 sal bû ji derdê Kurdistanê mir. Mehemed Şêxo digot ne eyb e meriv feqîrê pera be, ne eyb e meriv feqîr be, meriv ne feqîrê heval be, ne feqîrê aqil be. Kurd tev lê xwedî derketin. Mehemed Şêxo heta niha nehat jibîrkirin û heta heta jî ez dibêjim Kurd nikarin tu carî jibîr bikin. Kasetên wî gava ku bifroşin û feydeyê jê bibînin gereke heqê zarokên wî jî neyê wendakirin. Ez ê niha kar bikim li ser vê mijarê, ez ê bipirsim ka kî şirîtên wî difroşin kî nafroşin, wargehê wan ji ku nin, tomarkirina wan ji ku ye, kê heq dane wan. Ku bi riya zagonî difroşin divê heqekî me jî tê de hebe, gava ne hiqûq be wilo bidin alemê meriv aciz nabe. Bi xweşî bidin alemê, kerem bikin meriv aciz nabe. Bes lê bû heq û hat firotin heqê me jî tê de heye.
Bavê te heta niha çend kasetên wî derketin holê?
Bavê min kasetên wî ê ku derxistine sêzde heb in ez dibêjim.
Ew sêzde kaset li ba te hene?
Li ba min in, mewcûd in li malê.
Tê gotin bavê te beriya ku here ser dilovaniya xwe li ser gerîla, li ser têkoşîna Bakur kasetek çêkiriye û dewleta Sûriyê dest daniye ser.
Dikana wî a kaseta hebû, (ew û mihafezeyê hasefiyê jê re dibêjin Mistefa Mîro). Tiştekî wilo ez dibêjim hebû bes dikana wî hukumetê girt. Ji ber çi kasetê bû, ez biçûk bûm, ez heta niha nizanim ji ber çi ye, ez dizanim dikana wî girtin. Mesela dibêjin tiştekî wilo hebû. Rast e.
Bavê te li her perçeyî xebat dikir.
Ew li her çar perça hebû. Ferq di neqeba Kurda de li cem wî tunebû, Kurdê Tirkiyê, Kurdê Sûriyê, Kurdê Îranê, Kurdê Eraqê.
Bavê min carkê diçe Beyrûdê. Wê demê Seîd Yûsif bû, Mehmûd Ezîz bû, gelek bûn di wê de. Bavê min Mehemed Şêxo di wê demê de gîhaşt wana. Pêşî wek stranbêj kar nedikir, bi sazê kar dikir. Di nav Koma Serkeftin de salekê kar kir. Piştî salekê vegerya Sûriyê, ji wir derbasî Êraqê bû, Li Êraqê şer şikest derbasî Îranê bû. Dema li Îranê bû di dibistanê de kar dikir, mamoste bû. Sala ku derbasî Kurdistana Êraqê bû, Hukumeta Sûriyê ew nefî kiribû, berdabûnê ji Sûriyê, mihacir bû, çû Îranê. Efû hat ji hukumetê û vegerandin. Bavê min di sala 1983’an de vedigere Sûriyê.
Dayika te jî gelek eziyet kişand ne?
Eziyet ji gelek tiştan dikşand, eziyeta wê ji gelek aliya bû. Dayika min beriya du sala, ev bîst û heft sal e li Sûriyê ye paseport îqama Sûriyê didinê, ji umrê min de yanê, 27 sal 28 sal belkî çêbûye, beriya du salan ji zavê me re got kes li malê tune, lawkê min esker e, tu karibî bi min re bê sefareta Sûriyê ji ber ku ez ê îqama xwe çêkim, zavê me got mişkile nîn e. Pê re çû wêdekê, ji îqamê deh roja qey îqama wîna axirîbû piçkî, wê ji wir dibin du şeva dixin zindanê de. Yanê ew dixin zindanê de, digotin “çima te Mehemed Şêxo kir?” pirsin jê dikirin. Dayika min got “wa ye Mehemed Şêxo hijde sal e miriye herin ji tirbê rakin jê bipirsin ka çima te ji ber çi wilo kiriye. Piştî hijde sala min bigrin têxin hepsê de…”
Muzîkhez ji te, ji dengê te hez dikin?
Di warê şixulê min, di warê karê min de gelek ji min hez dikin. Alem dibêje kurên Mehemed Şêxo du heb in, çima nastrên, çima stranên wî nabêjin.
Ji ber vî tiştî min rabû stranek wî çêkir, Azade Şêrîn. Min ji vê stranê re klîbek da kişandin û bi pişt re şand ji televîzyonên Kurdî re, ji MMC re, merivek li wê heye jê re dibêjin Rotînda, li klîba min temaşe kir û got min neeciband, stran erebesk e. Min got çilo yanî erebesk e, Ereb stranên wî kar dikin, dixwînin. Welhasil strana min neecibandin, gotin erebesk e û klîba min nîşan nedan.
Niyeta te ya çûndina Ewropayê heye?
Gerek ez sersalê biçim, serê sala bê. Ez ji Qamişloyê naçim derekê, lê ji bo kar ez ê biçim.
Tu di warê muzîkê de hedefa te çi ye?
Ez dixwazim di warê muzîkê de bibim stranbêj, ku karibim stranên bavê xwe bi cî bînim, karibim stranên wî bibêjim. Min straneke wî çêkiriye, strana Azade Şêrîn, min jê re klîbek jî çêkiriye. Ez ê muzîkê bixwînim, ez dixwazim bighêm merhaleke pir baş di vî karî de. Ez dixwazim piyano bixwînim ana. Ez hem dixwazim bibim aranjor hem jî mamostê muzîkê. Min beriya nuha li cem Diktor Mehemed Zaza xwend. Ez ê îjar zanîngehê bixwînim.
Ji bo hevpeyivînê li ser navê Netkurdê gelek sipas dikim.
Ez jî sipas dikim û ji bo Netkurdê serkevtinê dixwazim.
Hevpeyivîn: Mustafa Gazî
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder