24.12.2010

HEVPEYİVÎN Bİ LÎSTİKVANÊ NAVDAR ZEKERİYA KARAKAŞ RE

 Gava min got “Zekeriya, min divê ez bi te re hevpeyivîneke Kurdî  çêbikim” wî qet teredud nekir û got “ser çavê min!”
Zekeriya Karakaş di warê hunerê de hem pir behremend e û hem jî serketî ye. Min gelek hunermend nas kir, lê belê ez tu carî rastî mirovekî wek Zekeriya Karakaş durust, comerd, dilbirehm û mirovperwer nehatim. Ew bi sekna xwe ya humanîst û helwesta xwe ya Kurd di dilê min de xwediyê cihekî taybet û bi rûmet e. Ew ji gelek hunermendê newêrek sed qat çêtir e; lewre ew tu carî “xwe” înkar nake.           
Mustafa Gazî.

Tu dikarî piçekî behsa xwe bikî? Kî ye Zekeriya Karakaş?

Ez sala 1977’an li gundê Talanbiya ya ser bi qeza Gêlê ve hatime dinê. Gêl qeza herî biçûk a Diyarbekirê ye. Navê gundê Talanbiya bi Zazakî tê maneya “talanbûyî.” Niştecihên Gêlê hemû Kurdên Zaza ne. Tevî min em du bira û heft xwişk in, ku di nav wan de yê herî biçûk ez im. Min dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîseyê li Diyarbekirê xwend. Bi piştre min li Navenda Hunerên Temaşeyî ya Şaredariya Mezin a Îstenbolê xwend. Donzdeh sal in ez bi awayekî profesyonelî lîstikvaniyê dikim. Min di gelek lîstikên şanoyê, rêzefîlm, fîlmên sînema û fîlmên reklaman de lîst. Ez di ber re karên wek kameramantî, pevbestîn, rejî, wênekêşî û derhêneriyê jî dikim. Ji xeynî van karan helbest û çîrokan dinivîsim û di warê romanê de hin ceribandinên min hene.

Serpêhatiya te ya televîzyon û  lîstikvaniyê çawa dest pê kir?

Bi temamî nayê hişê min lê an sala 1983’an bû an sala 1984’an bû. Wê demê li gund elektrîk tunebû. Ji gundekî din televîzyoneke reşûsipî anîbûn mala apê min. Gundiyan bihîstibûn ku televîzyon hatiye mala apê min, hema hemû li wir civiyabûn. Ji ber ku elektrîk tunebû fîşa televîzyonê bi akuya tirextorê ve girêdan û bi piştre televîzyonê vekirin. Dîmena ku min cara yekemîn lê temaşe kir a Şarlo bû. Gundiyan bi wî merivê komîk hem keniyabûn û hem jî jê re li çepikan xistibûn. Çepiklêxistin û teqdîrkirina ji bo Şarlo bala min kişandibû. Xwe bi xwe fikirîm; “gelo dê rojekê ez ê jî ewha bêm hezkirin, dê ji bo min jî li çepikan bixin… Divê ez jî bibim wek Şarlo.”  Wê demê ev fikr ji bo min wek xeyalekê bû û ketibû nav dilê min. Li gund dibistana navîn û lîse tunebû. Ji ber wê yekê ez çûm Diyarbekirê da ku dest bi xwendina dibistanê bikim. Mala heka min li bajêr bû û ez li wir dimam. Piştî gelek salan dibistan xelas bûbû û heka min û mêrê wê êdî dixwestin min bişandina gund, lê min nedixwest biçûyama.   Rojeke cejnê bû, serê sibehê xwarziyê min bi gokê lîstibû û lingê xwe şikandibû. Wî rakiribûn nexweşxaneyê, pêwistî bi refaqetvanekî hebû, ez bûm refaqetvanê xwarziyê xwe. Li nexweşxaneyê, li kêleka odeya xwarziyê min nexweşek hebû, navê wî xalê Mehmûd bû (bi dû re çû ser heqiya xwe.) Lawekî xalê Mehmûd hebû, navê wî Esat bû û di Can Tv’ya herêmî ya Diyarbekirê de kameramantî dikir. Esat ji min re behsa serpêhatiyên xwe, behsa televîzyon û televîzyonvaniyê dikir. Her ku ew dipeyivî wekî ku ew serpêhatiyên Esat hatine serê min diketim nav xeyalên kûr. Mehek buhurîbû. Xwarziyê min baş bûbû û ji nexweşxaneyê derketibû. Wext dibuhurî û hesret û mereqa hunerê li nav dilê min mezin dibû. Rojekê firsetek kete destê min û ez çûm li Bag Tv’ya herêmî ya Diyarbekirê xebitîm (di navbera salên 1994-1995’an de.) Min li wir skeç çêdikir û di rejiyê de dixebitîm. Di televîzyoneke din de jî Saît Coşkun û Mehmet Musaoglu dixebitîn. Rojekê li daweta hevalekî xwe yê rojnamevan min û Saît me hevdu dît. Saît got “te divê tu bi me re bixebitî?” Min jî tavilê teklîfa wî qebûl kir û bi piştre serê sibehê ez li televîzyona ku ew lê dixebitîn min bi wan re dest bi kar kir. Di televîzyonê de me programên komîk çêdikir û me çi program çêbikira jî hema me dişand televîzyonên mezin ên Îstenbolê (kanalên Tirkan ên neteweyî) û wan jî programên me an dikirin wek nûçe û di programên xwe de digihandin raya giştî an jî di talk showan de nîşan didan. Bi vî awayî bi milyonan mirov em nas dikirin. Piştî demekê êdî her hefte televîzyonekê gazî me dikir, em li programên xwe dikirin mêvan. Ku ji wan programan hinek ev bûn; programa Hulya Avşar a bi navê “Hulya Avşar Show”, programa Esra Ceyhan a bi navê “A’dan Z’ye”, programa Cem Davran û Hande Ataîzî ya bi navê “İki Kere Kiki” û hwd.

Bi piştre çi bû?

Bi piştre rojekê li Mêrdînê bi navê Beşîk Kertmesî rêzefîlmek dikişandin û xwestin ku bi lîstikvanên herêmî re bixebitin. Hatin teklîfê me kirin û me di gelek beşên wî rêzefîlmî de lîst. Piştî wê min navbir da lîstikvaniyê û min di televîzyonên Diyarbekirê de (GUN Tv, SOZ Tv) gelek zeman karê rejiyê kir. Rojekê produktor û derhêner Nazîf Tunç li min geriya û ji bo rêzefîlmekî ez dawetê Îstenbolê kirim. Ev gazîkirina Nazîf Tunç ji bo lîstikvaniya min bû wek rûpeleke nû, bû wek demeke nû.

Piştî gazîkirina Nazîf Tunç çi bû?

Piştî wê ez çûm Îstenbolê û ez û Saît Coşkun me bi hev re di projeya Nazîf Tunç de cih girt. Di projeyê de lîstikvanên wek Petek Dînçoz, Kenan Kalav, Nurselî îdîz, Hakan Ural, Atacan Arseven, Hîkmet Taşdemîr cih girtibûn.

Bejna te çend metre ye?

Bejna min 1.40 metre ye, lê belê dibêjin “bejna wî ew qas e lê ew qas ji di binê erdê de ye!” Ya min jî eynî ewha ye.

Niha heyranên te pir in. Heyranên te yên mêr û keç an jin eleqeyeke çawa nîşanî te didin?

Heyranên min her tim min wek mirovekî ji malbata xwe dibînin. Bi giştî li herêma Kurd lê dijîn eleqeyeke pir mezin nîşanî min didin. Sedema vê Diyarbekirîbûna min e. Ji min re dibêjin tu hunermendê me yê neteweyî yî.

Baş e. Lê gava tu têyî Diyarbekirê gel eleqeyeke çawa nîşanî te dide?

