1.02.2014


 HEVPEYİVÎN Bİ HUNERMEND SAMET ÎPEK RE

 

 

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî

 

 

Tu dikarî xwe bidî nas kirin? Kî ye Samet Îpek?

 

Ez di sala 1979’an de li navçeya Pasûrê, li gundê Barinê hatime dunyayê. Ez 1 salî bûm malbata min malê bar kir anî Amedê, li Rezan (Bağlar) bi cî bû. Tevî min em çar bira û heft xwişk in. Ez zewicandî me, du kur û du keçên min hene.

 

Te berî muzîkê çi kar dikir?

 

Gava ez zarok bûm min datlî û simît difirot, min solan boyax dikir. Piştî ku ez bûm 10-11 salî, piçek bûm xort bavê min ji min re erebeyeke hespan kirrî û min ew şixuland. Dema min erebeya hespan diajot bavê min jî li ser erebeya seyar zebze difirot. Piştî erebeya hespan min dest bi çerçîtiya gundan kir. Min tiştên wek firaq, naylon, tursîl, mîntaks, sabûn û sol dibir gundên derdora Amedê dida gundiyan, min di şûna wan de tiştên wek genim, ce, nîsk distend û dianî li bajêr difirot.

 

Te kengê dest bi muzîkê kir?

 

Min di zarokatiya xwe de stran digotin. Kurê meta min Nîzam diçû dawetan. Ez jî yek-du caran pê re çûm dawetan. Min di dawetan de stran gotin.  Dengê min xweş bû, dengê min gelek dihat ecibandin. Bi min re hewesek mezin pêk hat û bi pişt re min berê xwe da riya hunerê. Min di sala 1997’an de dest bi karê muzîkê kir û di sala1999’an de albumeke folklorîk çêkir. 

 

Tesîra kîjan hunermendan li ser te çêbû?

 

Min di zarokatiya xwe de ewil guhdariya Birader kir, bi pişt re min guhdariya Koma Şîrvan kir, lê  herî zêde tesîra Birader û Şivan Perwer li ser min çêbû. Digel vê di nav zeman de tesîra hunermendên wek Beytocan, Mihemed Şêxo û Aram Tîgran jî li ser min çêbû.

 

Te heta niha çend album çêkir?

 

Min heta niha 6 album çêkir. 5 albumên min folklorîk in, albuma min a 6. hunerî ye, bi awayekî profesyonelî hatiye çêkirin. Min albuma xwe ya yekemin di sala 1999’an de çêkir, navê wê “Govenda Pasûrê” bû. Albuma min a duwemîn di sala 2002’an de derket, navê wê “Zarno Werin Dawetê” bû. Min a sêyemîn di sala 2006’an de çêkir, navê wê “Mencolê” bû. Min a çaremîn di sala 2011’an de çêkir, navê wê “Îro Kela Me Rabû” bû. Min a pêncemîn di sala 2012’an de çêkir, navê wê “Narînê” bû. Min albuma xwe ya şeşemîn jî îsal çêkir, navê wê “Yara Min/Ez Şîrîn im” e, di meha berfenbarê de derket pêşberî muzîkhezan.

 

Klîbên te hene?

 

Belê, 5 klîbên min hene. Min ji stranên “Bê Te Nabe”, “Yar Hay Dîlber”, “Evîna Min”, “Yara Min” û “Ez Şîrîn im” re klîb da çêkirin.

 

Li gor întibayên min tu bi klîba “Bê Te Nabe” navdar bû, ne?

 

Belê, nav û dengê min bi wê klîbê belav bû.

 

“Bê Te Nabe” strana kê ye?

 

Strana Cebraîl Dag e. Gotin jî muzîk jî ya wî ye.

 

Bi qasî ku ez dizanim tu di nav koroya Komeleya Çand û Hunerê Ya Dîcle û Firatê de dixebitî. Ji kerema xwe tu dikarî behsa xebatên vê koroyê bikî?

 

Belê ez di nav koroya Komeleya Çand û Hunerê Ya Dîcle û Firatê de dixebitim. Koro ji 100 kesan pêk hatiye. Koro di Newroza 2013’an de li Amedê derket pêşberî gel. Xebatên koroyê bênavber berdewam dikin.

 

Di nav malbata te de kesên wekî te bi hunerê mijûl dibin hene?

