Eslê min ji navçeya Pulurê ya bi ser Dêrsimê ve ye. Lê ez li Îstenbolê hatime dunyayê. Piştî dibistana seretayî ez bi xwişk û birayên xwe re çûm Elmanyayê cem bavê xwe û em li wir bi cih bûn. Min xwendina xwe ya lîseyê û ya pîşeyî li Elmanyayê temam kir. Ez jiyana xwe li Elmanya û li welêt derbas dikim.
Tu bi çend zimanan dizanî?
Ez bi 3 zimanan dizanim.
Tu ji xeynî muzîkê karekî din dikî?
Ez vê gavê tenê bi muzîkê mijûl dibim.
Serpêhatiya te ya muzîkê kengê dest pê kir?
Hezkirina min a ji muzîkê re di nav malbatê de bi xwendina stranan re dest pê kir. Heta ez û xwişk û birayên xwe me bi hev re her tim kaset dadigirt. Bi pişt re min di bin banê saziyê de dest bi xebatên koro û folklorê kir. Piştî demekê min di albumên hevalên hunermend de karê vokal û duetê kir. Min di sala 2006'an de albumeke bi navê "Lorî"
çêkir û bi vî awayî min bi profesyonelî dest bi jiyana xwe ya muzîkê kir.
Di nav malbata te de kesên wek te bi muzîkê mijûl dibin hene?
Ji ber ku ez ji malbateke Elewî me, ji me gelek kes an baxleme (tembûra doxkurt) an enstrumanên cûr bi cûr lê didin û stranan dixwînin. Di nav malbatê de çend kesên ku bi profesyonelî bi muzîkê mijûl dibin hene.
Tu bêtir guhdariya kîjan hunermendan dikî?
Naverok û dewlemendiyeke cuda ya klasîkên Kurdî heye. Her dengbêjek bastûreke wî/wê ya cuda ya qirikî heye. Wek mînak Şakiro, Eyşe Şan û Silo Qiz. Ne mimkûn e, ku mirov guhdariya van hemûyan bike û bandordar nebe. Digel vê li derveyî muzîka Kurdî, di muzîka cîhanê de xemgînî û serhildana bi dengê Buika û Yasmin Levyê re, ku herî kêm bi qasî Eyşe Şanê tesîrê li min dike, nayê tarîf kirin.
Terza te çi ye?
Min rast nedît ku ez her sê albumên xwe hema bi kategorî an terzekê binavînim. Dema ez muzîka xwe pêk tînim bêtir li gor hestên xwe tev digerim. Lê belê bêyî ku bastûra otantîk a muzîka Kurdî xera bikim, bi soundên cuda wê pêşkêş dikim. Digel vê ez di stranên xwe yên nû de jî motîfên muzîka Kurdî ya otantîk ji xwe re dikim bingeh û hinek jî ji muzîka cîhanê sentezan diafirînim û dixwazim soundan pêk bînim.
Tu dikarî qet enstrumanekê bikar bînî?
Ez hînî gîtarê dibim. Hêvîdar im ez ê rojekê stranên xwe li gel gîtara xwe bibêjim.
Te di warê muzîkê de xwe da perwerde kirin?
Ez qethiyen girîngiyê didim xwendina akademîk. Di geşedana muzîkê de cihekî wê ya gelek girîng heye. Ez dersên enstruman, şan û solfejê distînim.
Tu cara ewil li ku derket ser dikê?
Qet ji bîra min naçe… di 8’ê Adara 2006’an de li Kolnê di Roja Jinên Cîhanê de derketim ser dikê.
Gava tu derdikevî ser dikê li pêşberî girseyê bi te re heyecan çêdibe?
Gelek çêdibe. Li gor hizra min hunermenda/ê ku li pêşberî gel nekeve heyecanê wê qethiyen ji aliyê hestan ve pirsgirêkan bijî. Lewre tiştê ku wê li wir mirov nêzî mukemelê bike heyecan bi xwe ye.
Te heta niha çend album çêkir?
Min bi navê "Lorî", "Dûrî" û "Bêje" 3 album çêkir.
Te albuma xwe “Bêje” li ku û bi kê re çêkir?
Albuma “Bêje” tam li gor dlê min çêbû. Min dewreke gelek baş a amadehiyê derbas kir. Min di hemû gihanekên albumê de cih girt, ji lewma jî min xwe hê rasttir îfade kir. Helbet ev nayê wê wateyê, ku tu kêmasî tune ye. Ez di derbarê albumê de nirxandinên erênî hiltînim. Ev jî min bextewar dike. Min xebata demo û besteyan bi Diyar re meşand, di aranjeyên 2 stranan de bi Yaşar Başozdeş re û di hemû aranjeyên din de jî bi Merdan Zirav re xebitîm. Ji bo keda wan a mezin sipasiyên xwe pêşkêşî Diyar, Yaşar Başozdeş û Merdan Zirav dikim.
Te heta niha li kîjan deran konser dan?
Ez li bajarên cuda yên Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê tev
lî çalakî, konser an mihrîcanên cûr bi cûr bûm. Mixabin ji ber bêîmkaniya organîzasyon û fînansmanê mirov nikare konserên solo bide.
Tu rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?
Esas gelek dijwar e, ku mirov bi yek-du hevokan behsa rewşa muzîka Kurdî bike. Ez weka keseke hê di serê vê riyê de dizanim ku alîkariyên hêja yên navên nemir ên kevneşopa dengbêjiyê yên bingeha muzîka Kurdî danîne û dîsa gelek mamosteyên min ên hunermend hene. Di muzîkê de geşedan bêdawî ye. Lê digel vê li gor hizra min nimûne û teqlîdên xirab û nêzîkayîtêdanên populîst jî hene. Lê ez hurmeta xwe nîşanî her hunermenda/ê ku bi awayekî erênî alîkarî pêşkêşî muzîka me kirine, didim.
Çend klîbên te hene?
5 klîbên min hene; "Lo Berxo", "Lorîka Min", "Nabe", "Erzinganê" û ji albuma min a dawî "Bêje." Digel vê, me kêşanên strana "Welat Şêrîn e", ku ev jî stranek ji albuma nû ye, li Dêrsimê xelas kir.
Di warê muzîkê de cihê ku te divê tu bigihîjê ku der e?
Li gor hizra min di warê muzîkê de rawestgeheke dawî ya mirov bigih
îjê tune ye. Min divê her bimeşim.
Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim û ji te re serkeftinên herî mezin dixwazim.
Hevpeyivîn: Mustafa Gazî
Çavkanî: Özgür Haber Gazetesi, Îlon 2013