Ez dikarim bibêjim, ku gava ez têm Diyarbekirê eleqeya gel pir mezin e. Ji min pir hez dikin. Ez li tu cihî rastî eleqeyeke ewha nayêm. Ez jî hewl didim xwe û min divê layiqê eleqeya gel bim. Lê problemek di nav min û gel de heye, ku ew jî ev e; divê rolên ku ez dilîzim wek rastiyê nenirxînin. Yanê gava di lîstikan de min di rola mirovekî xirab, diz an travestiyekî de bibînin bila ji min neqiherin û nexeyidin, lewre tenê ew rol e. Ku di jiyana min a rasteqîn de tişteke ewha tuneye.

Te qet di roleke nelirê an ters de lîst?

Erê min lîst. Niha jî di roleke ewha de dilîzim. Li Şanoya Dewletê ya Îstenbolê di lîstikeke nav bi “Uyarca” de min rola mirîhez (olu sevici) hildaye ser xwe. Nivîskarê vê lîstikê Friedrich Dürrenmatt e, derhênerê wê jî Şakir Gurzumar e. Ez di vê lîstikê de bi cesedekî re şa dibim. Temaşevan di vê lîstikê de gava li min temaşe dikin mat dibin.


Rola ku te nepejirandiye an red kiriye heye?

Erê, heye. Heger armanceke wê tunebe ez di wê projeyê de nalîzim. Divê çîroka wê zexm be. Ez bi piranî di projeyên ku mijarên wan ji herêma me Kurdan pêkhatî de bi hesasî tevdigerim. Lewre gava projeyek çanda me çewt bide der û mirov di wê projeyê de cih bigire, ev dê bibe xayintî û gel dê mirovî efû neke.

Te di gelek fîlmên sînemayê, di yên reklaman û di rêzefîlman de lîst. Te ji wan fîlman gelek pere kar kir?

Erê, min ji wê hêlê de gelek pere kar kir. Lê belê bawer bike niha pênc quruş pereyê min tuneye. Lewre min pereyê ku kar kir ji bo mirovên ketî, yên bêçaremayî, yên muhtac xerc kir. Min mirovên birçî têr kir, min ji yên bê derman re derman kirrî… Min her û her alîkariya mirovan kir. Lê belê carna ev xêrxwazî û dilqenciya min bû bela serê min. Rojekê hevbajariyekî min hat cem min, dixwest ku bibe vj. Min wî bir di televîzyoneke neteweyî ya Tirkan de  wek pêşkêşkar xist kar. Heka wî wî ji malê qewirand, min wî anî mala xwe cih dayê. Lê belê wî li hember vê alîkarî û qenciya min rojekê li mala min çe heye çi tuneye hemû dizî. Ez li ber tiştekî nediketim, lê arşîva min a 15 salan jî dizîbû, ku di wê arşîvê de xatirayên malbatî hebûn. Lo hema min nifirek ji dû wî kir û got “Xwedê heqê min jê re nehêle!” Rojekê min bihîst ku ew hevbajariyê min ê diz bûye travestî. Min lêkola, ku bi rastî jî bûbû travestî. Dawiya dawî Xwedê heqê min jê re nehiştibû.

Gava temaşevan ji bo te li çepikan dixin tu çi hîs dikî?

Gava mirov karekî bike û karê mirov bê ecibandin, ev tiştekî pir xweş e. Hin kes we teqdîr bikin û ji ber vê yekê li çepikan bixin, ev tişt mirovî şad û bextewar dike. Jixwe xelata hunermend ew teqdîr û çepiklêxistina temaşevanan e.

Tu vê havînê hatibû Diyarbekirê taxa Ofîsê cem min. Em li wir li pêş dikanekê rûniştibûn. Ji wê de çend heb heyranên te yên zarok hatibûn cem te, ku ji te pir hez dikirin.

Ez ji zarokan pir hez dikim. Ez di çavên wan de zarokatiya xwe dibînim. Lê ez zarokatiya xwe wekî wan nejiyam; ku ev di dilê min de wek kulekê maye. Lewre min di neh-deh saliya xwe de zarokatiya xwe ji bîrve kir.

Nava te û muzîkê gelek baş e. Tu bêtir guhdariya kîjan hunermendan dikî?

Ez bêtir guhdariya hunermendên wek Karapetê Xaço, Şivan Perwer, Emînê Erbanî, Vivaldi, Neşet û Muharrem Ertaş, muzîka klasîk û hwd. dikim.

Carekê te bi Tirkî kasetek çêkiribû. Tu dikarî behsa wê bikî?

Ew ji bo min xetayeke pir nezin bû. Eşkere eşkere hinekan ez xistim feqê. Ku ez mecbûr mam wê kasetê çêbikim. Lewre xeynî wê çare tunebû. Ez naxwazim li vir navê wî bidim, lê belê tu jî wî produktorî ji nêz ve nas dikî. A wî produktorî qilopilo kir û ez xistim feqê.

Gelek zeman e tu dixwazî bi Kurdî - Tirkî albumekê çêbikî, lê belê şertên  dijwar û problema pereyan dest nade ku tu ji cihê xwe bilivî. Di van rojên dawî de min ji te xeberek pir xweş girt, ku te ji bo albumekê li Îstenbolê bi fîrmayekê re li hev kiriye.

Erê, rast e. Roja ku ez dikira Îstenbolê bihatama Diyarbekirê min seriyekî li Ûnkapaniyê xist û li wir rastî hevalekî xwe yê produktor hatim, ku ev heval bi salan e dixwaze ji min re albumekê çêbike. Wî hevalê produktor dîsa teklîfa albumê li min kir û îjarê min jî teklîfa wî qebûl kir. Jixwe di vê mijarê de daxwaziya gel ji min hebû. Min jî pir dixwest ez bi Kurdî - Tirkî albumekê çêbikim. Ku ez niha ji bo repertuara albumê bi te (M. Gazî) re dixebitim. Album dê bi piranî ji stranên mîzahî pêkbên. Wê tê de pop, rap, blues, rock û hwd. hebe. Yanê em ê sentezekê pêkbînin. Bi piştre heger pereyê min çêbibe ez ê albumeke xwerû bi Kurdî çêbikim. Lewre ev jî xeyala min a taybet e.

Xeyala te ya herî mezin çi ye?

Ez pir dixwazim li Amedê di cejneke Newrozê de bi hunera xwe derkevim pêşberî mirovên xwe.

Ji bo vê hevpeyivînê li ser navê Netkurdê sipasiyên xwe pêşkêşî te dikim.

Ez gelek şad û bextewar im ku di malpereke ewha xwerû bi Kurdî de bûm mêvan. Hurmet û silavên xwe ji amadekar û xwendevanên Netkurdê re bi rê dikim.


Hevpeyivîn: Mustafa Gazî


Çavkanî: Netkurd

20.12.2010

HEVPEYİVÎN Bİ HUNERMENDA BEDEW EVÎN BEYAZÊ RE

Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa xwe bikî?

Ez ji Bedlîsê me lê li Îstenbolê mezin bûm. Ez hê heft salî bûm em jî wek gelek malbatên Kurd mecbûr man û ji Bedlîsê veqetyan. Tenê xizmên diya min li Bedlîsê man. Apekî min ê din mecbûr ma û çû Almanyayê.

Serpêhatiya te ya muzîkê kîngê dest pê kir?

Malbata min ji muzîkê pir hez dikir, ji ber vê yekê ji biçûkatiya min û vir de eleqeya min bi muzîkê re heye. Ez neh salî bûm di dawetên Kurdan de, qasî du salan di çalakiyên DEP û HEPê de stran gotin. Bi pişt re min di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de koroya zarokan (Gulên Mezrabotan) nas kir û tevî wan bûm, bi wan re xebitîm. Me çar salan li gelek cihan konser da. Me du album çêkir. Piştî ku mamostayê me Rotînda çû, koro bela bû. Ew belabûna hanê bû pêvajoya belabûna min jî û qasî çar salan bi temamî ji muzîkê dûr ketim. Bi pişt re min li Navenda Muzîkê ya Erdal Erzîncan qasî salekê qursa baxlemeyê û perwerdehiya solfejê stend û bi wî awayî min ji nû ve dest bi xebatên xwe yên muzîkê kir. Bi pişt re min amadekariya konservatuarê kir. Min du salan li Zanîngeha Îstenbolê di Beşa Nazariyata Muzîka Tirkî de xwend û piştî wê jî Beşa Şanê ya Mujdat Gezen xelas kir.