 

Belê, hemû birayên min jî wekî min bi hunerê mijûl dibin. Dengê bavê min jî gelek xweş e, stranên folklorîk û yên dengbêjkî gelek xweş dibêje. Berê gava li gundên derdora me dawetek çêdibû gazî bavê min dikirin.

 

Te albumên xwe çawa çêdikî? Ji hêla pereyan de kes alîkariya te dike?

 

Min albumên xwe bi pereyê xwe çêkirin. Mixabin kes ji me re nabe sponsor. Tu kes alîkariya me nake. Em jî mecbûr in ku albumên nû çêbikin û pêşkêşî muzîkhezan bikin. Lewre muzîkhez piştî ku albuma dawî kevn dibe li hêviya albuma nû radiwestin. Hunermend mecbûr e ku 2 salan carekê albuma xwe ya nû çêbike û pêşkêşî muzîkhezan bike.

 

Çavên te berê didîtin, lê niha nabînin. Çavên te çi pê hatin? Çima wusa bûn?

 

Nedîtina çavên min di sala 1994’an de dest pê kir. Min bi roj didît lê bi şev nedidît. Ez di sala 2000’î de ji dîtinê bêpar mam, bûm wekî mirovek hafiz.

 

Tu neçû ser dixtoran?

 

Belê, ez çûm ser gelek dixtoran lê tu dixtorek jî nekarî çareser bike. Digotin ji ber ku dê û bavê te xizmên hev in tu wusa bûyî.

 

Nedîtina çavên te pêşî li ber hunera te digre an na? Tu ji ber çavên xwe tengasiyan dikşînî?

 

Na, pêşî li ber hunera min nagre. Ez ji ber vê yekê ne aciz im. Ez dikarim hunera xwe bi hêsanî îcra bikim. Lê divê yek bi dewamî li ba min be, ku bi destê min bigre, rêbertiya min bike.

 

Ji bo albuma heftemîn tu xebatên te hene?

 

Belê, xebatên min hene. Ez ji bo albuma nû repertuara xwe hêdî hêdî amade dikim. Repertuara min biqede ez ê dest bi xebatên xwe yên studyoyê bikim.

 

Hedefa te çi ye?

 

Ez dixwazim di nav gelê xwe de zêdetir bêm naskirin û hezkirin. Dixwazim derêm şahiyên Newrozan, derêm mihrîcanan. Dixwazim hunera xwe bi pêş xim û bi xebatên xwe layiqê gelê xwe bim.

 

Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim û ji te re serkevtinên herî mezin dixwazim.

 

Ji ber ku te fersendeke wusa xweş pêşkêşî min kir esas ez sipasiya te dikim.

 
(Rojnameya "Özgür Haber"ê, 2014)

HEVPEYİVÎN
HUNERMEND ŞEYHMUS DAL RE

 



Hevpeyivîn: Mustafa Gazî

 

 

Tu dikarî piçekî behsa xwe bikî? Kî ye Şeyhmus Dal?

 

Dê û bavê min ji navçeya Çinarê ne, lê ez di sala 1986’an de li Amedê hatime dunyayê. Tevî min em 7 bira û 5 xwişk in.

 

Hûn çi qas qelebalix in wusa. Malbatên Kurd ji zarokan gelek hez dikin û ji lewma jî hema zarokan çêdikin.

 

Belê, Kurd  ji zarokan gelek hez dikin.

 

Serpêhatiya te ya muzîkê çawa dest pê kir?

 

Serpêhatiya min a muzîkê berî 10 salan bi çûna min a dawetan re dest pê kir. Min wê çaxê def (dahol) lêdixist. Heta salekê ez bi lêxistina defê mijûl bûm, bi pişt re ez bi tembûrê mijûl bûm. Piştî tembûrê jî min dest bi solîstiyê kir û li ciyên wek salonên dawetan, restorant û hwd. derketim ser dikê.

 

Tu bêtir di bin bandora kîjan hunermendan de ma?

 

Ez bêtir di bin bandora hunermend Ciwan Haco û Şivan Perwer de mam.

 

Baş e. Tu guhdariya kîjan hunermendên Kurd dikî?

 

Ez hema guhdariya hemû hunermendên Kurd dikim. Ez di heman demê de guhdariya stranbêjên herêmî jî dikim. Ji bo ku di warê muzîkê de bi pêş kevim û tûrikê xwe yê muzîkê dewlemendtir bikim guhdariya stranbêjên cûr bi cûr dikim.

 

Tu dikarî piçekî behsa albuma xwe "Roja Gelê Kurd" bikî?

 

Di çêkirina albuma "Roja Gelê Kurd" de ez bi aranjor Serkan Tanik re xebitîm. Tonmaisteriya albumê Omer Îçener kir. Me hemû enstrumanan li Amedê bi enstrumanîstên profesyonel da lêxistin. Produksiyona albumê Aşanlar Muzîk, produktoriya wê jî Yusuf Muzîkê girt ser xwe. Di albumê de 12 stran hene.

 

Tu qet derket televîzyonan?

 

Belê, ez derketim çend televîzyonan.

 

Album ji bo te çi îfade dike?

 

Album ji bo min wek nasnameya muzîkê ye. Bi albumê dengê min, rengê dengê min, terza min derdikeve holê. Her album warê muzîka Kurdî firehtir, tûrikê berhemên Kurdî dewlemendtir dike. Hunermend bi albumên baş dikare were naskirin, hezkirin û di dilê gelê xwe de bibe xwediyê ciyekî girîng.

 

Di warê muzîkê de hedefa te çi ye?

 

Dixwazim ji hêla gel ve werim hezkirin û teqdîrkirin û dixwazim bigihîjim ciyekî baş.

 

Ji bo vê heypeyivînê gelek sipas dikim û ji te re serkeftinên herî mezin  dixwazim.

 

Ji ber ku te fersendeke wusa xweş da min ji dil û can sipasiya te dikim.

 

 (Rojnameya "Özgür Haber"ê, 2013)

16.10.2013

HEVPEYİVÎN Bİ HUNERMENDA BEDEW DENÎZ DEMANÊ RE

Tu dikarî piçekî behsa xwe bikî?


Eslê min ji navçeya Pulurê ya bi ser Dêrsimê ve ye. Lê ez li Îstenbolê hatime dunyayê. Piştî dibistana seretayî ez bi xwişk û birayên xwe re çûm Elmanyayê cem bavê xwe û em li wir bi cih bûn. Min xwendina xwe ya lîseyê û ya pîşeyî li Elmanyayê temam kir. Ez jiyana xwe li Elmanya û li welêt derbas dikim.


Tu bi çend zimanan dizanî?


Ez bi 3 zimanan dizanim.


Tu ji xeynî muzîkê karekî din dikî?


Ez vê gavê tenê bi muzîkê mijûl dibim.


Serpêhatiya te ya muzîkê kengê dest pê kir?


Hezkirina min a ji muzîkê re di nav malbatê de bi xwendina stranan re dest pê kir. Heta ez û xwişk û birayên xwe me bi hev re her tim kaset dadigirt. Bi pişt re min di bin banê saziyê de dest bi xebatên koro û folklorê kir. Piştî demekê min di albumên hevalên hunermend de karê vokal û duetê kir. Min di sala 2006'an de albumeke bi navê "Lorî"
çêkir û bi vî awayî min bi profesyonelî dest bi jiyana xwe ya muzîkê kir.


Di nav malbata te de kesên wek te bi muzîkê mijûl dibin hene?


Ji ber ku ez ji malbateke Elewî me, ji me gelek kes an baxleme (tembûra doxkurt) an enstrumanên cûr bi cûr lê didin û stranan dixwînin. Di nav malbatê de çend kesên ku bi profesyonelî bi muzîkê mijûl dibin hene.


Tu bêtir guhdariya kîjan hunermendan dikî?


Naverok û dewlemendiyeke cuda ya klasîkên Kurdî heye. Her dengbêjek bastûreke wî/wê ya cuda ya qirikî heye. Wek mînak Şakiro, Eyşe Şan û Silo Qiz. Ne mimkûn e, ku mirov guhdariya van hemûyan bike û bandordar nebe. Digel vê li derveyî muzîka Kurdî, di muzîka cîhanê de xemgînî û serhildana bi dengê Buika û Yasmin Levyê re, ku herî kêm bi qasî Eyşe Şanê tesîrê li min dike, nayê tarîf kirin.


Terza te çi ye?