Di nav malbata te de yên weka te bi muzîk mijûl dibin hene?

Lawê meta min di Operaya Mersînê de huneremendekî operayê yê ciwan e û pir jî serkevtî ye. Wî beşa şanê xelas kir. Keça apê min bi muzîka rockê mijûl dibe. Kalê min dengbêj e. Meta min, dema ku Kurdî qedexe bû, li sînemaya Bedlîsê cara ewil wê bi zindî strana Kurdî xwendibû. Ez wê çaxê pir biçûk bûm, pênc an şeş salî bûm û wê demê cara ewil strana ku pê elimîm “Evîndar im” bû; “Lê delalê were vira / Derdê xwe bêjim ji te ra / Te ez xistim nav agira / Evîndar im evîndar im…” Nizanim lê ji ber ku cara ewil ez bi Kurdî fêrî stranekê bûm, ji bo ku stran bibûya stran divê êdî hemû stran bi Kurdî bûna.

Tu kîjan enstrumanan dikarî bikar bînî?

Amûrên lêdanî bala min pir dikşînin. Carcaran li ser dikê ez wan bikar tînim. Ez daholê bikar tînim. Lê ez zêdetir ji karanîna dengê xwe hez dikim û gava distrêm naxwazim tu tiştek li pêş min bibe asteng. Lewre gava ez distrêm zimanê xwe yê bedenê gelek baş bikar tînim.

Ji xeynî muzîkê tu bi karekî din mijûl dibî?

Ez sê salan bi astengdarên zêhnî re xebitîm. Ji ber ku ez bi wan re dixebitîm û wan fêrî hin tiştan dikir ez pir şad û bextewer dibûm û min karê xwe kêfxweşiyeke mezin dikir.  Min wan bi muzîkê rehabîlîte dikir. Min ji deh xwendekarên xwe yên astengdar komeke rîtmê, komeke govendê û koroyek ava kir. Min bi wan xwendekarên xwe re li gelek cihan di çalakiyan de cih girt û gelek xelat wergirt. Ez ji ber albumê îsal mecbûr mam û veqetyam. Ez difikirim û ji dil û can dixwazim di demên pêş de bi astengdarên zêhnî re dîsa bixebitim.

Terza te çi ye?

Terza min pop e, lê belê ez dixwazim bi aranjorekî gelek baş re muzîka elektronîk bikim. Ez dixwazim muzîka Kurdî ya otantîk û muzîka elektronîk tevîhev bikim û sentezekê pêk bînim.

Tu herî zêde di bin bandora kîjan hunermendan de ma?

Ez herî zêde di bin bandora hunermendên taybet ên wek Mehemed Şêxo, Mezher Xaliqî û Kamkaran de mam. Bi taybetî di albuma Mezher Xaliqî ya bi navê “Bijareyên Mezher Xaliqî” de strana “Meqamî Hisenî” tesîrê pir li min kir. Ev berhema hanê pir zêde nayê zanîn û ji kerema xwe re ez dixwazim wê berhemê miheqeq bila herkes guhdarî bike. Ji xêncî wê bi giştî muzîsyenên Kurd ên di demên dawî de derketine jî bala min dikşînin û ez bi kêfxweşî guhdariya wan dikim û wan pir diecibînim. Li gor min xebatên ciwanan ên cuda an lêgerînên wisa bi taybetî di merhaleyên muzîka Kurdî yên bi pêş de şanîdera serkevtinên mezin e. Divê alîkariya ciwanên Kurd ên dixwazin di mijara cudahî û cihêrengiyê de pêşve biçin bê kirin. Nirxa herî mezin a xelkekî, hêmana yekta ya ku wî pêk tîne bêguman hunera wî ye. Li gor min divê pir zêde alîkariya huner û hunermendan bê kirin.

Tu li cihekî derdikevî ser dike?

Na. Esas ez zêde jî nafikirim li cihekî derkevim ser dikê. Ez dixwazim giraniya xwe bidim konseran, lewra konser ji bo min hê dilxweşker û çêtir e.

Te heta niha di kîjan çalakiyan de cih girt?

Ji xeynî konseran min di gelek çalakiyan de cih girt. Lê ez dixwazim bi coş û viyaneke mezin konseran bidim.

Wexta te repertuara xwe amade kir tu bi kê re xebitî?

Eşkere bibêjim, ku ez bi tu kesî re nexebitîm. Ji repertuarê heta derhêneriya muzîkê her tiştî min bi xwe kir. Ev albuma min gelek aranjor guherand. Wekî min dixwest çênedibû, di serê herkesî de qalibên melûm rûniştibû û herkesî heman tiştî dikir, lê min dixwest tiştên cuda bikira û di dawiyê de ez mecbûr mam û min dest danî ser vî karî. Ji derve tenê Mustafa Gazî (bi strana “Bê Te Nabe”), Yusuf Roman (bi strana “Çi Bikim”) û Latîf Epozdemir (bi gotinên strana “Kuro Lawo”) alîkariya vê albumê kirin û ez bi vê alîkariya wan gelek şanaz bûm. Min ji tu kesî bi tu awayî alîkarî nedî, ji ber vê yekê alîkariya mirovên ku min navên wan li jorê hejmart ji bo min bûbû alîkariya herî mezin û herî xweş. Ku ez ji ber vê sedemê sipasiyên xwe pêşkêşî wan dikim.

Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa albuma xwe “Ji Te Hez Dikim” bikî?

Album ji deh stranan pêk tê; Kavir, Kerîm Lawo, Nînik, Ji Te Hez dikim, Şêrînê, Bê Te Nabe, Dilê Min, Çi Bikim, Kuro Lawo û Were Ba Min. Album bi temamî bi Kurdî ye. Gotin û muzîkên çar stranan ayidî min in. Derhêneriya albumê min kir. Aranjorê albumê Volkan Sonmez e. Li gor baweriya min zimanê muzîkê gerdûnî ye û min bi vê ramanê albumeke tevgerdar derxist holê, ku herkes wê bikaribe bi dilekî rehet guhdarî bike. Min di albumê de carna rîtmên Flamenkoyê, carna stranên evînî yên dilşewat ên hunermendên Kurd ên Sûriyeyî, carna tevgerdariya hîp hopê, carna stranên evînî yên muzîka cazê tevîhev kir û bi wî awayî xebatek pêşkêş kir. Temaya albumê bi temamî li ser evînê ava bûye. Formên wek evîn, hezkirin yên em bi dewamî di muzîka Kurdî ya otantîk de rastî wan tên di hemû stranan de xwe nîşan didin. “Ji Te Hezdikim” ji aliyekî ve albumeke wisa ye; ku muzîka gelêrî (ya Kurdî) û muzîka nûjen a dunyayê tê de bûye yek. Min xwest ez cesaretê bidim jina Kurd. Ez bawer dikim ku xebateke wisa di muzîka Kurdî de wê bibe pêşgavek. Di seriyan de qalibek rûniştî heye; dibêjin tiştên cuda dijwar e ku bê kirin, tavilê nayê pejirandin, xerîb tê dîtin. Di serî de mirov dipirsin dibêjin “ev çi ye?”, “ev tiştekî çawa ye?”, “kî ye ev?” Yanê pêşî di seriyan de dudilîbûnek pêk tê û bi pişt re tê fêmkirin lê gelek zû tê fêmkirin û eleqe pir zêde li albumê tê nîşandan. Bi kurtî, êdî bila bêhna me piçekî fire be… Hewcedariya gelê Kurd bi vê yekê heye, ez jî wek hunermendeke vî gelî divê guh bidim xwestekên gelê xwe û dengê xwe di warê hunerê de bela bikim. Ev gelê hanê êdî evînê, hezkirinê, aşitiyê dixwaze…

Gel, muzîkhez eleqeyeke çawa nîşanî albuma te didin?

Album hê nû derket. Min hêvî dikir ku wê reaksiyonên erênî bibin lê min texmîn nedikir wê ew qas zû bibin. Ligel ku album nû ye reaksiyon pir zêde erênî ne û teleb jî pir e. Min xwest ez tiştekî wisa bikim, ku gelek mirovên Tirk, Laz, Îngilîz û hwd. gava guhdariya vê albumê bikin bila pê kêfxweş bibin, zewq bigrin. Diyar bû ku muzîkhezên Tirk eleqeyeke pir mezin nîşanî albuma min didin. Di gelek “klap bar”an de stranên min tên lêxistin. Ku ev yeka hanê min bextewer dike û ev tiştê hanê di warê hunerê de min sewqî riyeke hê çêtir dike. Tiştekî pir xweş e mirov ji aliyê guhdaran ve bê fêmkirin.

Klîba te heye? Eger hebe piştî vê tu ji bo kîjan stranê difikirî?

Me ji strana “Çi Bikim” û ji ya “Şêrînê” re klîb kişand. Piştî vê ez dixwazim bila guhdar biryarê bide. Ku guhdar ji bo kîjan stranê biryarê bide em ê jî ji wê stranê re klîbê bikşînin.

Tu rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?

Gelek hemnifşên min ên ciwan di nav lêgerînêkê de ne, dixwazin tiştên cuda bikin. Ev yeka hanê min gelek bextewer dike. Lê gelek zor li me tê, tim astengiyek derdikeve pêşiya me. Di serê kek û hek û apan de têgihîneke qalibgirtî heye û wekî ku tenê rastî ew be… Li hember ên ne di wî qalibî de nêzîkayiyeke wisa heye, ku dibêjin qey ew muzîka xirab dikin û dixwazin pêşî li ber wan bigrin. Li hember nûbûnê ne. Halbûkî yên ku wê vî karî bi awayê herî rast û baş bi pêşve bibin ciwan in. Em ji we cuda nîn in, em zarokên we ne. Ancax em ê  bikaribin hem we û hem jî xwe vebibêjin.

Xeyala te ya herî mezin çi ye?

Ez dixwazim muzîkala Kurdî bikim.

Ji bo vê heypeyivînê gelek sipas dikim û ji bo te serkevtinên herî mezin dixwazim.

Ji ber ku we vê firsetê da min ez sipas dikim. 

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî

Çavkanî: Netkurd

HEVPEYİVÎN Bİ HUNERMENDA DELAL Û BEDEW GULÊ RE

Ji kerema xwe re tu dikarî hinekî behsa xwe bikî?

Ez 15’ê meha rêbendanê, roja yekemîn a Îda Qurbanê ji bajarên Kurdistanê yê herî sar li Erziromê, li qeza Xinisê hatime dinê. Tevî min em sê xwişk û sê bira ne. Ez zaroka dawîn a malbatê me û ji ber vê yekê pir kêfxweş im. Diya min kevaniya malê ye. Ew jî wek gelek dayikên Kurd xwarinan xweş çêdike û pir fedakar e. Bavê min ji memûriyetê teqawid bûye. Min di jiyana xwe de kêmasiya gelek tiştan hîs kir lê ez tu carî ji hezkirinê bêpar nemam. Min dibistana seretayî û ya navîn li Xinisê xwend. Ez di sinifa duwemîn a lîseyê de bûm em ji Xinisê çûn Edenê û min li wir lîseya Sunar Nurî Çomu xelas kir. Sala ku ez ketim îmtihanê û min fakulteya îktîsadê kar kir, min dev jê berda û hatim Ewropayê.

Eleqeya te bi muzîkê re kîngê çêbû?

Li gor gotina malbat û hin nasên min, min hê di pitikiya xwe de gava dest bi xeberdanê kiriye eleqeya min bi muzîkê re çêbûye. Min wê demê hê nikaribû bêjeyan tam bianiya zimanî, stranan tevî notayên wan xwendibûye. Hewesa min a li ser hunermendiyê di wan salan de dest pê kiriye. Min li malê ji xwe re dik (sehne) pêk anîbûye, cilên xwe bi şar û desmalan xemilandîbûye, tişteke wek mîkrofonê dabûye destê xwe û min eynî wek hunermendan stran gotibûye. Min vê rewşê gava em çûne mêvandariya xizmên xwe jî berdewam kiribûye. Û ev rewşa hanê heta dawiya zarokatiya min ewha berdewam kiriye.

Gava te hê dest bi muzîkê nekiribû tesîra kê li ser te  çêbûbû?

Min beriya niha jî behs kiribû, ku eşqa min a li ser muzîkê hê di piçûkatiya min de dest pê kiribû. Ev rewşa hanê bi xwe re eleqeya bi huner û hunermendan re jî anî. Eleqeya min  bi piranî bi muzîka gelêrî re hebû. Min wê demê bi kêfxweşî guhdariya Belkis Akkale dikir. Min hunermendên wek Sezen Aksu, Nîzamettîn Ariç û Şivan Perwer dieciband.

Di nava malbata we de xeynî te yên bi muzîkê mijûl dibin hene?

Xwarziyê min Onder Denîz heye, ew jî hunermend e. Dengê xwişka min a mezin xweş e. Yê kekê min jî pir xweş e, lê eleqeya wan tu carî bi awayê profesyonelî bi muzîkê re çênebû. Min û xwarziyê xwe Onder li Berlînê Koroya Gelêrî ya Kurdî pêk anîbû, xwişka min a mezin di wê koroyê de demeke dirêj cih girt.

Tu qet dikarî enstrumanekê lêbixî?

Na.

Di warê muzîkê de xebatên te yên profesyonelî kîngê dest pê kirin?

Wekî min li jorê jî behs kiribû, her ku firset çêdibû, min hezkirina xwe ya li ser muzîkê dianî zimanî. Lê belê li cihê ku ez lê dijiyam ji hêla jiyana civakî de hin astengî hebûn. Ji helwestên feodal ên li dijî jinan min jî gotin dixwarin û ji neçarî li gor hin qaydeyên civatê tevdigeryam. Sala ku min dibistana seretayî xelas kir, me şeveke şahiyê amade kiribû. Min di nav koro û şanoyê de cih girtibû û li pêşberî hezar kesî sê stran (solo) xwendibû; ku ev rewşa hanê herkesî şad û bextewar kiribû. Lê belê bi pişt re bi mezinbûna emrê min re sînor jî dihatin avakirin. Ji ber wê yekê tenê beşdarî yek-du bernameyan bûm, ku ew bername li Edenê ji hêla dibistanê ve hatibûn amadekirin. Ta ku ez di sala 1995’an de hatim Elmanyayê. Min li  Elmanyayê di Şûbeya Berlînê ya Akademiya Çanda Kurdî de bi lîstikên folklorê dest bi xebatên çandî kir. Piştî wê min demeke dirêj di nav koroyên Muzîka Gelêrî ya Kurdî de cih girt û wan koroyan organîze kir. Ji aliyê din jî ez beşdarî xebatên koroyê ya Akademiya Navendî dibûm, dersên wek nota û solfejê digirt û bi xebatên repertuarê jî min xwe di pratîkê de pêşde dibir. Di vê navê de min di Koma Berxwedan de jî cih girt. Di sala 2002’an de Medya Tv pêşbirkeke deng saz kiribû. Pêşbirk ji sê kategoriyan pêk dihat; kategoriya gelêrî, kategoriya dengbêj û kategoriya nûjen. Xelata yekemînên kategoriyan album bû. Xelata kategoriya duwemînan klîb bû û xelata kategoriya sêyemînan jî konser bû. Min biryar girt û di kategoriya gelêrî de bi strana “Bejnê” beşdarî pêşbirkê bûm. Bêşik îxtimala min a binketinê jî hebû, lê min dixwest ez xwe biceribînim. Em ketin pêşbirkê û ez ji nav 80-90 misabiqan bûm yekemîn û ev yeka hanê di jiyana min a muzîkê de bû xala werçerxê. Di weşana Medya Tv a zindî ya ku 7-8 saetan ajot de dilê herkesî bi hestên tirs û şahiyê mişt bûbû. Di encamê de yekemîniya pêşbirkê tevî şahiyê berpirsiyariyeke mezin jî hildabû min. Min bi vê berpirsiyariyê amadekariya albuma xwe ya Bejnê, ya ku dê piştî du salan derkeve, kir. Axirê sala 2004’an li bajarê Kolnê di Festîvala Çandî ya Kurdî de min albuma xwe Bejnê bi hezkiriyên xwe re parve kir. 