Min rast nedît ku ez her sê albumên xwe hema bi kategorî an terzekê binavînim. Dema ez muzîka xwe pêk tînim bêtir li gor hestên xwe tev digerim. Lê belê bêyî ku bastûra otantîk a muzîka Kurdî xera bikim, bi soundên cuda wê pêşkêş dikim. Digel vê ez di stranên xwe yên nû de jî motîfên muzîka Kurdî ya otantîk ji xwe re dikim bingeh û hinek jî ji muzîka cîhanê sentezan diafirînim û dixwazim soundan pêk bînim.


Tu dikarî qet enstrumanekê bikar bînî?


Ez hînî gîtarê dibim. Hêvîdar im ez ê rojekê stranên xwe li gel gîtara xwe bibêjim.


Te di warê muzîkê de xwe da perwerde kirin?


Ez qethiyen girîngiyê didim xwendina akademîk. Di geşedana muzîkê de cihekî wê ya gelek girîng heye. Ez dersên enstruman, şan û solfejê distînim.


Tu cara ewil li ku derket ser dikê?


Qet ji bîra min naçe… di 8’ê Adara 2006’an de li Kolnê di Roja Jinên Cîhanê de derketim ser dikê.


Gava tu derdikevî ser dikê li pêşberî girseyê bi te re heyecan çêdibe?


Gelek çêdibe. Li gor hizra min hunermenda/ê ku li pêşberî gel nekeve heyecanê wê qethiyen ji aliyê hestan ve pirsgirêkan bijî. Lewre tiştê ku wê li wir mirov nêzî mukemelê bike heyecan bi xwe ye.


Te heta niha çend album çêkir?


Min bi navê "Lorî", "Dûrî" û "Bêje" 3 album çêkir.


Te albuma xwe “Bêje” li ku û bi kê re çêkir?


Albuma “Bêje” tam li gor dlê min çêbû. Min dewreke gelek baş a amadehiyê derbas kir. Min di hemû
gihanekên albumê de cih girt, ji lewma jî min xwe hê rasttir îfade kir. Helbet ev nayê wateyê, ku tu kêmasî tune ye. Ez di derbarê albumê de nirxandinên erênî hiltînim. Ev jî min bextewar dike. Min xebata demo û besteyan bi Diyar re meşand, di aranjeyên 2 stranan de bi Yaşar Başozdeş re û di hemû aranjeyên din de jî bi Merdan Zirav re xebitîm. Ji bo keda wan a mezin sipasiyên xwe pêşkêşî Diyar, Yaşar Başozdeş û Merdan Zirav dikim.

Te heta niha li kîjan deran konser dan?


Ez li bajarên cuda yên Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê tev
lî çalakî, konser an mihrîcanên cûr bi cûr bûm. Mixabin ji ber bêîmkaniya organîzasyon û fînansmanê mirov nikare konserên solo bide.

Tu rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?


Esas gelek dijwar e, ku mirov bi yek-du hevokan behsa rewşa muzîka Kurdî bike. Ez weka keseke hê di serê vê riyê de dizanim ku alîkariyên hêja yên navên nemir ên kevneşopa dengbêjiyê yên bingeha muzîka Kurdî danîne û dîsa gelek mamosteyên min ên hunermend hene. Di muzîkê de geşedan bêdawî ye. Lê digel vê li gor hizra min nimûne û teqlîdên xirab û nêzîkayîtêdanên populîst jî hene. Lê ez hurmeta xwe nîşanî her hunermenda/ê ku bi awayekî erênî alîkarî pêşkêşî muzîka me kirine, didim.


Çend klîbên te hene?


5 klîbên min hene; "Lo Berxo", "Lorîka Min", "Nabe", "Erzinganê" û ji albuma min a dawî "Bêje." Digel vê, me kêşanên strana "Welat Şêrîn e", ku ev jî stranek ji albuma nû ye, li Dêrsimê xelas kir.


Di warê muzîkê de cihê ku te divê tu bigih
îjê ku der e?

Li gor hizra min di warê muzîkê de rawestgeheke dawî ya mirov bigih
îjê tune ye. Min divê her bimeşim.

Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim û ji te re serkeftinên herî mezin dixwazim.

 
 
 
Hevpeyivîn: Mustafa Gazî
 
 
 
Çavkanî: Özgür Haber Gazetesi, Îlon 2013