Tu li Ewropa û li derveyê Ewropayê beşdarî kîjan çalakiyan bû?

Bi derketina albuma min re bernameyên min jî zêde bûn. Min li Kurdistanê, li gelek cihên Ewropayê, li Emerîka û Tirkiyeyê konser dan, beşdarî festîval û dawetan, çalakiyên piştgiriyê û bernameyên televîzyonan bûm. Dema ez beşdarî van bernameyan bûm, dîyaloga min a bi gel re ez gelek î şad û bextewar kirim. Ez pir ji wan hez dikim.

Albuma te “Bejnê” gihîşt piraniya gel. Demeke dirêj di ser re derbas bû, lê dîsa jî min divê tu behsa albuma “Bejnê” bikî.

Bejnê nûxwiriya min e, wek zaroka ewil a dayikê. Hesta ku mirov di emrê xwe yê piçûk de bi hezkirineke mezin li nav dilê xwe xwedî bike û dîsa bi gelê xwe yê ku mirov zehf jê hez dike re parve bike hesteke pir cuda ye.
Min di albuma Bejnê de bi giranî stranên gelêrî xwendin. Qirika min û eleqeya min a bi muzîka gelêrî re di hilbijartina repertuarê de roleke mezin lîst. Min di hilbijartina repertuarê de cih da herêmên cuda. Di albumê de ji her herêmê reng û hestên taybetmend hene; ji herêma Gimgimê bi Zazakî strana “Erê Nîna”,  ji Silêmaniyê bi Soranî strana “Ey Xuda”, ji herêma Konyayê strana “Waylê”, ji Bîngol û herêma Serhedê ê stranên gelêrî yên pir têne hezkirin, hin potpurî û berhemên nû. Di albumên gelek hunermendan de bi piranî stranek tê hezkirin, tê guhdarîkirin. Lê di ya min de ewha nebû. Piştî pêşbirkê cara ewil ez bi strana Bejnê hatim naskirin û hin kes hê jî bi navê Bejnê gazî min dikin. Bi taybetî piştî ku klîb hat kişandin strana Erê Nîna serkevtineke baş bi dest xist û ev stran ji hêla zarokan ve zehf hate hezkirin. Dîsa gelê Kurd ji  klîba Lo Gede ya ku senaryoya wê bi naveroka xwe esprîtuel e gelek hez kir. Me klîba Lo Gede bi piştgiriya gelê Mexmûrê çêkir, ku ev yeka hanê ji bo min wateyeke cuda îfade dike. Strana Xezalê û strana Ji Vir Şûnda û klîbên wan ji hêla gelê me yê Başûr ve hê zêde hatin ecibandin. Klîba Xezalê di heman demê de di malpera Rojaciwan de ji salekê zêdetir e di lîsteya klîban de li rêza yekemîn cih digire. Klîba Dengê Zerdeşt û ya Çiyayên Me zivistana par li Batman û Amedê hatin kişandin. Dema ev klîb dihatin kişandin me gelek zehmetî dît; lewre hewa ecêb sar bû û em dikir bicemidiyana. Klîba Ey Xuda li Kanadayê hate kişandin. Strana bi navê Çiyayên Me di albumê de tunebû, min piştî albumê wê stranê ji bo bîranîna hevala xwe ya hêja û berketî Utayê çêkir. Me dengê Utayê jî di stranê de bi kar anî û bi pişt re jî me jê re klîbek kişand. Dema me ji Çiyayên Me re klîb dikişand kela dilê min radibû û ez li ber bayê hestên bîranîna Utayê diketim.

Te çima ew qas klîb çêkir? Sedema wê çi ye? 

Li gor baweriya min stran bi klîban têne naskirin.Mixabin albumên me nagihîjin her derê. Bi saya klîb û televîzyonan mirov dikare bigihîje girseyên herî mezin. Derengmayîna albuma duwemîn ez teşwîqê klîban kirim. Divê mirov bi awayekî li rojevê karibe bimîne. Ev jî ancax bi cihêrengî û nûjeniyan bibe. Li aliyê din jî ez gava bi karê klîban mijûl dibim kêfa min tê, şa dibim. Û lewre ez ji lîstikvaniyê jî gelek hez dikim. Heşt klîbên min hene. Min ji wan şeş heban li Kurdistanê çêkir.

Ji bo albuma duwemîn tu xebatên te hene?

Ji qewlê pêşiyên me ve “wekî ku tu agir berdî barûdê!” A mesela min û albuma duwemîn jî tişteke ewha ye. Mixabin gelek hevalên hunermend heman probleman dijîn. Korsan û guhdarîkirina muzîkan a ji înternetê îro ew qas pir pêşde çûye, ku ji ber vê yekê ewha xuya ye modeya albumê dike biqede û sînglee bikeve şûna albumê. Ji bo albuma duwemîn repertuara min hazir e, lê belê ji ber rewşa aboriyê ez jî wek hunermendên din di tengasiyê de me. Ji ber problemên min li jorê jî behs kiribû mesrefa ku em û şîrketên me dikin piştî album derdikeve li me venagere. Dema album bê firotin ji bo albuma nû rê vedibe, lê eger neyê firotin rê li pêşiya me dixetime. Li gor fikra min di vê mijarê de divê piştgiriyeke hêzdar, hevkariyeke xurt çêbibe. Yanê divê dewlemendên Kurdan di vî warî de hesas bin.

Gelê Kurd zehf ji te hez kir. Gelo sedema vê hezkirinê çi ye?

Sedema vê hezkirinê ev e; ez ji wan pir hez dikim û di nava me de diyalogeke pir germ heye. Esas ew vê pirsê hê çêtir dê bikaribin bibersivînin, ku ev întibaya min e. Hezkirina wan hêz dide min û ji ber vê yekê jî min divê her tim a herî baş pêşkêşî wan bikim. Lê mixabin ev jî li gor şert û îmkanan pêk tê.
Ez dixwazim viya jî bînim zimanî; ez dibêjim qey bêtir zarok ji min hez dikin. Hezkirina wan ji bo min tişteke zehf girîng e. Ez jî zehf ji wan hez dikim. Di bernameyên min de bi wan re bi dehan bîranînên min pêk tên. Ez dixwazim ji wan bîranînan yekê bi we re parve bikim; li Fransayê, li bajarê Marsîlyayê di bernameyê de bûm, du keçikên 4 salî hatin ba min, yekê weka ku li ber diya xwe bigere got “Gulêêê!..” Min got “çi cana min?” Keçikê destê xwe danî ser dêma xwe û got “Gulê diranê min dêşe!” Keçika pê re jî bi heman awayî got “Gulêêê! Diranê min jî dêşe!” Min her du keçikan hembêz kir û got “oy ez bimrim! Ez ê çi bikim… Hadê em herin nexweşxaneyê.”  Her du keçikan bi hev re gotin “na, na! Em biçin mala me. Gulêêê tu were mala me!” Û weke vê gelek bîranînan bi min didin jiyandin.

Li pêşberî temaşevanan tu dikevî heyecanê?

Ez bi piranî li ser dikê gelek rehet im, zêde nakevim heyecanê. Li gor baweriya min li ser dikê hêzeke efsûndar heye. Lewre ez li wir problem û west û stresên xwe ji bîrve dikim, tenê hunera xwe bi temaşevanan re parve dikim. Yanê digel hemû zehmetiyan hûn karekî xweş û pîroz dikin û ev jî we şad û bextewar dike.

Tu ji hunermendên Kurdan kîjanî zêdetir diecibînî?

Ez bêtir Nîzamettîn Ariç, Şivan Perwer û Serhatê pakrewan diecibînim. Ez ji hunermendên me yên jin jî Meyrem Xan, Eyşe Şan û Mizgîna pakrewan pir diecibînim; lewre di warê hunerê de li gor şertên dewra xwe têkoşîn dane û ji ber vê yekê jî ji bo min bûne wekok.

Tu qet çûyî Kurdistana Başûr ango tu ji aliyê wan ve hat vexwendin?

Belê, cara ewil ji bo Festîvala Mexmûrê hatibûm vexwendin. Hestên ku min li wir jiya tu carî dê ji bîra min neçin. Gelê Mexmûrê di nav şertên dijwar de bi derd û kul û êşeke mezin dijiya. Lê digel vê yekê wan bi dilqencî û germahî eleqe nîşanî me dan. Li wê axa Mexmûrê hest cuda tên zimanî û stran bi wan re bi awayekî hê cuda tên parvekirin. Piştî Festîvala Mexmûrê li Hewlêrê di Zagros Tv’yê de li bernameyekê bûm mêvan. 

Bi hunermendên Kurdistana Başûr re diyalogên te hene?

Têkiliya min bi hunermendên Başûr re heye lê ne pir xurt e. Li gor baweriya min ragihana hunermendên Kurd li çar parçeyê Kurdistanê qels e, kêm e. Li gor fikra min di vê mijarê de  ji sexsan bêtir sazî di nav xwe de xebateke hevpar bimeşînin dê ji bo çand û humera Kurdî hê erênî be, hê çêtir be.

Tu rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?

Eger em li gor demên berê binirxînin muzîka Kurdî îro gelek pêşve çûye. Di warê muzîka Kurdî de gelek tiştên xweş pêk hatin, berhemên bi qalîte hatin pêşkêşkirin. Lê belê mixabin em hê negihîştine merhaleya standardên dunyayê.

Li Ewropayê problemên muzîka Kurdî çi ne?

Li Ewropayê şert gelek baş in û ji bo ku mirov di warê muzîkê de tiştên bi qalîte çêbike zemîneke xweş heye. Lê ev şertên baş û zemîna xweş çi qas tên bikaranîn, nizanim. Divê ev mijara hanê were minaqeşekirin. Eger hunermend di warê muzîkê de xwe tam bi pêşve nebe, xwe tam amade neke û hema tavilê daxwaziya navdarbûnê bike dê hem qalîteya xwe û hem jî qalîteya muzîkê bixîne.

Ji bo dahatûyê tu planên te hene?

Eger şert pêk bên ez ê pêşî albumeke nû çêbikim. Eger nebe ez ê di şûna albumê de bi formatên cuda xebatên xwe bidomînim û bi pişt re klîban çêbikim.

Di warê muzîkê de cihê ku te divê tu bigihîjê kuder e?

Ez dixwazim di warê muzîkê de ya herî baş bim.

Xeyala te ya herî mezin çi ye?

Min divê ez bigihîjim gelê Amedê, derbikevim ser dikê û li pêşberî wan hunera xwe îcra bikim.

Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.

Ez jî gelek sipas dikim û ji bo we serkevtinê dixwazim.

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî

Çavkanî: Netkurd

HEVPEYİVÎN Bİ ARAM TÎGRAN RE

Tu niha li ku dijî?

Ez niha li Yûnanistanê li paytext Atînayê dijîm.

Tu çûyî Ermenistanê?

Ez çûm, 24 salan mam, di 1990’ê da derketim û neçûme. Li Yûnanistanê bicihûwar bûme. Ji hingê da ye hê neçûme Ermenistanê.

Tu li Yûnanistanê hunera xwe îcra dikî?

Erê, ez hunera xwe îcra dikim lê bi Kurmancî, ne bi Yûnanî.

Bi zimanên din, bi zimanê Ermenî, Erebî, Tirkî?

Ew gava dawetek dibe gazî min dikin ez diçim dixwînim. Lê xas ji bona şevan, gava heval gazî me dikin, miletê Kurd gazî me dikin tenê em bi Kurdî dibêjin û çend heb jî Ermenî pê ra dibêjin.

Di hevpeyivînekê de tu dibêjî xeyala min a herî mezin ew e ku ez li Diyarbekirê derkevim ser dikê li pêşberî gelê Kurd stiranan bibêjim.

Belê, ew xeyala min pêkhat, ew mexseda min bicîhat. Ez ji ber vê yekê jî zehf kêfxweş im, çimkî ji min ra xewn bû ew, xewna min rast derket.

Tu niha li Amedê yî. Hestên te çawa ne?

Kêf kêfa min e. Ez gava we dibînim ez hê bêtir heyecan dibim. Çima? Du nuqteyên girîng hene: nuqteya girîng a ewilî, ev bajar, ez serê xwe çawa vedigerînim pirsê Kurmancî dibihîzim, serê xwe çawa digerînim ez pirsê Kurmancî dibihîzim. Li başqe welatan, li ku be  ez van tiştan nabînim, ew kêfa min tîne yek û a diduwa, ev welat ciyê bav û kalê me ne, kokê neneyê me ne, merivê me ne, ehlê me ne, li vir jiyane, min bihîstiye û ez hatime. Heta diya min jî li vir maye, bavê min jî li vir maye, kêfa min tê û ez heyecan dibim pê, ji min ra şeref e, ji min ra şabûneka pir mezin e û bi te ra jî ez niha roportaj dikim ew jî şabûnek e, çimkî te pirsê xweş ji min kirin.

Li Bakur, bi taybetî li Diyarbekirê ji te bi awayekî ecêb hez dikin. Te li vir bingeha hezkirinê danîye.

Ez zanim, sipas dikim.

Baş e, beriya vê tu çima nedihatî?

Ê kaxizê min tunebû. Wetendaşiya min a Yûnanistanê tunebû, hê ev çend meh e çêbû. Vîze nedidan min.

Tiştek heye, mesela tu Ermenî yî, lê em te wek xwe dibînin.

Wiya ji hezkirinê ye, rast e.

Di warê muzîka Kurdî de te kedeke pir mezin rijandiye, bingeheke bêhempa daniye.

Min însanetiya xwe kir. İnşellah ew ked hunda nabe. Min dîrokek hîşt dîrok... Û ez vê jî ji te ra bibêjim; hene malbat, aîle, însan, pere dihêlin, mal dihêlin, zengîntî dihêlin… min jî dîrokek hîşt ji gelekî ra. Ji min ra tişyekî mezin e ev. Kurê kurê min rabin, torinê min rabin, zaroyên min rabin ew ê zanibin Aram çi kiriye.

Te heta niha çend kaset çêkirin?

Min heta niha dozde kaset çêkirin.

Piştî vê jî tu yê kasetan çêbikî?

Ez hê bi umûd im ez ê çêbikim. Çimkî tu ji min çêtir zanî kaset her sal her sal li pey hev çênabe, zehmet e, gerek tu kasetên xweş derxî, piçekî dereng dimîne, du salan carekê, sê sala carekê.

Ji bo hunermendên me yên nû, ji bo muzîsyenên me yên nû, ji bo yên ku di warê muzîka Kurdî de hê nû digihîjin tu dixwazî çi bibêjî?

Ez ji wan re serkevtinê dixwazim, pêşkevtin hê maye wan nedîtiye, ez dixwazim ku wan bibînim, ji wan ra nêrîna xwe bidim ka gihîştine kurê. Ez jî nesîhetekê ji ba xwe bidim wan, ev ji min ra şeref e.

Tiştekî ku tu ji bo me, ji bo gelê Kurd bibêjî heye?

Pirsa nesîheteke biratiyê ez ê bidim heger tu qebûl bikî, heger gel qebûl bike. Ez dixwazim gel ewilî ewilî bi hev ra muhbet û hezkirin û yekitiya wan pir bilind be. Heke ev her sê tişt nebin heya paşiyê em nagîjin cîyekî. Ji te ra rast ez ê temsîl bînim ser Yahûdiyan, binêr Yahûdî çiqas hindik in, muhbeta wan pir e, hev digrin û gihîştin kurê. Lê em pêncî milyon in, Kurd pêncî milyon in negihîştin cîyekî.

Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.

Ez jî sipas dikim û ji bo we hemiyan serkevtinê dixwazim.

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî

Çavkanî: Netkurd 18/7/2008

HEVPEYIVÎN BI HUNERMENDA CİWAN HAVÎNÊ RE

Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa xwe bikî?

Ez li gundê Mîrexura yê bi ser Diyarbekirê ve hatime dinê. Min zarokatiya xwe li wî gundî jiya. Niha li navenda Diyarbekirê dijîm. Bavê min cotkar e, diya min kevanî ye. Tevî min em sê xwişk û pênc bira ne.

Eleqeya te bi muzîkê re kîngê çêbû?

Eleqeya min di dema dibistana seretayî de bi muzîkê re çêbû. Hunermendên wek Eyşe Şan, Meyremxan û Tehsîn Taha tesîreke mezin li ser min pêkanîn û bi saya tesîra wan ez bûm hunermend.

Di nav malbatê de ji xeynî te kesên bi muzîkê mijûl dibin hene?

Dengê kek û birayê min jî zehf xweş e, lê belê kekê min dixebite, birayê min jî dibistanê dixwîne, ji ber vê yekê ew nikarin weka min bi muzîkê mijûl bibin.

Tu di warê muzîkê de qet hate perwerdekirin ango te dersên muzîkê stend?
Hevnasîna min a ewil a bi muzîkê re bi dersgirtina taybet a muzîkê re pêkhat. Min dersa baxlemeyê stend, lê belê ji ber ku min giraniyê da şîrovekeriyê ez pêşve neçûm. Ez niha ji mamostayên hêja dersa şanê digirim.

Albuma te “Heyla Dayê” ji hêla gel ve gelek hate hezkirin. Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa albuma xwe “Heyla Dayê” bikî?

Heyla Dayê albuma min a yekemîn e. Ku tesîreke gelek xweş li ser muzîkhezên Kurd pêkanî. Dema min repertuara xwe amade kir, min bi awayekî baş, bi baldarî stranên xwe helbijart. Xebata min ji xeynî hin problemên hûr, bi giştî gelek xweş bû.

Te heta niha di çalakiyên çawa de cih girt?

Ez li Amedê beşdarî çalakiya 8’ê Adarê ya li qada îstesyonê bûm. Ez di hin çalakiyên Şaredariya Yenîşehîrê de derketim ser dikê û min hunera xwe îcra kir. Digel vê yekê ez li hin bajarokan derketim ser dikê, min li pêşberî muzîkhezan stra. Ji ber ku min giraniya xwe dida xebata albumê, min ji mecbûrî hin çalakiyan paşda avêt.

Gava tu derdikevî ser dikê li pêşberî temaşevanan dikevî heyecanê?

Na, ez nakevim heyecanê. Lê gava ez stranên bi hîs dibêjim hestên mirovan germ dibin û wê gavê ew rewşa hanê tesîrê li min dike, ez hestedar dibim.

Hunermendê ku tu zehf diecibînî kî ye?

Eyşe Şan û Tehsîn Taha ye.

Tu qet çû Başûr ango tu ji hêla wan ve hat vexwendin?

Ez çend caran ji hêla Başûriyan ve hatim vexwendin, lê nebû qismet ku biçûyama wir. Hêvî dikim ez ê di demeke kurt de herim Başûr û ez û mirovên xwe yên wir hevdu bibînin. Ku ev di nav xwestekên min de xwesteka herî mezin e.

Ji bo albuma duwemîn tu xebatên te hene?

Erê. Repertuara min hema hema temam bûye. Li ber destê min stranên mamostayên heja hene.

Tu rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?

Muzîka Kurdî îro li gor do zehf pêşve çûye. Gava em li dema berê binêrin em ê bibînin ku hunermendên jin gelek kêm in. Lê belê îro gelek hunermendên jin gihîştine û di warê muzîka Kurdî de keda xwe dirijînin. Weke tê zanîn çavkaniya muzîka Kurdî kevneşopiya dengbêjiyê ye. Bi saya dengbêjan muzîka me, edebiyata me ya devkî hatiye parastin û gihîştiye van rojan. Îro em di warê muzîka Kurdî de rastî terzên serkevtî yên wek pop, rock, rap, blues, hîp hop tên. Ev tiştê hanê me şad û bextewar dike. Ez dikarim viya bibêjim; hemû rengên muzîkê gihîştine muzîka Kurdî, bi muzîka Kurdî re ahengeke xweş pêkanîne.

Di warê muzîkê de cihê ku te divê tu bigihîjê kuder e?

Cihê ku min divê ez bigihîjimê dilê gelê min e.

Xeyala te ya herî mezin çi ye?

Weke min li jorê jî anî zimanî cihê ku min divê ez bigihîjimê dilê gelê min e. Min divê ji hêla gelê xwe ve bêm hezkirin. Zimanê muzîkê nîn e. Heger ez karibim muzîka gelê xwe bigihînim gelên cîhanê û bi wan bidim hezkirin, ez ji vê mestir tu xeyalekê nas nakim.

Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.

Ji ber ku we vê firseta xweş da min ez sipasiyên xwe pêşkêşî we dikim û ji bo we serkevtinê dixwazim.

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî

Çavkanî: Netkurd 22/6/2008

HEVPEYİVÎN Bİ Bİ HUNERMENDÊ CİWAN Û ÇELENG MURAT KUÇUKAVCİ RE

Tu dikarî ji kerema xwe re piçekî xwe bi xwendevanan bidî naskirin?

Ez di sala 1979’an de li Konyayê, li qeza Cîhanbeyliyê, li gundê Kutuga hatime dinê. Tevî min em du bira û xwişkek in. Ez birayê herî mezin im. Min dibistana seretayî û ya navîn li gundê Kutuga, lîseyê jî li Konyayê xwend. Piştî ku min lîse xelas kir ji ber sedemeke malbatî di sala 1998’an de çûm Ewropayê û li wir bi cihûwar bûm. Zewicandî me.

Serpêhatiya te ya muzîkê çi çax dest pê kir?

Serpêhatiya min a muzîkê di piçûkatiya min de dest pê kir. Ez hê heşt-neh salî bûm apê min li malê tembûr lêdixist û min jî pê re stran digotin. Ku di demên dibistana seretayî de, di şevên taybet de gava min rahişt mîkrofonê, serpêhatiya min a muzîkê jî pê re dest pê kir.

Hunermendên ku tu di bin tesîra wan de ma hene?
Wan çaxan di warê muzîka Kurdî de bayê Şivan Perwer herkesî li ber xwe dixist, tesîra xwe li ser hemû Kurdan çêdikir. Min jî bi guhdarîkirina deng û tembûra wî re ji muzîkê hez kir û hewesa min hê zêdetir bû.

Albuma te “Çavreşa Min” nû derket. We albumeke zehf bi kalîte çêkiriye. Tu dikarî behsa vê albuma xwe bikî?

Belê, piştî demeke dirêj min albuma xwe ya yekemîn çêkir. Xebata albumê nêzîkî salekê ajot. Di çêkirina vê albumê de ez bi mirovên profesyonel ên keda xwe di warê muzîkê de rijandine re xebitîm. Ez sipasiya aranjorê xwe Ahmet Ozgul û derhênerê xwe Hasan Genç dikim. Birêz Mustafa Gazî, ku ez te wekî kekê xwe dihesibînim, te hem bi stranên xwe û hem jî di her mijarê de bi her awayî alîkariya min kir; sipasiyên xwe pêşkêşî te dikim. Di vê navê de sipasiya hevalê xwe yê zarokatiyê Nedîm Dag û hevalê xwe Hayatî Ozgonul dikim; ku keda Hayatî di vê albumê de gelek e.

Te kîngê bi awayê profesyonelî dest bi muzîkê kir?

Ez panzdeh sal in di nava muzîkê de me, lê belê deh sal in bi awayê profesyonelî di warê muzîkê de xebatên xwe dimeşînim.

Cihekî ku tu bi dewamî lê derdikevî ser dikê heye?

Belê, li Danîmarkayê li barekê bi dewamî derdikevim ser dikê û li wir hunera xwe îcra dikim.

Tu bi piranî guhdariya kîjan kom û hunermendan dikî?

Ez bi piranî guhdariya kom û hunermendên wek Agirê Jiyan, Xêro Abbas û Ciwan Haco dikim.

Ji xeynî karê muzîkê tu karekî din dikî?

Na, xeynî muzîkê tu karekî min tuneye. Jixwe pênc rojên hefteyê li barê li ser dikê derbas dibe. Ez di ber re jî diçim dawet û şahiyan. Du rojên hefteyê jî li dersxaneya muzîkê dersên baxleme û tembûrê didim.

Tu rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?

Ez rewşa muzîka Kurdî ya îro gelek baş dibînim. Îro em ji do qat bi qat çêtir in û gelek pêşve çûne. Xort û ciwanên ku bi muzîkê mijûl dibin ewil xwe perwerde dikin û bi pişt re karê muzîkê dikin.

Xeyala te ya heri mezin çi ye?

A yekemîn; ez dixwazim stranên min ji aliyê hemû Kurdên dunyayê ve bêne guhdarîkirin û ecibandin. A duwemîn; ez dixwazim li ku Kurd hebin li wir derbikevim ser dikê û tiştên xweş û bi kalîte pêşkêşî wan bikim. Ku xeyala min a herî mezin ev e.

Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.

Ez jî sipas dikim û ji bo we serkevtinê dixwazim.

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî

Çavkanî: NETKURD 21/12/2007

HEVPEYİVÎN Bİ HUNERMENDA OPERAYÊ MİZGÎN TAHİR RE

Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa xwe bikî?

Ez ji Kurdistana Sûriyê me. Li bajarê Dirbêsiyê ji dayik bûm. Tevî min em şeş xwişk û pênc bira ne  Bavê min ew jî hunermend bû, jê re digotin Necîmê Omerî an Necîmê Tembûrvan. Diya min dengê wê xweş e lê nastrê.. Wê tenê ji me re lorîk digotin, çîrok digotin, çîrokên stranan digotin.

Te kîjan mekteban xwend û tu çawa ketî konservatuarê?

Min heta sinifa nehan li Dirbêsiyê xwend, jê pê de ez hatim Serê Kaniyê û min li vir lîse xwend. Ji wir jî çûm Şamê. Min li Şamê ewilî du salan arkeolojî xwend. Lê di wan du salên hanê de min li cem profesor Lubana û profesora Rûsî Gelîna haziriya konservatuarê kir. Gelîna li konservatuara Şamê profesora deng bû, min jê dersên taybet ên operayê distendin. Profesora Rûsî Gelîna ez ji bo konservatuarê hazir kirim. Bi pişt re ez di sala 1999’an de ketim îmtihanê û min konservatuar kar kir.

Dema te li Şamê konservatuar dixwend çalakiyên te yên hunerî çêbûn?

Ez hîna di konservatuarê de bûm min gelek kar dikirin, karên Kurdî. Min bi mamoste Reşît Sofî re li Şamê, li Mekteb Embarê konserek da. Wê hînga hanê sala min a duwemîn bû li konservatuarê, min di bin sponsoriya Merkeza Spanî de konser da û bi pişt re min konserek taybet a Kurdî da. Sala sêyemîn min du stranên filklorî, ên gelêrî tomar kir û du  stranên Mozart wergerandin Kurdî û tomar kir û wan her çar stranan ji televîzyona Kurdsatê re bi rê kir. Piştî ku xwendina min a konservatuarê xelas bû min li Navenda Çanda Frensî de konserek taybet da. Ez hatim Serê Kaniyê, min li vir jî konserek da. Ez çûm Silêmaniyê, min li wir du konser da. Îsal jî ez beşdarî Festîvala Çand û Hunerê ya Şaredariya Mezin a Amedê bûm, min li ser dika Şanoya Amfî konserek da.

Di mijara muzîkê de tesîra kê li ser te çêbû?

Ez bi xwe gelekî di bin tesîra dengbêjan de mam. Dengê bavê min û metka min gelekî xweş bû, wan tesîreke mezin li ser min pêkanîn.
Min gelek dengbêj û stranbêjan guhdar kir; wek Husêynê Farî, Şakiro, Fadilê Cizîrî, Karapetê Xaço, Şivan Perwer, Ehmed Kaya, Ezedîn Temo, Nîzamedîn Ariç û gelekên din. Ez gava li wan guhdarî dikim, ez hez ji hestên wan dikim, hestên wan tesîrê li min dikin.

Di nava malbata we de xeynî te yên bi muzîkê mijûl dibin hene?

Malbata min malbateke hunermend e. Birayê min ê mezin li cimbûşê dixîne, navê wî Remezan Omerî ye, ku dengê wî gelek î xweş e. Birayê min ê din li biskê dixîne, ew jî navê wî Şukrî ye. Xwişkeke min heye navê wê Gulistan e. Ew bi navê xwe yê Gulistan Sobarî hatiye naskirin. Stranbêj e, ew jî hunermendeke delal e.

Tu qet çû Ewropayê û te li wir konser da?

Ez neçûme lê bes gazî min kirin, Roj Tv gazî min kir, wê hînga hanê konsera min hebû li Silêmaniyê, min nikanîbû, lewre min soz dabû mirovên li Silêmaniyê.

Mizgîn, hunera te hunereke nûjen e û tu bi xwe hunermendeke nûjen î. Mirovên me yên Kurd piştî ku guhdariya te dikin rexneyên çawa li te digirin? Ango nirxandinên wan çawa ne?

Ew hinkî ecêbmayî dimînin. Dibînin ku terza min terzeke cuda ye, dengê min dirêj e, nefesa min dirêj e. Vî tiştê hanê (dengdirêjî, nefesdirêjî) bi rastî li cem dengbêjan dibînim, di nav kultûra Kurdî de ez dibînim.

Tu dikarî kîjan enstrumanan bi kar bînî?

Ez hinkî li piyanoyê dixînim. Li konservatuarê amêra (amûr) min a yekemîn deng bû, a duwemîn jî piyano bû. Li konservatuarê em fêrî piyanoyê dikirin ji bo ku em amêra yekemîn (deng) li ser amêra (piyano) duwemîn deynin.

Gava tu derdikevî ser dikê û li pêşberî temaşevanan opera dixwînî tu dikevî heyecanê?

Belê, ez dikevim heyecanê lê bi piranî ez li ser dikê, li pêşberî temaşevanan wê heyecana xwe vedişêrim û hişê xwe didim ser stranan.

Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.

Ez gelek î kêfxweş bûm. Ji ber ku we vê firseta xweş pêşkêşî min kir ez jî sipas dikim.

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî

Çavkanî: Netkurd 9/10/2007